Li gundê Bakiran a Kurecix a Meletî cenazeyek hebû, cenazeya kalek ê heştê û çar salî. Ew li Englandê dijiya bû, apê nasekî bû, divê em tevlî merasimê bibana. Em tevlî merasimê bûn û piştî cenazeyê em bi çend gundan ketin û me sersaxiya xwedanên çend miriyan kir. Piraniyan wan min nas nedikir, hevalê min nas dikir. Me sersaxî û serxweşî ji bo wan xwest, çaya wan vexwar û pişt re li wan gundan, dorhêl geriyan.
Li wan gundan xaniyên ji kevir û heriyê nemabûn. Hemû xanî nû, pir xweşik bûn. Li gorî standardên bajaran û modern çêkiribûn. Li ber deriyên wan xaniyan mirovên ku me silav da wan hemû kal û pîr bûn. Di gundan de gundî tune bûn. Dorhêl bax û baxçe bûn lê tu kes di wan bax û baxçe, wan zeviyan de nedixebitîn. Tu kesên ciwan ên karibin kar û barê gund, bax û baxçe û zeviyan bike tunebûn. Ji sohbetan min fêm kir ku hema hema hemû li derveyî welat dijîn… Franse, Almaya, Swîsre, England û nizanim li kîjan welatan belav bûne. Teqawit bûne, hatina ser ax û cihê bav û kalên xwe, terza iîyana xwe ya Ewropayê li vir ava kirine û havînê tên hewayê xweşik ê Kurdistanê tenefûs dikin û rojên borî yad dikin. Ji vê bêtir tu tiştî nakin.
Ev gundên Kurecix ên Meletî bûn yên ku me serî lê dan. Pişt re hevalê min xwest hevalekî xwe yê ez jî nas dikim, li gundên Alxasan a Axtiliyê ya bi navê xwe yê nû Aktepê bibîne. Normal diviyabû em seyareya xwe ser riya aswaltê re biajon Elbistanê û ji wir vegerin ser riya Axtiliyê; ev jî gelek kîlometro bû. Hevalê min got, were em ser Darendeyê, nav gundan re herin, di riya gundan re, rê gelek kurt e û me seyareya xwe ber bi Derendê ve ajot.
Min Derendê nedîtîbû, lê di derheqê wê derê de min gelek tişt bihîstibû û xwendibû. Bûye cihê sofî û oldarên tirk ên nijastpetest. Ên me, yanê kurdên Kumsor yanê yên elewî ji Derendeyê û darendeyiyan qet hez nedikirin. Ez bi xwe ji xwendinên xwe yên dîrokî dizanim ku bi taybetî dema Osmaniyan ji Darendeyê gelek xizmetkarên dewletê ên dev û dest bi xwîn hene. Ji van yê herî navdar Ebû Sûûd Efendî ye û di dema Siltan Silêman de bi fetwa û fermanên xwe yên qetilkirina kumsoran vacîp kiriye û piştî vê, hemû şêxûîslaman ew fetwayên wî binyad girtine û her demê li ser kumsoran yanê elewiyan ew fetwa wekî şûrê demoklitos li ba kirine.
Em ser Derendê re ketibûn riya gundan bo biçin gundê Axtilîyê û di çendek gundên girêdayî Derendeyê ya tirkan re derbas bûn. Min ji hevalê xwe rica kir, bila girkan girkan bajo, ji bo ku seyra wan gundan bikim. Dilê min bi me û bi gundên me şewitî.
Berevajî gundên me kurdên Kumsor, li wan gundên tirkan kal û pîr kêm xuya dikirin. Li ser rê û di bax û bexçeyan û zeviyan de kesên ciwan dişixulîn… Di bexçêyên sêvan, bexçêyên mişmişan de… hêmû bexçê sererast bûn, dar û berên teze û baş xwedî kiribûn. Di wan bexçeyan de jin û mêrên ciwan tevdigeriyan, dişixulîn. Di nav wan gund de, li ser rê li her quncekî gund gelek zarok û jinên ciwan hebûn. Ga û mange, dîk û mirîşk hebûn. Xaniyên wan gundan ne yên nû bûn, xaniyên ji kerpîç an jî ji keviran nijandibûn. Pagên wan xaniyan hebûn û li cem xaniyan axur hebûn.
Dema em li gundên Kurecix a Meletî digeriyan di nav sohbetê de min ji kalekî bi qasî heştê salî pirsî bû “me xaniyên xweşik dan çêkirin, gundên xwe xemilandin lê ka zarok û neviyên me dê bên van deran?”. Kalê jî ji min re gotibû, “Ev gund gundên bê zuriyet in.” Dema min gundên tirkan dîtin ev gotina wî kalî hat bîra min.
Di wan gundên tirkan de jiyan, ber û berhem, jin û merên ciwan, zar û zêç hebûn, lê di yên me de kal û pîrên teqewitbûyî ên aqil û fikrê xwe di dema borî de yên rojên borî yad dikin dijiyan. Di gundên me, di xaniyên modern de jiyana kal û pîran a fireh lê bê zuriyet û bê nifş didome. Nifş û zuriyeta van kal û pîran êdî Ewrûpayî ne, ne ji vê axê ne. Wiha xuya ye ev kal û pîr li ser vê erdê kurdên xwedanê vê axê yên dawî ne.
Ez jî êdî ji wan kal û pîran yek im, lê berevajî wan ew li dû dema borî ne, ez jî ketima endîşeya dahatuya me ya li ser vê axê. Li vê herêmê sedî heştêyê gundan gundên kurdan in. Ax hê ya kurdan e, lê êdî ev ne gund in û hevîngehên kal û pîran in û ev ax ne bi ber û berhem e ji bo kurdan. Bi rastî gundên kurdan ên herêmê gundên bê zuriyet in. Diltirsiya min ew e ku piştî mirina van kal û pîran, xwedanê van gundan û wê axê kurd nebibin.