Mehên tîrmehê û tebaxê mehên betlaneyê ne û hê niha bi hezaran kurdên li Ewropayê dijîn ketina di nava liv û tevgera peydakirina bilêtên balefiran de. Lê belê Balefirgeha Amedê wê ji destpêka meha hezîranê û pê ve ji bo sê mehan ji balefirên sivîl re were girtin. Rêwiyên bixwazin herin Amedê jî wê di wê demê de neçar bin ku herin balefirgehên bajarên din û ji wir bi erebeyan herin cihên ku dixwazin herinê.
Sedemê girtina balefirgehê jî nûvejenkirina pîstên wê ne. Lê meseleya min a vê nivîse ne ka çima balefirgeh wê were restorekirin û ji xwe pispor jî destnîşan dikin ku pêwist e ew pîst werin restorekirin...
Pirsa min ew e ka ev balefirgeh têra potansiyela Amedê dike heta ku careke din pîstan nûvejen dikin...
Bi taybetî kesên ji derveyî welêt difirin Amedê, di rê de kêsîre dibin heta digihin wê derê. Sedemê vê yekê jî ew e ku ev balefirgeha leşkerî ku her roj derdora 30 balefirên sivîl jî jê dirabin û dideynin, ne balefirgehek navneteweyî ye. Par derdora milyonek û 700 hezar kes ji Amedê firîne û danîne. Lê belê kesên ji derveyî welêt dixwazin herin Amedê, neçar in li bajarên wekî Stenbol û Enqerê balafira xwe vegûhêzin. Ev vegûheztin ne tenê dibe sedema wextwendakirinê, her wiha dibe sedema westandin, valêzkişandina dubare û mesrefê jî.
Bi babetê ve girêdayî; gelo tesadûfî ye ku balefirgehên Amed, Mêrdîn, Batman û Sêrtê ji firînên navneteweyî re girtî ne û kesek ji derveyî Tirkiyeyê bixwaze here van bajaran mecbûr in balefira xwe li bajarekî Tirkiyeyê vegûhezîne?
Dema em li ser nexşeyê li cihên erdnîgariya van bajarên navderbasbûyî binêrin, em ê xweş bibînin ku ev bajar ên Bakurê Kurdistanê, bajarên heta radeyekî nekarî ne werin asîmlekirin in. Dema em rastiya civakî û ya siyasî ya van bajaran bidin ber çavan, baş tê xuyakirin ku bi armancên siyasî destûra van bajarên kurdan nayê dayin ku balefirên navneteweyî li balefirgehên wan deynin.
Ji bo merama min baştir were fêmkirin ka em li îstatîstîkên rêwiyên balefirgehên cîranên Amedê ku ji xetên navneteweyî re vekirîne binêrin: Par 550 hezar rêwiyî balefirgeha Elezîzê bi kar anîne û ya Entabê jî milyonek û 300 hezar î. Lê ev her du balefirgeh jî ji balefirên navneteweyî re vekirîne lê belê ya Amedê digel ji aliyê potansiyelê ve ji wan mezintir e û navendîtir e jî, ji balefirên navneteweyî re girtî ye.
Em aliyê balefirgehê yê leşkerî deynin hêlekî ku ji wir her roj rabûna balefirên leşkerî bajêr ker dikin, zarokan li bajêr dijîn dihilçenînin û diçin çiyayên kurdan bomberan dikin...
Pêwistiya Amedê bi balefirgehek mezintir a nû ya navnetweyî ji derveyî bajêr heye û derdora bajêr tije erdên ji vê yekê re pêkan in. Ger li Amedê balefirgehek bi vî rengî bihata vekirin, ev bajar wê bibûya pira hewayî ya rojhilata navîn ku bi vî awayî di warê aborî de jî pêşveçûnên mezin pêk bihata...
Rayedaran dikarîn piştî qedandina balefirgeha nû vê ya kevin bigirin. Lê nakin û tam di dema betlaneyê de bi deh hezaran rêwiyan hêj mexdûrtir dikin. Sedemê vê yekê jî li ber çavan e: Mentalîte û nêzîkbûna rayedaran hêjî mîna berê ye û pêşiya pêşveçûna herêmê digirin.


