Konferansa bi sernavê "Di netewebûn û dahatuya gelan de rola medyayê" di 28‘ê rêbendanê de ji aliyê Komîsyona Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve li bajarê Kolna Almanyayê hate lidarxistin. Hejmareke berbiçav a rojnameger û nivîskarên kurd beşdarî konferansê bûn. Her wiha ji serê sibihê heta êvarî bi giştî çar rûniştin hatin lidarxistin. Di nava her rûniştinê de jî sê heta çar gotar hatin pêşkêşkirin.
Vane hinek têbiniyên min ên ji konferans:
- Hemû gotarvan hakimên babetên ji xwe re hilbijartî bûn û di warê fikrên cuda de xweşbîniyek e berbiçav a hêjayî pesinandinê di nava beşdaran de hebû.
- Li gor agahdariyên komîteya amadekar, piraniya dezgehên ragihandinê yên kurd ji bo konferansê hatibûn vexwandin û di nava bernameyê de jî navê dezgehên ragihandinê yên ji fikrên siyasî yên cuda hebûn. Lê belê roja konferansê hinek yên vexwandî û hem jî hinekên navên wan wekî gotarvan derbas dibûn, beşdar nebûn. Sedemê beşdarnebûna saziyên navên wan di bernameyê de derbas dibû jî bi taybetî wekî rûdanên şexsî yên nûnerên wan saziyan hatin destnîşankirin.
- Ji ber egerên li jor, piraniya beşdarên nûnerên saziyên nêzîkî Bizava Bakur berbiçav bûn.
- Digel ku ji bo beşdaran dosyayeke bi rêk û pêk hatibû amadekirin, di warê teknîkî de hinek kêmasî hebûn. Ya yekem neamadekirina pankart an bîmayê ya bo hêt û ya duyemîn jî nenivîsîna navên gotarvanan li ser maseya axaftinê bû.
- Kurd li her derî kurd in; ji ber gotarvanên rûniştina yekemîn bi xwe jî dereng hatin, bernameyê dereng dest pê kir.
Û vaye hinek hevokên balkêş ên hinek gotarvanan:
- Adil Kurt: “Rojnamegeriya kurdî dibistana kurdî ye../..Nexweşiya me ya herî girîng ew e ku em ji bo nûçeyan wergerê dikin../..Qedera hemû kurdan bi hev ve girêdayî ye û divê medya jî xîtabî hemû kurdan bike.”
- Derwêş Ferho: “Piraniya dezgehên ragihandinê girêdayî partiyan in, ev mafê wan e jî lê belê pêwîstî bi wê yekê heye ku medya xîtabî her kesî bike.”
- Amed Dîcle: “Li ser êrîşên li dijî medyaya kurd vê carê karekterekî wê yê cuda heye. Yên destekê didin me jî, dixwazin aqil bidin me ../.. Konsepteke taybet li dijî medyaya kurd heye û em li benda êrîşên xurtir in../..Ger em standarteke rojnamegeriya kurdî di warê refleksa neteweyî de deynin, gelek pirsgirêk wê werin çareserkirin.”
- Faysal Dagli: “Ji ber em di nava berxwedanê de ne, em pirsgirêkên xwe yên medyayê texîr dikin../..Êdî agahî ne elîtîst e. Berê agahdarî desthilatdar bû û desthilat agahdarî bû. Niha her kes dikare bibe xwedî tv../..Merhaleya nû medyaya civakî ye. Medya bûye civak../..Êdî ji her dîtinê, her kes dikare xwe îfade bike. Facebook û Twitter êdî ji artêşekî bi hêztir in û dikarin wan ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî bi kar bînin../..Di medyaya kurdî de pirsgirêka afirandina rojeva neteweyî tune ye. Em pey rojeva medyaya dagirkeran dikevin.”
- Mizgîn Bingol: “Jin di qada medyayê de bi pirsgirêkên taybet re rû bi rû dimînin../..Rojnamegereke jin di serdema Şoreşa Misrê de li qada El Tehrîrê bi êrîşên zayendî re rû bi rû ma. Li ser vê tacîzê, RSF’ê jî bang kir ku dezgehên medyayê nûçegihanên xwe yên jin ji bo şopandina serdema şoreşê neşînin wî welatî../..Di seriyan de wisa hatiye bicihkirin ku bi taybetî li li ser agahdarî û bûyeran serî li dîtinên mêran tên dayîn.”
- Gunay Aslan: “Berê medya hêza çaremîn bû lê belê di vê serdema globalîzmê de medya her tişt e../..Êdî medya hemû ketiye di telefonekî de../..Sazî di dema xwe de roleke baş lîstin lê êdî her mal bi serê xwe saziyek e../..Rêya civakê bi teknolojiyê vekiriye, ku em nebin pêşkêşvanên wan, wê îslamî bibin pêşkêşvanên wan../..Ji ber hêza kurdan a ilmî û teknîkî tune, ji wê yekê kopiya tirkan tê kirin.”
- Dilêr Akreyî: “Rola folklorê di pêşveçûna civakan de zêde girîng e û divê em tiştên kevin ên folkrolîk bi yên nû ve girê bidin.”
- Medenî Ferho: “Ne alet lê belê mirov nûçeyan bi hêz dikin. Ger mirov nebe nûçe jî nîn e../..Sosyolojiya nûçeyan bandorê li nûçeyan dikin../..Divê kurd hêza medyaya xwe biçûk nebînin. Ku hêza wan ne mezin ba, wê dewletê di rojekî de çil rojnamegerên kurd negirtiba û cezayê 200 salan ji bo rojnamegerekî nexwastiba.”
- Qamer Soylemez: “Îro tenê li Bakur cih di medyayê de ji bo zazakî tê veqetandin../..Li Bakur jî pirsgirêka bingehîn ne nebûna elemanan e; Ji bo kurdî dibêjin filankes ez te peywirdar dikim, ji bo beşa tirkî dibêjin filankes ez te peywirdar dikim. Lê dema mesele dibe beşa dimîlî, tê pirskirin ka kî dixwaze vî karî bike û ji wê yekê kes peyda nabe.”


