Hewlêr
Parlementerê kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman bal kişand ser rewşa aborî ya gelê rojavayê Kurdistanê û êrîşên rejîma Esad û komên çete yên bi desteka dewleta Tirk û ji hikumeta Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Iraqê xwest ku alîkarî bide gelê rojavayê Kurdistanê.
Parlementerê kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman li ser rûpela xwe ya Facebookê daxuyaniyek der barê rewşa rojavayê Kurdistanê de belav kir û banga alîkariyê kir.
Parelementer Osman wiha got: “Welatiyên Kurdistana Sûriyeyê bi sedema êrîşên berdewam yên hêzên Rejîma Beşar Esed ji aliyekê ve û Tirkiye û xulamukên wê ji aliyek din ve û dorpêça aboriyên tund ketine di nav rewşek pir aloz û dijwar de û jiyana wan pir zehmet bûye: Beşek zêde ji wan koçber bûne û bi sedema barînak zêde di vê dawiyê de rewşa wan jî pir xirab bûye.
Her çend Herêma Kurdistanê berdewam alîkariyê ji wan re dişîne, lê dîsan bes nake û diviya zêdetir alîkariyê bide wan, ji ber ku ev erkek netewî ye li ser mile me. Her wiha daxwaz ji hikumeta Iraq û Komîsyona Bilind ya Penaberên Netewên Yekbûyî dikin ku alikariyên hewce ji wan re bişînin her wekî çawa ji bo hemû gorî û penaberên din yên Sûriyeyê dişînin.”