Diyarname
Facebook ku medyaya civakî ya herî mezin e û 1,1 mîlyar bikarhênerên wê hene ku ev jî lûtkeya bikarhênerên medyaya civakî ye, ber bi daketinê ve diçe.
Gelek kes vê bi pirbûna alternatîfên medyaya civakî wekî WhatsApp, Google, JustMe û hwd. û bi acizbûna ji Facebookê ve girê didin.
Li gorî lêkolîna Socialbakers Facebook, li Amerîkayê di nava hefteyekê de 6 mîlyon bikarhênerên xwe winda kir.
Li gorî heman lêkolînê Facebook bi tevahî di meha adarê de 24 mîlyon 950 bikarhênerên xwe winda kir.
Ev paşveçûna Fecebookê, MySpace tîne bîra mirov ku demek berê xebata xwe dabû rawestandin.