Diyarname
Pirtûka helbestan “Hestname” ku Bayram Ayaz nivîsiye ji Weşanên Dozê derket. Di pirtûka 399 rûpelî de nivîskar li ser rêya welat helbestên xwe restine.
Nivîskar Dr. Eskerê Boyîk ji bo pirtûkê pêşekek nivîsiye û wisa dibêje, “Di pirtûkê de hezkirina helbestvan bê çap û bê hidûd e, dilê wî ji bo vegera welêt lê dixe, lê rêya vegerê jê re qedexe ye. Welat dagirkirî ye. Welat bi hebs-zindan, qereqolên cendirmeyan pêçayî ye. Rêya welêt ber wî ve girtî ye. Çi jî hebe helbestvan xweșbîn e... Têkoșîna “șervanê azadiyê” geș e... Dawiya her tiștî heye... Dawiya van zalim û ev zilma welatê wî de jî dibe wê hebe...”
- Hestname / Bayram Ayaz / Weşanên Doz / Helbest / 399 rûpel / 2024