Li Amêdê Rewşa Kurdî Wiha Bû..
Dema ez ji bêtlaneya xwe vergeriyam Swîsreyê min dixwest ji rojnivîsên xwe yên dema betlaneyê, bi taybetî ji du rojên min ên ku li Amêdê derbaz kirin li vir biweşînim. Hemû rojnivîsên ku min li Amêdê nivîsandî nîn e, bi tenê çend paragrafan dixwazim parve bikim.
“17 gulan 2010 /
Sibê ezê herim Amêdê. Çand roj berê zavayê apê min bixwe ku dersîmî ye û li Amêdê dijî, hatibû gundê me. Qala Fûara Pirtûkan a Amedê ya TUYAP’ê kir. Min got ez têm. Sibê ez diçim Amêdê. Bi rastî gelek bi coş im. Coşek çawa ye ez nikarim tarîf bikim. Di hundirê min de gelek hêstên tevlihev hene. Cara yekem e ku ez diçim Amêdê û bîst û pênc sal berê min xeyala çûyîna Amedê kiribû. Nesîb nebû. Nesîb îro bûye. Wê demê min nizanibû navê vî bajarî Amed e. Min û yên mîna min ên ku ji bûyîn û hebûyîna xwe dûr hatin xistin Diyarbekir hînbûyiyê wan bû. Dema min rastiya xwe dît; jêhatina xwe anî bîra xwe, têgihîştim ku ez kî me; bi kîjan rengdêran hatime Ameda peytaxta dilê min. Dilê min welat Amed paytext bû. Niha ez diçim paytexta dilê xwe. Amed, tu zimanê min î; tu dîroka min î; tu çanda min î. Ezê te bi hemû rengên kurdî ji mirovên te bibînim û bibihîzim. Ez têm, tu min re kurdî xwe vebêjî. Ez têm ..tu vebêje.”
Ev notên min şevek berê sibêha ku ez li riya Amêdê kevim min girtibûn. Hestên min ên ku ber Amed jiyinê ne. Amed bajarek din bû ji bo min ji bajarên Kurdistanê. Ew serbajar bû ji bajarên kurdan û Kurdistanê. Ew peytaxta dilê min bû. Ew parêzgeha ziman, dîrok û çanda min bû...
“19 gulan 2010 /
Duh zemanê min nebû ez binivîsim. Husên li gara Amedê pêşwazî min kir. Em berê çûn mal. Wî xwest ez rawestim; westîna xwe ya rê derbas bikim. Min got na, ez dixwazim Amedê bibînim û bijîm. Em ji mal derketin û me xwe bera nav kolanên Amedê da...Heta nîvê şevê em geriyan. Min dixwest li her têkiliyê kurdî bibihîsim lê necarê doh pêva carek tanê min kurdî bihîst. Doh bi şevtariyê em ketin kolaneka Surîçiyê. Kolenek teng û tarî. Husên ji dîrokê li ser birçên Sûrê agahî dida min. Li dû me xortek pêyda bû. Bi tirkiya Amêdê ya “qirix” ji me pirsî got ma hûn tûrîst in. Min dengê xwe nekir. Min xwest rêberê min bersiv bide. Husên bi tirkî got: Na em ne turist in.
Xortî ji me bawer nekir. Wî got, Hûn turîst in.
Husên axaftina xwe wergerande kurmancî lê kurmanciya wî, “heval ne tûrîst in.”
Husên, kurmancî nezanî; wî dimilkî dizanî. Wî xortî dev bi kurmancî axaftinê kir.
Ez ketim nav peyivînê û bi rastî min kurmanciya xwe ew qas pir ji bilî herema me bikar neanî bû. Lê wî pejirand ku ez kurd im. Dema ku min jê pirsî, ma tu ji Amêdê yî? Got, Na ez ji Bîngolê me.
Wê gavê Husên bi dimilkî dest bi axaftinê kir.. Wî xortî jî dimilkî zanibû…”
“..Ji bilî vê bûyarê min li Amêdê di van du rojan de kurdî nebihîst. Bi tenê mîna ku kurdên yên li Ewropa “roj baş”, “şev baş”, “çawa yî?”, “baş im”, “heval..”, ez naxwazim heqê ronakbîr û rewşenbîran bixwim. Îro li fûara pirtûkan min bi têrî xwe kurdî bihîst. Hema hemû standên weşanxaneyên kurd de bi kurdî tê axaftin. Lê gêngeşiya min bi rewşenbîran re nîn e. Zimanê me ji nav gelê me rakirine. Dema ziman ji nav gel de neyê bi karanîn ew ziman ne zimanê gel e. Divê û pêwîste zimanî kurdî di nav gel de bi inyad bê bikaranîn. Qest ku ez dibînim di nav gelê kurd de girîngiya zimanî kurdî cihê xwe winde kiriye. Gelê kurd bi bîr û baweriya siyasî ya neteweyî bûyîn geş bûye an jî hatiye geş kirin lê netewe bûn li ser kîjan hîman dibe nizanin, an jî nehatiye nîşandan...”
Ji rojnivîsên Amêdê ew qest bes e. Niha ez naxwazim li nav teoriyan kevim. Lê bi kurtî dixwazim li ser têgihîştina netewe û netewe bûyîna me kurdan şîroveyek bikim. Ji bo min çendek têgihîn hene ku her dem ji minaqeşeyan vekiriye û divê ku bê minaqeşe û zelal kirin. Ji wan têgihan yek jî netewe ye. Her çiqas ev têgihîn piralî bin jî îro ji alî hevnijadî zêdetir ji alî hevziman, hevdîrok û hevçand ve hatiye pejirandin. Yanî dema ku komek mirov bên netewe binavkin divê vê komê hevzimanek, hevdîrokek û hevçandek habe.
Îro ji van hersê hîmên bingehîn çand û dîrok di nav tevliheviyê de ye.
Çand têk diçê, ji bo ku dinya bi rêya teknolojiyê û listîkên emperyalîzmê çandên neteweyan ji eslê wê dûr dixin; bi çandek çêkirî tevlihev dike, dihêrîne û tune dike. Îro çanda kurdan a ku bi salan e li Tirkiyê çawa di nav çanda kijbij de hatiye helandin û li hemberî vê helandinê û hêrandinê em pir tiştî nikarin bikin. Çandek me nîşan dide heye, lê ne zelal e. Yanê çanda me ji bo netewebûna me ne qewîm e.
Dîroka me jî mîna çanda me tevlihev e. Kurd bi hezar salan bi desthilatdarên xwe ve û bi piranî ji bo wan jiyî ne. Di bûyarên dîrokê yên girîng de rolê mezin lîstine lê ji bo ku bixwe nenivîsandine di dîrokê de nehesibandine yan jî desthilatdaran li gorî xwe şîrove kirine. Bi vê tespîtê em dikarin bêjin îro hevdîroka me kurdan jî ne zelal e.
Niha em dikarin bibînin ku ziman ji bo kurdan ji van her sê hîmên bingêhîn ya herî zelal e. Ji bo ku zimanê me kurdî hê nehatiye tevlihev û xirab kirin; bi rêz û riçikên xwe dijî û yê me ye. Dijminên kurdan jî wî nikaribûn ji holê rakin û tune bikin. Lê di van deh salên dawî de ji aliyekî ve gelê kurd bi siyasetmedarên kurd ve dev ji kurdî axaftinê berdane li aliyê din komek rewşenbîr dest bi kurdî axaftin û nivîsandinê kirine. Ya zelal ew e ku gel dest ji kurdî berde ev ziman ne zimaneke zindî ye. Ji bo zindîbûna kurdî bikaranîna komek rewşenbîrên kurd ne bes e. Divê gel vî zimanî bikar bînin. Ji bo ku rengên neteweyê kurd di zimanî kurdî de ye; tê de veşartiye. Çand û dîroka me kurdan jî li vî zimanî hatiye barkirin. Ger em kurd bi înyad kurdiya xwe bi karbînin.
Dawiya dawî, eger Amed ji kurdî dûr ketibe li gelek warên din ên kurdan û warên ku kurd dijîn, di warê bikaranîna kurdî de mirov dikeve nav xeman. Heta derekê mirov dikare bikaranîna tirkî fêm bike lê di nav kolanên bajarekî sedî sed kurd de dema ku mirov pîreka heftê salî bibîne ku bi nevîyê xwe re bi tirkî diaxave, mirov dikeve nav bê çareyiyê.
Divê em çi bikin?
kazimpolat@hotmail.com


