Îro welatên mêvan ên ku bi reng û deng û çengên xwe beşdarî li Pêşangehê kirine, konên xwe dê bidine hev… û vegerin welatê xwe.
Her çûn destpêka vegerekê ye.
Û gotine, ‘tu biçî erş, tu yê vegerî ser hêlikên reş’!
Reş, meş…
Li gorî nûçe-nivîsa kek Zekî Ozmen* ji 100’î behtir welat, ji 7 hezar û 500’î bêhtir weşanxane, sazî û dezgeh mêvan in li bajarê Frankfurtê …
Neçûme, û min ew bajar nedîtiye.
Lê pêşiyekî gotiye, ‘yê ku deriyê xwe bilind lêke, devehan jî dihewîne’.
Yek ji ‘devehên mêvan’ ê Frankfurtê tirk in, tirkên ku demekê bi şûr û mertalên xwe milên xwe sipartibûn deriyên Wiyanayê û ji wir teşkên xwe radabûn nava nexşeya Rojhilata Navîn.
Ji roja ku ‘nebxêran’ hatin ser vê axê bizrê bêtifaqiyê anîn bi xwe re.
Îro jî destêwerdkarên herî serkeftî ne ji hêla têkilî û dîplomasiya dij-kurd; çi di qada navneteweyî de, çi li herêmê…
Ez wekî qetek ji vê tevgerê dibînim û dinirxînim beşdariya tirkan bi kurdan re li Frankfûrtê:
Vê carê ‘şûr’ wêjeya kurd e, ‘mertal’ jî wêjevanên kurd!
Bi gotineke din, tirkan li Frankfurtê bi destê kurdan ‘stirî çinîn di palûteya ‘bi hemû rengên xwe’ de…
Rengê bêrengiyê jî heye…
Qazûqer heft reng e, ezman yek reng…
Baş e tirk çend reng in?
Wekî gumgumoka bi navê bukalemûn, li ser darê bi rengekî, li bin darê bi rengekî ne.
Û jixwe; hewldana wan a bi salan ew e ku kurdan jî bikin rengekî ji rengê xwe yê bêreng!
Pirsek:
Kurdî rengek e, an hemerengekî tirkî ye?
Û zêdehiyek:
Kurd rengek in, an hemerengekî tirkan in?
Ji demeke bêsalix de hinekan gotine ‘em bira ne’!
Bînîn bîra xwe; ji îzgeya Bexdayê jî demekê newaya stranekê bilind dibû:
Kurd û ereb bira ne
Her du çêliyên guran e!
Tirkên ku îro ne bi şûr û mertalên xwe; di bin navê biratiyê û ‘bi hemû rengên xwe’, bi destûr û piştgiriya dewleta xwe, bi ala xwe, zimanê xwe, bi rengên xwe yê dawî: ‘kurdî’ mazûbê Frankfûrtê ne; kurdên di hembêza xwe de diparêzin, lê êrîşê dibin ser kurdên bi rengê xwe û serbixwe?
Hebekî biramin, biponijin û bi dû re bersiva vê pirsê bidin:
Piştî qelana filehan, kurdan ji yên mayî re negotin ‘filehên’ me?
Dinya bi dorê ye, ne bi zorê.
Bavûkalan çendî gotibin, ‘zêr zane, zor zane, tivenga dev bi mor zane…’niha dem ew dem e ku tirk kurdan kedî bikin, xwedî bikin û ‘kurdên xwe’ biafirînin:
Ji ber ku li gorî hişmendiya tirkan kurdê herî baş ‘kurdê mirî’ ye.
Ku ew jî nebe?
Wê çaxê kurdê herî baş yê ‘bi tirkan mayî’ ye!
* Pirtûkên kurdî jî li Frankfurtê ne, Zekî Ozmen, Diyarname
20/10/08


