logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Fîlozof Edgar Morin mir
  4. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
  5. Peywira Tom Barrack bi dawî bû

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

  • Dîrok: 19/06/2022

Pirtûka helbestvan Yehya Omerî ya bi navê “Nêrgîza Li Defterê Bişkivî” pirtûkeke dijberî modernîzmê ye. Parêzerê xwezaheziyê ye. Redkirina jiyana modern û hemêzkirina jiyana xwezayîn felsefeya nivîskar dixuye. Di bingeha helbestên me de monologên nivîskar ên aciziya wî xwe bi awayekî derhişîn didin der û bi awayekî eşkere ber bi çavên me dikevin. Nivîskar bi hemdê xwe ji jiyana betonîzmê û avahîzmê aciz bûye, bi şêwazeke redkirînî di helbestên xwe de verêsiyaye û teyisandiye. Her wiha nivîskar di monologên xwe de dûrbûneke hundirîn bi ber xwe ve tîne û nêzîbûneke hundirî jî dûrî xwe ve dibe. Di navbera dûrbûn û nêzîkbûnêkê de hebûneke aciziyê û tenêtiyê diesirîne. Hebûnek li betonên hesinî diqewime û vedigere bîranînên xwe yên xwezayîn, xwezahezîn xwezaperestîn, paşê şiyar dibe û dinêre hebûn, xwezayîn û xweza ji dest veçûye û diçe, loma difikire, difikire û xwekuştinek têyî bîra hebûnê, di hebûna xwe de diçe û tê, di vê hebûna xwe de; xwe dijî, hezê dijî, reşbiniyê dijî, tenêtiyê dijî, îxanetê dijî, dûrbûn û nêzîkbûnê dijî, sebir û bêsebiriyê dijî, her wiha heyînek di navbera dûrbûn û nêzîkbûneke xaçerêka wê di heriyê de mayî dijî...

Berî ku behsa hevok û risteyên helbestên xwe bikim ez ê piçekî behsa anatomiya têgehên helbestên xwe bikim. Di gelemperiya helbestan de têgehên wekî acizî, tenêtî, dûrbûn, hez, xwekuştin, sebir û bêsebirî û reşbînî desthilatdarî li metna me kiribû. Loma em ê helbestên xwe di vê çarçoveyê de binirxînin. Helbet min ji helbestan hin hevok û riste wergertine û li gor van hevok, riste û têgehan em ê metna xwe ya helbestê di bêjinga rexneya xwe de têwerbidin.

Di bîst û du saliya min de

dilê'm pelek bû 

Nedisekinî li ber ti bayî

Ranediza li bin ti ezmanî

Dema em li vê risteyê dinêrin em têdigihêjin nivîskar behsa xortaniya xwe, heycana ciwaniya xwe dike, her wiha behsa heycana zarokatiya xwe jî dike, çimkî ew heycan di tu ciyan de hilnayên. Stêrka wê heyecanê li te ezmanî tune ye. Kelecana ku di wî temenî de piranî ling li hewa û serî berjêr ve dimeşe. Belê di bîst û du saliya xwe de mirov heyecan, arezûyên û zewkên herî di lûtkeyan de di wê serdemê de dijîn. Nivîskar di berhema xwe de tim diçe bîranînên xwe û xwe di bîranên xwe de winda dike. Esas nivîskar dixwaze di biranînên xwe de bijî, naxwaze were vî zemanî, zeman, mekan û serdema niha red dike. Yanê nivîskar diçe zemanekî din, di dema niha de diçe dema borî û di navbera du zemanan de helbestê xwe dirêsîne. Dema dirêsîne nivîskar bi helbestê xwe re şa dibe. Bi helbestê xwe re radizê û bi helbestê xwe, xwe tedavî dike. Bo nivîskar helbest antîbiyotîk e û ji kul û derdan derman e. Antîbiyotîka nivîskar jî helbestên wî ne.

*

Destên te dibînim ji dûr ve, tarîxe sor dizeyînin

Çiku min çi hebe digindire kendalê jibîrkirinê

Dema em li vê hevokê dinêrin em fêm dikin ku tarîx bi xwînê hatiye boyaxkirin. Afirandina tarîxa kesan û an jî civakekê welew miletekî tim bi xwînê hatine avakirin. Loma bo avakirina tistekî rûxandin hewce ye. Nivîskar behsa tarîxeke sor dike. Wê çaxê meriv fêm dike nivîskar gotina" tarîxa sor “wekî metafor, sembol û nîşanekê bikartîne. Ya ku em ê ji vê metaforê fêm bikin herhal avakirina tiştekî ne ewqasî rihetbûn e û zûbizû jî neçêbûne. Bo avakirinekê mixabin xwîna sor-tarîxeke sor pêwîst dibe. Nivîskar behsa bindestiya me dike, behsa civaka kurd dike, behsa dîroka wê ya bixwîn dike.

*

Min bêriya rêveçûna te kiribe, şikestibin nivîştên min

Bizan wilo nîvco û şikestî me

Birîn bi birîn şax dide û helbest vedide aciziya min

Dema em li vê risteyê dinêrin, em dibînin nivîskar aciziya xwe, tenêtiya xwe bi awayekî monologîna hundirîn nîşanî me dide. Şikestinên xwe, bîranên xwe, niviştên têkçûyîn û birînên xwe bi helbestê derman dike. Yanê helbest ji nivîskar bûye melhem û bi birînên xwe de dide. Em dikarin bibêjin nivîskar derd û kulên xwe di deftera xwe de dibişkivîne. Belê deftera derd û kula ye û heman demê deftereke redkirina jiyaneke modern e. Redkirina hesin û avahiyên modern in û parastina natûralîzmeke xwezayî ye.

*

Dubare bêjim demeke pir dirêj e li demança birayê xwe difikirim, pê re birînên har, pêr re nifir û xweziyên kor, difikirim li kêra wan a bengiyê bedewiya min lew dizanim kêrên birayên min bi zibaretî hez ji koncala pişta min dikin.

Ev riste ravekirin û vebêjiya îxanetekê ye. Çimkî nivîskar dibêje: “Kêrên birayên min bi zibaretî hez ji koncala pişta min dikin.“ Yanê dibêje em kêra xwe ji şipar ve li birayên xwe dixin. Em derbên giran ji birayên xwe dixwin. Helbet ev bira metafor e. Biratiya ku nivîskar behs dike biratiya navxweyî ye. Yanê em nabin yek, Cegerxwîn bi bîra me tîne nivîskar. Em nabin yek û loma neyar toximê xirabiyê û îxanetê di navbera me de diçînin. Civak û miletê me nabin birayên hevdu, bi hevdu re ne dirûst in. Loma em tim têk diçin. Em dikarin vê risteyê bişibîne çîroka Habîl û Kabîl jî ji ber ku du birabûn yekî başî yê din nebaşî hilbijart û bû sedema pevçûna du birayan û şerekî dijwar di navbera herduyan derkete. Welhasil nivîskar di vê risteya xwe de behsa civak û miletê me dike. Haa! Dibe ku raterast behsa du birayan jî kiribe, çimkî gengaz e, ji ber ku di her civakên bindest-serdest de jî gengaz e du bira hevdu bikujin.

*

Bêje dengê orfeusê dîn di çeman de kuştine

Xwîna wî li şitlên bihuştan kirine

Destên li bejna bêsebiriya wî kirine

Gelekî ji wî hez kirine û bi xwîna wî avên di çeman şûştine orfeus wisa hiştine

Ez û orfeusê dîn di odeyên mezin

Ên wê dîroka bi rik de ji bîr kirine.

Dema em li hevoka jor û risteya jor dinêrin em fêm dikin nivîskar xwe û orfeus dişibîne hevdu, xwe wekî orfeus dibîne. Helbet nivîskar ewil behsa çîroka orfeus kiriye û paşê vegeriyaye ser xwe li ser xwe kitekit hiziriye û paşê xwe û orfeus daye berhevdu, danberhevdukirina xwe û orfeus jî helbet nîqaşeke din e. Çimkî nivîskar xwe û orfeus bide berhevdu dêmeg xwe di radeyekê de, xwe di dikekê de, xwe di astekê de dibîne. Îcar xwe di astekê dîtin bo helbestvanekî ne taloke ye gelo? Helbestvan dilnizm in. Çimkî kana helbestê xwe digihêjîne dil û paşê jî dil bi êqil tê strandin û helbest dertê holê loma a ku ji dil binizile hest e, kesên xwedî hest bi rehm û dilnizm in. Lê aşê êqil dîktatoriyê û faşîzmekê jî bi xwe re tîne. Loma divê hevirî hestê neyê jibîrkirin. Îcar heke nivîskar wekî orfeus xwe dîn û di heman odeyê de be, ev danberhevdukirin e. Xweşibandineke û heman demê xwe wekî orfeus dî ye. Helbet dînîtiya ku nivîskar behs dike çi ye? Dînîtiya biyolojîk e, dînîtiya entelektuelî ye an jî dînîtiya xwe li dînîtiyê danîne. Helbet ya bo wêjeyê girîng dînîtiya entelektuelî ye. Bawer im nivîskar jî xwe di vê astê de dibîne. 

*

Niha cih nîne lê rûnêm da nazenîniya pelê wê ji ber bikim

Belkî li ser axa wê ya dilovan ji hişê beton û hesinî pa bibim.

Li kû be av li wira ye beybûn û bextewariya kesk

Li odeyên hesinî doş dibim

Ku sedan sal in her bi xwekuştinê lê dixebitim.

Barê min piştek bîranîn

Dimeşim li jor min dengê betonan

Dikan û mixazeyên ku tengasiyê belav dikin

Li tenişta min siya hesinî ya aciziya min

Aciziya min hesin

Û ev hesinên ji mayîna dirêj û bi gazinan in

Ditegijin, yê min jî 

Bi demê re zingar digirin destên min

Belê nivîskar di van hevok û risteyên xwe de nerazîbûna xwe ya li hember logosê an jî redkirina modernîzmê daye der, nivîskar redkirina betonan, mixazeyan û hesinan dike. Çimkî bi awayekî mîmarî û teknîkî ev alav û sembolên modernîzmê ne. Modernîzm jî sembola logosê ye. Helbet modernîzm ne tenê sembol û nîşana logosê ye, di bingeha wê de eros jî heye. Lê belê bêtirîn logosîk e. Yanê şoforê modernîzmê aqil e. Nivîskar vê dijberiya xwe ya li hember şofortiya logosê tîne ziman û xweza, xwezaheziyê û xwezaparêziyê tîne ziman. Em dikarin bibêjin nivîskar xweza û xwezaparêz û xwezaheziya xwe jî bi vê hevokê tîne ziman: “Li kû be av  li wira ye beybûn û bextewariya kesk"  dema em li vê hevokê dinêrin bê çiqasî xwezahezbûn û nerazîbûna xwe ya li hember betonan û hesinan tîne ziman. Talî avakarê avahiyan, mizexaneyan, beton û hesinan mirov bi xwe ye. A ku mirov diafirîne dibe ku logosîk be û dibe ku hestwarîk be jî. Loma modernîzmê serdestî li metna nivîskar û li nivîskar kiriye, ji ber van sedeman nivîskar li xwekuştinê radikişîne, Sartre dibêje, "Întihar ne revek e, redkirinek e.“ A ku nivîskar niha di metna xwe de tîne ziman asas redkirineke jiyana modern û postmodern e. Loma ne wekê revekê wekî redkirinekê nivîskar întîharê di metna xwe de bicîh kiriye. Îcar dibe ku têkçûneke li hember modernîzmê be jî, çimkî îhtîmal e, nivîskarên xwezahez û erosîk li dijber jiyana modern û postmodern têk biçe. Camûs jî wekî serîhildanekê dibîne. Talî herdu nivîskar û feylesof ne ji ber qelsbûna wan in. Berevajî ev xurtbûna wan destnîşan dike ku xwe li xwekuştinê radikêşîne û redkirinekê berbiçavî me dike.

Her wiha nivîskar di helbestên xwe de behsa hez û eşqê jî kiriye, di gelek helbestan de eşq hebe jî di piraniya helbestan de bîranîn, tenêtiya monologîn a hundirê nivîskar, acizî û diltengiya jiyana modern, avahî û mîmariyên modern nivîskar kiriye mijarên helbest û risteyên xwe, her wiha nivîskar niqrîskên heyîbûnê û hebûnê jî dikêşe di helbestên xwe de. Helbet cihê cihê mijar hebûn lê belê mijarên û têgehên serdestî li metnê û nivîskar kiribû me xwest em li ber çavan raxînin...

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Şevên metaforîk û reşik

  • 23 Sermawez 2019

Nivîskar Welat Dilken di vê romana xwe ya yekem de “Reşek”’ ji xwe re kiriye alava axaftinê û afirandinê. Di bîr û hişê romanûs de metafora me ya reşik...

Xeleka bi hişekî xaçerêk

  • 28 Avrêl 2024

Ji bo rihê Mîr Celadet...  Schopenhauer dibêje: "Romanek, çiqas behsa jiyana hundirîn û çiqasî kêm behsa jiyana derveyîn bike an jî pêşkeş bike ew qasî dê xizmeteke bilindtirîntir û berztirîntir bike....

Di romana ‘Xaniyên Şîn’ de karakterên têkçûyî

  • 09 Sermawez 2019

Di romana Tahir Taninha de du malbatên ku ji gundên xwe hatine koçkirin bûye mijra romanê, du malbatên têkçûyî ne. Malbata yekemîn malbata Cembelî û...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Bilgen: Ez destûrê nadim dest deynin ser vîna bajêr

ad

Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê amade ye

ad

Girtî dest bi greva birçîbûnê dikin

ad

Çend Gotinên Amatorî Li Ser Wergerê

ad

Demîrtaş bi Balyozê Afrîkaya Başûr re hevdîtin pêk anî

ad

Îbrahîm Tatlises girtin bin çavan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname