logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

Bi hêviya cejna gewre

  • Dîrok: 27/11/2009

Destek an jî destin geh dihingive/in destikê deriyê li ber vekirinê û derî tête vekirin; geh destine din heman deriyê bi qasî ku mirovek tê re bibihure, vekirî, û her kes li bendê ku derî heta piştê vebe û ew jî tê re bibihurin; dibînin ku bi carekê re bi dahfdana himeta hêzeke hêznêdiyar, mîna ku çimekî jî venebûbe, derî hatê girtin.
Hinin, di vê pêvajoya derîvekirina li neçareseriyên li heviya çareseriyê, weke zarokên zirz î şûm ji daran û vekirina derî hez û çoşê werdigirin!
Weke gotina pêşiyên Çîniyan, ‘ riya herî dirêj bi pêngavekê dest pê dike’; derî jî  bi biryara destine biryardar an vedibin, an jî ên li ber vekirinê têne girtin!
Bi qasî ku girtin û vekirina deriyê li ber vekirinê sed carî, bi sed şêweyî, li sed cihî bi gotinên gotindaran re têt vekirin û têt girtin; kurdan, bo ku hêviya meriv ya di derbarê hêvîkirinê de neşike, zindî bimine; gotinek xweşbîn li şûn xwe hiştine: Hoste necar, rabe reze weke hercar; Xweda yek e, dergeh hezar’!
Dergehê jiyînê hezarûyek bin jî li ber mirov, deriyê dewletê, dewlata ku xwe ji jor de veristiyê û kiriye tevna pîrê li ser serê mirovan du ne: Yek, dariyê dadê; du, deriyê bêdadiyê!
Li ser axeke ku dad bi kemenda bêdadayê bi dest û zendên bed û  bedbînan hatibe girêdan, û sed zewr û zext lê hatibe dan; ne dadgeh û dadger; dozger, dozgerên ku karin/dikin gêra gavanan bi hemwelatiyan welatê dagirkirî bikin, û wan sed caran bibîn û bînin ber dergehê dadgehên bêdadiyê; derîdergehan bi doznameyên şêt û kirêt tînin keviya girtinan.
Wekî mînak, dad hebûya, Meclîsa li şer kavilê  Dewlet î Alî avabûyî piştî 80 salên bihurî di ser damezrandina komarê re dê ne li nermkirin û sistkirina zagonên di derbarê ‘ Têkoşina li dijî terorê’; di roja zarokên cîhanê de dê li riyên berdana zarokên di zîndanan de ku ji bo ‘kuçtêwerkiran’a li polisan hatine girtin, bigeriya!
Wisa dixuye ku ew zarok weke mezinên xwe yê bi çiyan ketî, di çavên dadê û xwediyên dadê de potansiyelên xeternak ên siberojê ne?
Ev zarok weke yên bi çiyan ketî û yên di hûndir û yên dersînor bûyî di çavên dada bêdad de weke mêlaka gelekî hatibûya dîtin û hesibandin, xwediyên dadê dê li ferhenga gotin  û biwêjên pêşiyên kurdan meyzandina, ka kurdan di vê biwarê de gotinek li dû xwe hiştine, an na!
Kurd ji serdestên xwe bêhtir û gellektir xatirdar û rûmetdar in ku ev gotin li dû xwe hiştine: Meriv kuçik dide xatirê xwedî!
Ev, xatirê xwedî nizanin/nezanîne ku xatir bidin zarokên wî!
Xatir hebûya stûyê Şeyid Rizayê ku riha wî bi qasî keska pêximber pîrozwer, û piyekî wî li vir yek li hêla din dişeniqandin?
Xatir hebûya zarûzêç weke pezê col diajotin xaniyekî û tev dikirin komira ku rûyê komarê hê jî pê reş e?
Xatir hebûya, bûkên yek mehî, zarokên bi çil xwe jor de mîîna pirpirîkên li dora agir, xwe davêtin ava Munzir?
Piştî waka asaq û sintaqan niha, ku rabibûna û weke mêran bigotina me hûn bindest kirine, em jî vê sezayê li we rewa dibinin, willehî, billehî, tillehî ez ê pê neêşiyama; bi ser de min ê bigota,’ Weyy bijîn, ha wisa’!
Li çar nikarê dinyayê, - Tirkiya ku ji tirkan pê ve ne ya yek kesî ye, ne tê de- ji vir heta ku bigihe welatên reşik û zerik û çavhûrikan, welatên vegirtî/dagirkirî bi dada taybetî xwe têne rêvebirin. Û me ne Waliyê Herêmê ji bîr kiriye, ne jî salên ku serê mirovan li ‘herêmê’ bi pîvazekê bû!
Ji vê bîreweriya şa’irkî, di hevdîtina li gel  serbalyozê Qerantiya Holandayê de, li ser pirseke aresteyî min kirî min ev bersiv dayê: Berêz…belê; hûn bêdestûr û bêyî ku hinek bangî we bikin, we vexwînîn ser axa xwe û we bikin mêvan; hûn bi hemû hêza xwe ya zor ketin war û welatên xelkê û we xwest hûn wan war û wargehan ji xwe re bikin çêrewar.
Piştî vê tevgera we ya navnetweyî ya lihevparvekina erd û axê, navek li we hate kirin, û xelk û alemê ji we re gotin, ‘ Kolonyalîst’!
Ez dibînim ku hûn, îro mîna ku bixwazin xwe ji gunehên xwe daweşînin, mîna ku hûn bixwazin ‘xwedîti’ya xwe ya nû şanî dinyayê bidin, hûn radibin ji Efrîkaya Başûr, ji axa Karayîban ‘reşikan xwe’ li ser navê wejê û hûnerê li dinyayê digerînin…
Berêz, ev ê bi we re, demekê reşikên we, xulam û navmalî û malê we bûn!
Weke gotina kurdan, ‘ li jor Xweda, li jêr hûn bûn’!
Hûn dagirker û kolonyalîst bûn!
Mixabin berêz, mixabin navê welatê min ê vegirtî/dagirkirî/pinpêkirî ne kolonî ye jî!
Û min jê pirsî: niha ez reşik im an reşikên bi we re reşik in?

Rêzdar, bi baldarî li yê werger dihisand…carinan li min dieyşand di bin çavan re,  carinan jî bi serê xwe her gotin disediqand!
Lê,  bi hevoka dawî re, bi pirsa kirî re rêzdar bêhemdê xwe mizicîbû, û mîna ku bixwaze wateyêke din li pirsa min bar bike, bişirî bû!

Êm ê jî rojekê bibişirin.
Bişirîna me dê hilperike rû mê.
Ev bişirîn dê bike ku em tev bi hev re bibin xwediyê kenekî gewre. Kenekî bi pirqînî, bi tiqe-tiq.
Sibê, sihara zû, ku hinek li deriyê we bidin,û hûn rabin derî vekin û binerin ku zarokin hinarkbîhokîn, çav peşik reşik bi biriqîn ji we re bi dilekî peroşîn bibêjin, ‘Cejna we pîroz be’; hûn jî bi wan re bibişirin û vêya bibêjin ji kerema xwe:
--Cejna we jî zarokno, cejna we jî…bi hêviya CEJNA GEWRE, ROJA AZADİYÊ!

26/11/09

arjenari99@yahoo.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ev derî deriyeke ku bi sê mifteyan vedibe

  • 05 Pûşper 2008

  Arjen Arî vê carê bersiva pirsên Diyarnameyê dide. Û qala windabûna dosyayên xwe dike, qala helbestvaniya xwedike.Xwendevanên Diyarnameyê her hefte...

Rojeke*

  • 30 Adar 2008

Wekî hemû rojên Xweda rojeke Çilê çil... Zivistan bi hemû rûspîtiya xwe mînanî hîzarekî çîk spî axa Xwedê nixumandiye. Li...

Navê kê qelp e?

  • 21 Sibat 2009

‘Birayên’ min ên tirk piştî ku ‘girêk li werîsê xwe’ dan; komara nû û ciwan, komara ku dawî li gelek kêmneteweyan anî û li ser koka...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Sal 1981: Çîroka 'Kurê Q...'

ad

Vaye helwesta dadgehê: Tu kurdê Rojava bî bes e, ezê ceza li te bibirim

ad

Di 'Roja Diyariya Pirtûkan' de pirtûkê diyarî bikin

ad

Li Kerboranê jî 'Pêşî Peya' jê birin

ad

Ji Demîrtaş bangek ji bo amediyan: Bila her kes vegere mala xwe

ad

Dîlan Yeşîlgoz berendamtiya xwe ragihand

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname