logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Nav û nav û nûçikên kurdewarî

  • Dîrok: 30/03/2023
Li gund di nav goristanê de me. Serdana gorên miriyên malbata xwe dikim. Goristan ji nû ve hatiye çêkirin. Hemû ji kevirên mermer in. Dema min li navên ser kevirên mermer hatina nivîsin mêzand kom bi kom eynî bûn. Navên li ser gorên mêran ên hatina nivîsin ji çar û pênc navan zêdetir nebûn. Hemû ji malbatê bûn û paşnav Polat bûn… Alî, Hesan, Huseyin, Ibrahim, Ismail Polat… Ne zêde… bapîr, bav û law Alî, Hasan, Huseyin, Ibrahim, Ismail… Min bêçarê yek bi yek pirsîn, ev ya kîjan Eli ye, ev ya kîjan Hesanî ye, ev ya kîjan Husên e… Gava nav û nûçikên wan kesan hatin gotin, min jî got haa ew e, haa ew e min naskir…
Bi rastî di gundê me de her kesî navekî xwe yê duyem hebû; yê yekem malbatê, yê duyem civatê yanê gundiyan lê dikir. Navên mayînde, yên civatê lê kiribûn. Bi piranî navên ji hêla malbatê lêkirin, dihat ji bîrkirin, û nav û nûçik an jî navê ji civatê girtî li ser wî kesî dima.
Li gund jineke pîr hebû; Xaltiya Cirîd ku bi rastî navê wê Meryem bû, lê kêm kesan ew bi vî navî zanibû. Di ciwaniya Xaltiya Cirîd gava di civata gund de tevgera wê eşkera bû û bi lêz û şipî tevdigeriya gundiyan navê wê Cirîd lê kiribûn. Yên mezin pêra Cirîd digotin, Cirîd were Cirîd here, lê wê qet hez nedikir ji wê re bêjin Cirîd. Me bûçikan Xaltî digotin dema em pêva tekildar dibûn, lê dema me di nav xwe de qala wê dikir, me digot Xaltiya Cirîd… Bûka Xaltiya Cirîd bi ber bû û li ber zayinê bû. Di hundirê xaniyê Xaltiya Cirîd de qijîna bûkê dihat. Piştî qijîna bûkê qediya, Xaltiya Cirîd derî vekir, bi dengekî bilind bang kir û got: "Gundîno, cîranino lawikekî me çêbû, me navê xwe lê kir, de werin hûn jî navê xwe lê bikin." Pîrekê got, "Cirîd hê bipê, bila lawik biçek mezin bibe, emê mêze bikin, yekî çirto ye, ê çi bibe, ji navan kîjan navî heq bike…"
Navên malbatan li zarokên xwe dikirin bi keseyatiya zarokan ve bêelaqe bûn, dê û bavan kîjan nav hez dikirin piranî ji çenda derveyî ya olî an jî ji çanda serdest digirtin û li zarokên xwe dikirin. Hesen, Huseyîn, Elî, Ibrahim, Ismail nizanim çi… Lê navên duyemîn, ên bi nav û nûçik dihat bi navkirin ku ji hêla civatê dihat lêkirin navên rasteqîn dibûn. Piranî nav û nûçik bi kesayetî û tevgera kesan ve girêdayî bû. 
Ji gundê me navûnûçûkên tên bîra min Tumo, Maro, Guro, Şilo, Karo, Dîno, Qaşo, Qaso, Hopan, Şopo, Şero, Kêlo, Şato, Kundo û ji jinan Tumê, Sewê, Siltê, Cirîd, Kerê, Bûkê û gelekên din...
Ev hemû nav û nûçik ji Ali, Hasan, Huseyin, Ibrahim, Ismail bêtir malê me, ji zimanê me, ji çanda me xuya dikin. Dema ez li ser hûr û kûr bûm dibînim ev nav û nûçik navên me yên kurdewarî ne. Her çiqes niha em wergerine ser navên xwe yên kurdewarî mînak Agît, Rojda, Hebûn û bi hezaran, yên berê jî yanê nav û nûçik navên me yên kurdewar bûn.
Hevalekî anîbû bîra min, di zarokatiya min de nav û nûçikekî min jî hebû; "Qaso" bû… Çima ev nav û nûçik li min kiribûn min baş nezanibû. Li gund kalek hebû nav û nûçikê wî jî "Qaso" bû; dibe ku ji wî ev nav û nûçik li min kiribin, ez nizanim. Niha tê bîra min, wê demê min ji vî nav û nûçikê xwe qet hez nedikir û ez jê acîz dibûm. Niha ev nav û nûçik li min şêrîn tê...

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • 06 Sibat 2026

Ji bo guhdarîkirinê: Demek berê di nav pirtûkên min ên di refan de, pirtûka "’Tarih" (Dîrok) a Herodotes a bi wergera tirkî ber çavên min ket. Bi salan e di nav pirtûkên min de, di quncikekî de, bi...

Ji Seheyatnamêya E.Celebi Komkujîya Kurdên Êzîdî

  • 26 Sibat 2021

Di gera xwe ya Kurdistanê de Evliya Celebî di berhema xwe ya bi navê Sehayatnameyê de ji serî heta dawî li her heremê rastî kurdên êzdî tê, qala wan bi...

Gundên Bê Zuriyet

  • 05 Tebax 2023

Li gundê Bakiran a Kurecix a Meletî cenazeyek hebû, cenazeya kalek ê heştê û çar salî. Ew li Englandê dijiya bû, apê nasekî bû, divê em...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Ez ji TEDAŞ’ê fatoreya xwe bi Kurdî dixwazim'

ad

DTP: Bila dixtorên bi kurdî dizanin bişînin herêmê

ad

Ji zindanê pirtûka ‘Jin û Zindan’ derxist

ad

Hêmayên xav li ziman rûnanên

ad

‘Asoya Peyvên Sermest’ derket

ad

Serokê Juriyê Zekî Demîrbukuz e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname