logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  2. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  3. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
  4. Fîlozof Edgar Morin mir
  5. Peywira Tom Barrack bi dawî bû

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

NIVIŞTÊN ŞOREŞÊ

  • Dîrok: 04/01/2020
Ji bo” Koma Xwendinê A Amedê û Endamên wê...”
Romana Rênas Jiyan a bi navê “Stranên Sor Niviştên Mor” de du dikên sehneyan heye û girêdayî van sehneyan hin sehneyên din hene.
Di sehneya yekemîn de Serleheng Bêrîvanê ye û malbata wê ye. (Malbata Bêrîvanê: Diya wê Gulnaz e, bavê wê Xelef e û mamoste ye û birayê wê yê biçûk jî Şiyar e.)
Di sehneya duyemîn de serleheng Şemsa û malbata wê ye. (Malbata Şemsa jî Semra, Sûzan, Enwer, Kemal, Selma, Mihê û Bavê wan Xalit e).
Mekan: Dêrik û taxa wê Heremiya (taxa ku ez bi xwe lê dijîm îcar çima mekan Heremiya hilbijartiye gelo tenê miraq dikim?), Qoser, Amed, Enqere û Mêrsîn e.
Em ê ji sehneya ewil dest bi romanê û karektêrên xwe bikin. Di vê sehneyê de Bavê Bêrîvanê yekî kurdhez, zimanhez, çandhez, welathez û welatparêz e. Karakterekî hişmend e, dizane çi dike û nake. Hay ji xwe heye, haya wî ji tevgerên wî heye û baqil e. 
Siyar kurê wî yê biçûk e, ew jî li dû şopa bavê xwe dimeşe, yanê bi ya bavê xwe dike. Bi hişmend e û bi hişmendî mezin bûye. Lê Bêrîvanê jî di heman malbatê de mezinbûye feqet di  Bêrîvanê de hesta derûniya xwekêmdîyînê-xwebiçûkdîyînê heye. Bêrîvanê beşa wêjeyê dixwîne û dildar û heyranê serdestê xwe ye. 
Bêrîvanê nefretê ji kurdbûna xwe, ji zimanê xwe, ji çanda xwe, ji navê xwe, ji hebûna xwe hema ji hertiştê xwe nefretê dike. Ji qewmê xwe nefretê dike, ew û bavê xwe du karekterên dijber in. Loma jî daye dû serdestê xwe Tolgayê ku qet ji wê hez nake û tenê bi nêtxerabî nêzî Bêrîvanê dibe. Ji ber ku ji malbata Tolga leşkerek hatiye kuştin (lawê meta wî hatiye kuştin) loma dixwaze tola-heyfa xwe ji Bêrîvanê hilîne, rojekê bi hevdu re dibihurînin şûnde, Tolga dev jê ber dide, paşê hişê Bêrîvanê tê serê wê...
Bêrîvanê karektereke bêhişmend e, nezan e, karaktereke dilbijok e, dilbijokê serdestê xwe ye, ji mêtingehiyên xwe hez dike. Encax mirovê nezan û bêhişmend dilê xwe bibijîne mêtingehên xwe an jî serdestên  xwe. Derûniya bindestiyê, hezkirina mêtingehên xwe û dilbijokbûna serdestê xwe di Bêrîvanê de serdestî û desthilatdarî ava kiriye, heta hesta derûniyeke newrotîk û patolojîk bi Bêrîvanê ra ava kiriye. Ji navê xwe,  ji cermê xwe, ji ruhê xwe yê kurdî fedî dike, ji zimanê xwe û axivtina zimanê xwe û ji  hebûna xwe fedî dike. Hesta derûniyeke bêhawe a xwekêmdîyînê di Bêrîvanê de firizî ye. Rihekî û mejiyekî patolojîk û seqet di Bêrîvanê de zîl daye. Bifikirin ku mirov ji hebûna xwe, ji navê xwe hez neke, ev hesta derûniyeke têkçûnê a xwebiçûkdîyînê ye. 
Bêrîvanê karektereke nezan û bêhişmend e ji ber ku haya wê ne ji çanda wê ne ji zmanê wê, ne  ji hebûna wê heye. Ji ber xwe fedî dike ku bêje ez kurd im. Em mînakekê ji romanê bidin: "Gava ku  li zanîngehê  hinekan navê wê  bipirsiya, nedigot "Bêrîvan", digot “Berrîn".(Rp, 12) mînakên wisa û gotinên ji van hê xirabtir di romanê de hene. Tenê min ev mînak da jixwe di mînaka me de her tişt eşkere ye. 
Di romanê de ji xêndî karekterên şênber carinan nivîskar bi xwe jî mudaxîlî gotinên karekter dibe û wekî fikrê xwe yî derbarê bindestiyê ji me re vedibêje mînakek: “ Di dinyê de tu tişt jê zêdetir nikare kêfa bindestan bîne bi qasî kêlîka ku serdestê wan wan dipejirîne (rp21)” Di vir de vebêjer fikrên xwe bikaraniye piştî axavtinên karekteran şîroveyên xwe û fikrên xwe vedibêje, vebêj jî di vir de dibe karekterekî dinê. Dibe kesê sêyem û tevlî mijara karakteran dibe. 
Di hin cihên romanê de hin gotinên felsefîk û aforîzmatîk ji devê vebêj der tê hin mînakin ji romanê: “A ku mirov bedew dike, hezkirin e.” Mirovên şikestî pir zû dixapin, “kesayetên bindest her tim xwe vedişêrin"(rp23-24) gotinên wisa di romanê de pir in, giş ji devê vebêj der tê, piraniya van gotinan rastiyê û heqîqetê di xwe de vedihewîne. 
Welhasil em werin ser karakterên xwe îcar em fêm dikin ku kesên nezan û ne xwedî hişmend çiqasî dilbijokên serdestên xwe ne, û ewqasî jî ji ruhê xwe, ji kirasê xwe ji cermê xwe, ji hişê xwe, ji hebûna xwe û ji navê xwe û heta heta ji bêhna xwe jî fedî dike. Ev hesta derûniya xwekêmdîyînê û nexweşiyeke patolojîk e. Bêrîvan xwe dîtir dibîne. Karektereke xwe di derûniya dîtiran de dibîne. 
Li gor Alfred Adler hesta derûniya xwekêmdîyînê-xwebiçûkdîyînê nexweşiyeke newrotîk û patolojîk e. Loma jî Bêrîvanê nexweşek e newrotîk û patolojîk e, wê  çaxê em dikarin bêjin civakên binndest piraniya wan an jìî ên nezan û bêhişmend xwedî derûniyeke NEWROTÎK Û PATOLOJÎK IN gelo? Feqet Adler dibêje hesta derûniya xwebiçûkdîyînê bi herkesî ra heye û cûreyên wan hene di her kesî de bi awayekî xwe dide der a Bêrîvanê jî ji ber kurdbûna xwe, navê xwe û hebûna xwe, derûniya xwebiçûkdîyînê pê ra ava bûye. 
Heman demê di sehneya duyemîn de karaktera me Şemsa jî ji ber lingê xwe yê seqet û kulek hesta derûniya xwekêmdîyînê pê ra avabûye. Xwe nexweşik dibîne, ji ber lingê xwe yê seqet û kulek dikeve derûniyeke din loma xwe bi awayekî din dîtir dibîne, kesên wilo bêtirîn tenêbûnê dihilbijêrin û tim bi refleksên tund tevdilivin. Ji ber ku Derûniya wan xirab e, nikarin biryareke di cih û baş bidin. 
Li gor Fanon  kesên bindest û ên hesta derûniya xwekêmdîyînê pê ra hebin tim dikevin xeyalên serdestên xwe ango dixwazin bibin wek wan, dilên xwe dibijîne serdestên xwe, loma jî Bêrîvanê dilbijokê serdestê xwe ye, heyrana mêtingehê xwe ye. Hemû tiştên serdestên wê pê şêrîn tê, hemû çanda wê û hebûna wê ya kurdî pê tehl û nexweş û nexwesik tê...di Bêrîvanê de pirsgirêka kesayetiya tevayîya xwebûnê pê ra heye. Ev derûnî derûniyeke psîkanalîst e. Yanê hesta derûniyeke şexsî a hebûneke grîfîtîk e. 
Li gor Lacan “Arezûya mirovî arezûya ên dîtir e” loma jî Bêrîvanê serdestê xwe diarezûyîn e. Dixwaze bibe weke serdestê xwe bi her awayî. Tiştên ku di xwe de kêmdîyî û dibîne dixwaze, vê kêmbûna xwe bi saya serdestê xwe temam bike. Ev kêmdîbûna wê di derhişiya wê de veşartîye, Freûd digo “Derhişî Xweda ye.”  Yanê rastî ewqasî mezin e û tu kes nikare vê rastiyê veşêre bi awayekî xwe didin der. 
Lacan jî wiha digo" Rastî timî vedigere heman cihê xwe yê berê" em çer bikin jî em nikarin xwe ji heqîqet û rastiya xwe veşêre. 
Dîsa Lacan wiha dibêje: “Derhişî: “Peyvên  ku bandorê li ser kirdeyê dike” û derhişî wekî ziman tê vesazîn. Heqîqet û rastiya Bêrîvanê xwekêmdiyîna wê û bindestiya wê bi awayekî eşkere xwe daye dest. Ango em ji peyv û gotinên wê gişî fêm dikin ku peyvên wê hikumdariyê li derhişiya wê û li zimanê wê dike û bi şiklekî xwe dide der. Belê Bêrîvanê dildarê serdestê xwe ye, helbet sedemên van tiştan hene, bêdewletbûna wê, bêwelatbûna wê, bêzimanbûna wê, nezanî û bêhişmendiya wê, Bêrîvanê  radestî serdestê xwe dike. Derûniya Bêrîvanê a xwekêmdîyînê ketiye ruhê wê, ketiye xwîna wê, cermê wê, cil û bergên wê, ketiye mejiyê wê û hestiyê wê loma dibijoktiya serdestê xwe dike.Mirov çi di xwe de kêm bibîne xwe li wê kêmaniyê digre û dixwaze xwe bi vî şiklî temam bike, yanê bi vî şiklî xwe dike weke yê dîtir. Lê belê heta ku Bêrîvanê bi xwe dihese û hişyar dibe bavê wê ji terefî serdestên wê tê qetilkirin ji ber kurdîaxavtinê qetil dikin. Piştî têkildariya wê û Tolgayê ku bi nêtxerabî nêzî wê dibû, têkiliya wan qut dibe, piştî bavê wê tê qetilkirin şûnde hişê wê tê serê wê. Paşê qîmetê Azad jî fêm dike. Dûre Bêrîvan û Azad dibin hevalên hev û pev ra dest pê dikin niviştên ku bavê wê bi kurdî nivîsandibûn û dabû gelê xwe bi dû pêga wan niviştan dikeve û yeko yeko kom dike. Dema ku li niviştan digerin xwe digîhîne dêya Newzat(Rê) lê belê  Newzat li ciyê ye. Êdî ew şervanek e. Bêrîvanê xemgîn dibe, divê Newzat sehîd ketiye û dewletê teva kincên wî ew avîtiye newala qesaban,  Bêrîvanê bi nête ku here bi destên xwe li Newzat bigere û xwe bigihêjîne nivişta herî dawiyê lê mixabin bi dest naxe, pasê Azad jê ra dibêje tu bavê xwe baştir dinasî divê tu nivişta dawiyê binivîsî, Bêrîvanê bi xwe ne bawer e ku niviştekê binivîse, talî dinivîse û diqedîne pasê dêya Newzat li wan digere û dibêje nivişta we li cem hevalê Newzat Ba ye, Hevalê Newzat Ba niviştê ji dêya Newzat ra dişîne û ew jî ji Azad û Bêrîvanê ra dişîne. Talî hemû nivişt tên latînezekirin. Bêrîvanê nivişta xwe û a bavê xwe berawirdî dike, û dibêje xwezî tu li wir bûya bavo. Welhasil Bêrîvanë bi xwe dihese û hişyar dibe ango hişê wê tê serê wê divê difikirim wê çaxê ez kurd im, difikirim wê çaxê ez heme, difikirim wê çaxê zimanê min heye. Difikirim wê çaxê kes ji min ne mezintir e û ez jî ji kesî ne biçûktir im. Ez jî û em jî hene û bi qasî herkesî dîroka me, çanda me,  mîtolojiya me, zimanê me hwd heye.
Îcar em werin ser derûniya xwekêmdîyîna Semsa'yê:
Şemsa jî derûniya xwekêmdîyînê pê ra heye, derûniya Bêrîvanê û Şemsa dişibin hevdu, feqet mijara wan ne wekhev in. A Şemsa derûniya nexweşikbûnê ye, esil keçeke pir xweşik û bedew e, lê piştî seqet dimîne şûnde dikeve derûniyeke xwekêmdîyînê û bi qisûr, hezkiriyê wê Bedrano jî êdî dev jê berdide ji ber ku Şemsa êdî yeka kulek e, kulekbûna wê jê ra dibe kulek giran û derûniya wê jihevdixîne. Mîna erebeyeke sexlem bibe xirxoteyeke belawela. Ji ber kulekbûna xwe dikeve derûniya xwekêmdîyînê, divê êdî ez nexwesik im, kes êdî nema min biecibîne, Bedrano nema ji min hez dike. Di vê sendromê de hey bixwexwe dinale û diaxive. Talî hîna di ciwaniya wê de bavê wê, wê dide yekî berê zewicî û dewlemend û temen mezin, lê qet ne bi dilê Şemsa ye. Feodalîzma kurda xwe li vir destnîsan dike. Talî Şemsa û Xalîse dev ji hevdu beranade, xalîse (Hewiya Şemsa ye)  ji Şemsa diheside, ji ber vê hesidandinê Şemsa tê qetilkirin ango Xalîse ji ber vê hesûdiya xwe dijminatiyê û neheqihê li Şemsa dike û dibe sersebebê kuştina wê, dibe qesaê Şemsayê. Berî ku Şemsa û Bedrano pevre birevin Xalîse pê dihese û ji mêrê xwe ra dibêje û mêrê wê jî Hîkmet ango lawê  xwe yî xwekêmdîyî tûj dike li hember Şemsayê û Şemsayê kuştinkirin dide. 
Hîkmet (Lîço) jî yekî têkçûyî û derûniya xwekêmdîyînê wî ra heye. Loma jî mijara romanê dibijokbûn, derûniya xwebiçûkdîyînê, psîkanalîzm, serdestî û bindestî, desthilatdarî, feodalîzm, pirsgirêkin jinê û jinan, desthilatdariya nêran hwd. Esasên romanê li ser van herdu sehneyan avabûye. Gelek karekter û mijarên din jî di romanê de boriyaye, lê belê îskeletê romanê Bêrîvanê, Şemsa û bavê Bêrîvanê ye. Mijara romanê van karakteran afirandine. Mijar bi karakteran ve girêdayî ye. Bêrîvan  karektereke Newrotîk û patolojîk e, Semsa jî karektereke Newrotîk û patolojîk e. Ji ber ku ji hêla derûnì hiş û aqil ve ne saxlem in. Lê Bavê bêrîvanê karekterekî sexlem û bi hişmend e. Herdu karekterên me Semsa û Bêrîvanê xwe dîtir dibînin, lê belê dîtirbûna wan ji hevdu cuda ne. Her çiqas dîtirbûn mijareke grîfit be jî, talî herkes li gor hesî dîtir e, dîtir jî li gor dîtirê dîtir e. Ev dîyalektîkek e. Dîtirbûna Şemsa dîtirbûneke dirûvî ye, xwe û ên din li ber neynikê berawirdî hevdu dike. Dîtirbûna Bêrîvanê dîtirbûna xwe, civaka xwe û civakên din(serdestên xwe) di neynikê de didin berhevdu(ango berawirdî hevdu dike). 
Di felsefeya Lacan de tevayîya xwebûniyê de berê “Ez” û xwebûn" heye, paşê jî dîtirbûn ava dibe, her diçe kesayet an jî kirde dibin pirkesayetî, kirde dibin xwedî hişmend û bi xwe hesadin diafire loma herku diçe kirde dîtirbûna xwe û ên derveyî xwe ferq dike. Di felsefeya mijara Lacanî de dîtirbûn, arezû(dibijandin), kesayet, derhişî û di neynikê de tevayîya kesayetîyê mijarên sereke ne. Piraniya fikrên xwe li ser vê felsefeyê dibilindîne. Şemsa û Bêrîvan Hîkmet(Lîço) jî di hundirê vê felsefê de ne. Karekterên Xwekêmdîyînê ne, karekterên xwe dîtir dibînin, dilbijok in, Skopîk in, kesayetên nerûniştîne, lê belê  dîtirbûn û Xwekêmdîyîna wan hersêyan cûda ne. Xwemdîyîna Şemsa bingeha wê hinekî Skopîk e. Xwekêmdîyîna Hîkmet him feodalîzmê û him jî ji ber hesta derûniya xwebiçûkdîyînê ye. Lê esil di bingeha hersê karekteran de jî xwestina Skopîzmê heye. Taliya talî kaniya hersê karakteran ava xwe ji psîkanalîzmê werdigirin.... em piçekî behsa niviştê bikin di nava gel de nivişt weke biresereke bawermendiyê tê hesibandin, rola niviştê parastin e di nava civakê de û di romanê jî hema hema heman rolê werdigire. Nivist hinekî bûye totem û tabû jî ango qebûlkirinên ku zûbizû nayê guhertin. Nivişt di vir de metafora xelasiyê ye, metafora azadiyê û welatparêziyê ye, metafora zimanheziyê û kurdpareziyê ye, esil di vir de nivişt metafora hişmendiyê ye û weke romanekê ye. Ev roman ango nivişt weke xelasî û azadî hatiye dîyîn...
Sûdewergirtin:
Fanon, Yeryüzünün Lanetlileri,  Versus
Jacques Lacan, psîkanalizin Dört Temel Kavramı, metis
Alfred Adler Yasamin Anlam ve Amacı

Hin Nivîsen Nivîskar

BERÊVARÊN ROMANTÎK

  • 03 Rezber 2020

Berî hertiştî helbestên Jana Seyda stranên hundirîn e. Dengê stranên “Ez ê” ye, dengê stranên “Ez û Tu” yê ne.Helbestên Jana...

Redkirina deftereke modern

  • 19 Pûşper 2022

Pirtûka helbestvan Yehya Omerî ya bi navê “Nêrgîza Li Defterê Bişkivî” pirtûkeke dijberî modernîzmê ye. Parêzerê xwezaheziyê ye....

ÇÎROKÊN QEŞAYÎ

  • 02 Sibat 2019

“Hêvî bi qasî mirovan li ser lingan û çokan dihêlî, ewqasî mirovan ji çok û destan jî dixîne…”Di çîrokên Tosinê...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Amaraya ku pirtûkên xwe şandin Kobanî niha kampanyayek din da dest pê kirin

ad

Şaredariya Efrînê hat serdana Baydemîr

ad

“No Country For Old Men" 4 Oscar girt

ad

4 pirtûkên nû ketin nava refên pirtûkên kurdî

ad

Di sala 2026'an de wê rojeva kurdan çi be?

ad

Der barê romana 'Du cîhan yek jan' de

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname