Berî ku ez têkivim ser rihê vê nivîse, di nava nivîsên ku heta niha hatine weşandin de min geryanek kir. Ya balkêş, heta niha ji bilî nivîsa “Tu li vî Orhanî” û nivîsên “Ax bi kurekî xwe şa dibe” , “Jiyan: tu pûşê li ber devê êgir” ên li ser Memed Uzunê rehmetî di çar pênc nivîsên din de min mijar li der û dora mirinê biriye û aniye.
Nivîsa dawî ya ku di Diyarnameyê de belav bûye jî bi vî sernavî ye: “Mirin”!
Pêşiyan gotine, “ku mirina mîriwê tê perî pê ve tên”!
Gelo min jî pêjna mirinê kir, ku min mirin ev çend “hilanî” û “danî”, û wê jî talî bi min ve da?
Mirin koremarek e!
Ku bi gwîzeka mirov vede, nabeje “ciwan e, naşî ye xêr ji emrê xwe nedî ye” filitîna mirov nîn e ji nava lepan!
Lê; wekî ku pêşiyan gotine û em jî dubare dikin, “ku nan û ava meriv mabe li dinyayê…” sed mirin ji sed bavên xwe de bê minet e!
Jixwe meriv ji “hêlekê” diçe “hêla” din?!
Ma ne, Qadî Mihemed jî di mehkemeyê de li ser pirsa ku jê hatibû kirin ev gotibû: Kurdistan malek e. Barzanî ji odeyekê derbasî odeya din bûye!
Wekî pirsa dadgerê bêdad yê ku Qadî didarizand, di jiyana rojane de li tevî Xeyam gelakan pirsîne, îkî çûye û hatiye?”
Wa ye, yek ji yên çû-hatî ez im!
Yanî bi kurtegotina pêşiyên ku bi her delîveyê ez wan dikim şirîkê gunehkariya xwe ya di nivîsê de: “me çavên zer di nava kayê de dîtin”; hem jî êvar êvar!…
Hê sihara êvara ku ez ê “çavên zer” bibînim, min xwe û Behzadê xwe ezimand li têştêgehek ji van taştêgehên li Dihokê; nanê tenik ê tenûre, hingiv… mast û qeymaxê gamêşan…
Dema min xatir ji Behzad xwest, wekî gotina dawî min ev şîret lê kiribû: Digel hemû astengiyên heyî û yên ku dê derkevin pêşiya te, bêhêvî mebe, metengije; kî çi dibêje bila bibêje, tu li welatê xwe dixwînî!
Ez jî li welatê xwe bûm û niha ji hêlekê derbasî hêla din dibûm.
Mirina ku em tev pê dizanin…wisa dixuya, ku ji Dihokê dabû pey min û negotibû “westiya ye ka bila bêhna xwe vede, bi maliyan şa bibe, Îremkê ramûse, û jê bipirse, ‘pişokê, tu çawa yî’...?”
Pişokê, mîna her carê, vê qanê jî wisa ji erqê dil û bi kirp gotibû, ‘baaşş im’? Nayê bîra min; ya ku tê bîra min; wekî banga Evdalê Zeynikê ku dibêje, “Temo lawo were per û baskên vî qulingî bicebirîne, bi destên wî bigire wî li welatê Kurdistanê bigerine”, bi birûska ku li navbera her du çiçikan ket, û pê re her du zend pûç bûn, xwêdaneka sar di hemû şanên laş de derne derne da dar û dest û pê her ku çû bûn dû rêsî…
Û wîrewîra ambûlansê ji devê deriyê male heta bigihe dergehê acîlê yê Nexweşxaneya Dewletê…
Û ew tilm û kortên di ca`de û kolanên Ameda payîtext de, her ku ambûlans di ser wan re diqewizî ez ê bi wê hale nivmirî ku “axinek” dikêşa!
Û ew odeya sik ê sar ya ku li tevî darbestê/sedyeyê ez ajotim hûndir!
Û sekna dil… sixêf û qarwara xanima min ya bi ser fermanber û textoran de: “Ne ku tiştek pê bê, ez ji emelê we re zanim!”
Ez “çûbûm û hatibûm”!
Wexta ku min çavên xwe bel kirin, dev û divna min, sêng û milên min mişt şiringeyên xîpî û xertûmên spî bûn!
Nexweşxaneya Dewletê piştî ku bi elekro şokê “ji hêla din” ez vegerandibûm, ez ji ser çavên xwe qewirandibûm, berê min dabûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle…
……………………..
Spasdarî
Ez ji can û dil spasdarê hemû dosta me, ku bi telefonê, bi enameyan li min pirsîn, di ber min de êşiyan, li nexweşxaneyê hatin serdana min, bi taybetî derengî şevê di nav ev çend kar û barê rojane re wextê xwe veqetandin, xwe westandin û demeke şevê ew û xanima xwe hatin serdana min; zor sipas ji bo berêz Osman Baydemîr û xanima wî, û her wiha ji bo dilsoziya Mem Mîrxan, Lal Laleş, Şexmûs Dîken; ji bo peyama Evdile Koçer ya koçerkî, telefona F. Cewerî, Enwer Karahan û peyama xoşewist Helîm Yûsiv, dost Jan Dost, û kek Cemîl…
Ji kerema xwe yên ku min navên van rêz nekirin bila dilê xwe megerin!
Spas zor sipas bo her kesî!
Bi hêviya rojên mişt maf û azadî!
Û bexşînxwêzî: Li min bibore xwişkê, ku tu ew qas dûrî me yî û dîsa jî ji nêz ve êşa me dikişînî!
04/03/2008


