Diyarname
Vê hefteyê yek jê ji Tirkiyeyê, yek kartonfîlm bi geştî 7 fîlm ketin vîzyonê. Di nav van de em fîlmê "Burning" ê derhêner Chang Dong Lee derdixin pêş.
Fîlmê derhêner Chang Dong Lee ji aliyê Başka Sînema e li Tirkiyeyê hatiye belavkirin. Di fîlm de Ah In Yoo, Steven Yeun, Jong Seo Jeon û Soo Kyung Kim dilîzin.
Jongsu wekî nîvroj karê kuryetiyê dike û carinan jî nivîskarî dike. Ew ligel cîrana xwe Haemi rastî hev tên. Haemi dibêje ku ew dê here Afrîkayê gerê û jê dixwaze ku di vê demê de xwedî li pisîka wê derkeve. Haemî di vegerê de kesekî bi navê Ben ku kesek şikber e û li Kenyayê hev nas kiribû bi Jongsu dide nasîn. Rojek Ben ji bo Jongsu qala hobiyeke balkêş û ecêb dike.
Fîlmê "Burnig" ji kurteçîroka nivîskar Haruki Murakam hatiye girtin. Fîlmê ku îsal di Festîvala Fîlman a Cannesê de di beşa pêşbaziyê de bû di heman demê de li ser navê Başûrê Koreyê berendamê Oscarê bû.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- Robin Hood / Derhêner Otto Bathurst
- Burning / Derhêner Chang Dong Lee
- Creed II / Derhêner Steven Caple
- Replicas / Derhêner Jeffey Nachmanoff
- Nereus / Derhêner Georges Padey
- Dalavere / Derhêner Hasan Goktas
- Ralph Breaks The Interte / Derhêner Phil Johnston, Rich Moore’un