Notên ji kongreya BDP'ê ya Stenbolê
Diyarname
BDP'a Stenbolê 2'yemîn Kongreya Xwe ya Awarte li dar xist û rêveberiya xwe nû kir. Vane notên ji kongreyê:
Salon nedan BDP'ê
- BDP'a Stenbolê vê carê li Salona Cafer Aga a li Kadikoyê kongreya xwe li dar xist. Salon cihê rûniþtinê ya 1100 kesî ye û li nava salonê jî ji bo delegeyan kursî danîbûn. Ji ber biçûkbûna salonê hem hundir, hem derve tije bû. BDP'a Stenbolê di salonên mezin de kongreyên xwe li dar xistin heta niha. Li gor agahiyên ji rêveberên BDP'ê me girtin, hin salon digel ku çûne serî li wan dane jî nedane wan. Hin salonên gelek mezin jî derfetên wan ên aborî destûr nedaye. Loma ev salon tercih kirine.
Ji êvarê de amadekarên kongreyên dest bi amadekirin, xemilandin, sazkirina dengû tiþtên din ên kongreyê kirin.
- Serê sibê piþtî saet dehan gel ber bi salonê ve herikî. Li dor saet 12'yan salon tije bû û hêdî hêdî kongre dest pê kir.
- Kongre bi nîþandayîna Sînevîzyonê ku wekî kurtedîrokek kurdan bû dest pê kir. Ji wêneyên Þêx Seîd, Seyîd Riza, heta Mazlum Dogan û hevalên wî, ji Ocalan heta Medeni Yildirimê li Licê hat kuþtin wêne hebûn.
- Ji ber germbûna salonê gelek kes her diçû derve û dihat. Cafe û cihên xwarin û vexwarinên derdora salonê tije BDP'yî bûn.
PANKART
- Li salonê pankartên wekî 'Ji bo birêz Ocalan azadî', 'Em Þoreþa Rojava a xweser û azad silav dikin', 'Zimanê me nasnameya me ye', 'Ma bi ziwanê xo perwerde wazenê', 'Dagirkeriyê nejî, nede jiyandin' bi kurdî û tirkî daliqandibûn.
Her wiha pankarteke mezin ku bi sernavê "Hikumet Gavan Biavêji" ku têde çi tê xwestin jî hatibû nivîsîn daliqandibûn.
DIRUÞM
Wekî hemû kongreyên BDP'ê îro jî diruþmên wekî "Bijî Ocalan", "Þehîd Namirin", "Kurdistan dê ji bo faþîzmê bibe gor" bilind kirin lê vê carê diruþmeke cuda "Bijî berxwedana YPG" jî hebû ku di nav diruþmeyan de cihê xwe girt.
MEBÛSÊN BEÞDAR BÛN
Ji mebûsên BDP'ê yên li kongreyê amade bûn, Hevsarok Selahattin Demirtaþ, Sirri Sureyya Onder, Hasip Kaplan, Sebalat Tuncel, Levent Tuzel, dîsa cîgera Serokan Meral Daniþ Beþtaþ, Filiz Koçali, Kemal Pekoz (Endamê Lijneya Rêveberî ya Navendî) û gelek endamên Meclisa Partiyê amade bûn.
MÊVAN
Ji ODP, EMEP, HDK, SODEP, Însiyatîfa 78'an, Dayikên Aþtiyê û Dayikên Þemiyê, ÎHD, Partiya Keskan nûner, her wiha nûnerên gelek komeleyên bajar û navçeyên Bakur hebûn. Dîsa ji nivîskaran kesên wekî Faik Bulut, Erdogan Aydin, Koray Çaliþkan amade bûn.
Serokê Dîwanê:
Ji bo Serokatiya Dîwana Kongreyê Hayri Ateþ hat hilbijartin. Ateþ di axaftina destpêkê de silav li Þoreþa Rojava kir û got ku dê Sedsala 21'ê bibe sedsala kurdan. Her wiha da zanîn ku ew wekî kongre piþtgiriya pêvajoya ku Ocalan daye dest pê kirin silav dikin.
'Rojavayê bakur û baþûr jî kir yek'
Hevseroka BDP'a Stenbolê Asiye Kolçak axaftina xwe kir, li ser du salên xebitîne kir û paþê gotin bir ser Rojava. Kolçak wisa got: "Kurdan li Rojava þoreþ pêk anî. Þoreþa Rojava Bakur, Baþûr kir yek, heyecan da van deran."
'Sala bê bila Ocalan axaftina vekirinê ya kongreyê bike'
Mebûsê BDP'ê Sirri Sureyya Onder jî axivî û got: "Ez hêvî dikim ev dê kongreya me ya dawî be ku Ocalan beþdar nebûye. Hêviya me ew e ku sala bê kongreya me bi axaftina destpêkê ya Ocalan dest pê bike. Rêyeke din tune ye."
'Rojava serketina gel e'
Mebûsê HDK'ê Levent Tuzel jî silav li Þoreþa Rojava kir û got ku ev serketina gel e. Tuzel got ku têkoþîna we dê azadiya Ocalan bîne.
Axaftina Demirtaþ hat ecibandin
Ji axaftina axaftina Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaþ* hem ji aliyên partiyiyan, hem jî ji aliyê kesên serbixwe ku li kongreyê bûn ve hat ecibandin. Hezkirina ji bo Demirtaþ di nav gel de bi awayekî eþkere xwe nîþan dida.
Mebûsa BDP'ê Sebahat Tuncel ku axaftineke kir wê jî silav li Þoreþa Rojava kir. Her kesî silav li Þoreþa Rojava kir, di pankart û sohbetan de jî Þoreþa Rojava hebû. Her wiha di diruþman de ji dêvla HPG, YPG'ê cih girtibû ku ev jî nûbûnek bû,
Ji roja ku telefonên destan êdî wêneyan dikiþînin, rê didin ku mirov bike înternetê rewþ guheriye. Û di kongreyê de her kesî ev yek dikir. Di dema ku hê axaftin dihatin kirin de ew axaftin di twittar û facebookan de dihatin weþandin jî.
Helwesta Endamên Lijneya Hilbijartinê
Dema xalên kongreyê temam bûn û derbasî xala hilbijartinê bûn pirsgirêk derket. Ji du aliyan ve:
1- Endamên Lijneya Hilbijartinê ya Partiyên Siyasî gotin wêneyên Ocalan daliqandîbûn hilbijartin çênabe, divê hûn wênayan daxin. Lê li ser reaksiyonên gel û delegeyan, wan bi paþ ve gav avêt û derbasî hilbijartinê bûn.
2- Di nav delegeyan de li ser lîsteya rêveberiya nû nîqaþên gur hebûn. Piþtî nîqaþan hin hatin qanîkirin, hin ji gotina xwe nehatin xwarê. Di dawiyê de bi yek lîsteyê derbasî hilbijartinê bûn û bi dengdayîna 350 delegeyan Emrullah Bingul û Arife Çinar ji bo Hevserokatiya BDP'a Stenbolê hatin hilbijartin. Her wiha 24 kes ji bo rêveberiya nû yên esil û 24 jî yêdek hatin hilbijartin. Notek din a ji bo rêveberên nû ev e ku nêzî sedê 80'ê endamên rêveberiyê hatin guhartin.
Kongre bi stranên Koma Agire Jiyan bi dawî bû.
***
Nûçeya eleqedar:
- Demirtaþ bang li hikumetê kir: Þoreþa Rojava qebûl bike