logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Kirasê kurdî êdî li nifşê nû teng tê

  • Dîrok: 08/05/2019
Berî bi salan cara ewilî çûbûm Amedê. Pêşiya hingî jî bi rojekî li Stenbolê bûm. Wekî piraniya xelkê wêneyekî Amedê yê guhertî di serê min de hebû. Behsa wî wêneyê bi stran, helbest û nivîsan di serê min de bi cih bûyî de dikim.
Helbet vî wêneyî di nava xwe de ziman jî dihewand. Li gor fikra min ev bajar navenda siyaseta kurdan, wêje û hunera kurdî bû. Li bendê bûm ku jiyan bi kurdî be.

Lê ew Ameda min dîtî ne ya di helbestan û stranan de bû. Min li Stenbola ku çend rojekî berî hingî li wir bûm ji Amedê bêhtir diyalogên bi kurdî bihîstibûn. Rabûn, rûniştin, kirîn û firotin, bi kurt û kurmancî jiyana Amedê hemû bi tirkî bû. 

Ez behitî mabûm. Lê di nava demê de min ew rastî qebûl kiribû û piştî şokê êdî rastiya heyî hêdî hêdî fêr bûbûm.

Dizanim, dibêjin çil û çar çîrokên hirçê hene, her çil û çar jî li ser hirmiyê ne. Ev hinekî jî bûye meseleya nivîsên derbarê axaftina kurdî û metirsiya ku kurdî winda bibe de. Werhasil, ez serê we ne êşînim û bi kurtî bêjim:  

Di meseleya zimên de wê demê jiyana xelkê ya hem navend û hem jî navçêyên herêmên Mêrdîn, Şirnex û Culemêrgê bi kurdî bû. 

Lê hêdî hêdî ev navend jî didin dû rêya Amedê û tirkî êdî tevlî jiyana xelkê dibe.

Heta berî demeke kurt li bajarên wekî Nisêbîn û Cizîrê mirov tenê axaftinên bi kurdî dibihîstin. Lê rewşa zimên ya niha ne ya berê ye. 

Êdî gelek dê û bav ku di nava xwe de bi kurmancî diaxivin, bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Ne tenê dê û bav lê gelek bapîr û pîrik ên baş bi tirkî nizanin jî bi neviyên xwe re bi tirkî diaxivin. 

Bi taybetî hevjînên ciwan bi bi tirkî radibin û bi tirkî rûdinin. Hejmara keçên ciwan ên bi hev re bi tirkî diaxivin jî rojane zêdetir dibe.

Profîla kesên bi tirkî diaxivin bi serê xwe hêjayî lêkolîneke berfireh e lê ez bi hevokekî çavdêriya xwe bibêjim; Ev kurdên li banî behsa wan hatiye kirin bi piranî xwendina bilind li zanîngehan temam kirine. Kurdiya wan jî wekî ya min û we ye. Kirasê kurdî êdî li wan teng û klasîk tê. Bi tirkî xwe rehetir hîs dikin, gerdûnîtir dibînin, romantîktir e ji bo wan. 

Hew dirêj bikim û dawiyê li vê meselê bînim: Wateya dûrbûna nifşê nû li bajarên wekî Cizîrê ji kurmancî, topavêtina siyaseta kurdan a zimên e. Bila her kes destê xwe deyne ser kêleka xwe û li şûna propagandaya rijî, bibêje ka li ku derê xeta hatin kirin ku heta rewş di vê derê re derket…

Hin Nivîsen Nivîskar

Dengê Gel dengê kê ye?

  • 11 Pûşper 2008

 Bernameya bi navê “Dengê Gel” a Roj Tv yek ji bernameyên ku ez zêde lê temaşe dikim e. Taybetmendiya Dengê Gel ew e ku her çînên civakê...

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • 23 Adar 2026

Bi hefteyan pêşiya Newrozê kurdên li Almanyayê dijîn ji hev pirs dikirin ka kî wê biçe Newroza Bonnê û kî wê biçe ya Frankfurtê. Çima ev pirs? Cara ewilî bû kurdên di aliyê siyasî û bîrdozî de ji hev cuda...

Ji gelek aliyan ve li Almanyayê rewşa vîrûsa koronayê

  • 30 Adar 2020

Heke li welatekî karesateke xwezayî pêk were, çav hemû dizîvirin ser dewletê. Heke dewletê pêşiya karesat pêk were şaşiyên mezin nekiribin û piştî...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Êrîşên li ser Rojava rawestînin!

ad

Fîlmên Oscargir li Akbankê ne

ad

Mahmut Alinakê heft salî*

ad

Îtalya ji ber sekeratê rabû!

ad

‘Fîlmekîmî’ dest pê kir

ad

Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname