BÎLBAO
Li welatê Baskî’yan zêdetirî 100 hezar kes ji bo girtiyên li bajarên cuda yên Spanyayê gihan hev dû. Partiya mihefezekar a neteweperestên Baskê (PNV) ku li ser hikûmeta herêmî ye jî piştî bi çarde salan cara yekemîn li gel çepgirên ku alîgirên serxwebûnê ne hate gel hev û du.
Tê ragihandin, ji bo meşa her sal bi daxwaza ku mîlîtanên Rêxistina Rizgariya Baskê (ETA) yên li bajarên cuda yên welêt in bên anîn herêmên nêzî welatê Baskê tê lidarxistin, zêdetirî 100 hezar kesî tevlîbûn çêbûye. Tevî ku biryara qedexekirinê ya edaletê Îspanyayê hebûye, kolanên paytaxta welatê Baskê Bîlbao hembêza xwe ji çalakvanên ku bi duruşmayên “Mafên Mirovan, Peyman, Aştî” diqêriyan re vekir; hema bêje çalakvan weke lehiya azadiyê li kolanan herikîn.
Çalakvanan xwestin ku bi qasî 520 girtiyên ETA’yê ku di zindanên Îspanya û Fransayê de bên anîn cihên nêzî hevdu. Partiya neteweperest (PNV) a Baskê ku li herêma xweser a Baskê li ser hikûmet e jî piştgirî da çalakiyê. Ji ber vê yekê, PNV, ji sala 1999’an vir de cara yekemîn e ku di çalakiyekê de li gel rêxistinên çepger helwest nîşan dide û tevlî çalakiyekê dibe.
Piştî meşê berdevkê partiya çep a Sortu ku partiyeke alîgirê serxwebûnê ye, Pernando Barrena ji çapameniyê re axifî û diyar kir ku tevî qedexeya edaleta Îspanyol partî û sendîkayên ku temsîla piraniya welatê Baskê dikin banga meşê kirine. Barrena bal kişand, biryara qedexeyê derbeyek e ku li azadiya fikir hatiye dane.
DÎLÊN BI SEDAN KÎLOMTRO JI AXÊN XWE DÛR
ETA’ya ku ji bo serxwebûna welatê Baskê şer dike, di 2011’an de dawî li şerê çekdarî anîbû. Tevî vê rewşê bi sedan girtî surgînê cihên cuda yên welêt hatine kirin. Gelek girtî surgînê cihên herî dûr ên Spanyayê hatine kirin. Bi heman awayî endamên ETA’yê yên li Fransayê jî li cihên pir zêde dûrî welatê xwe tên îzolekirin.
Weke ETA’yê, gelek malbatên endamên girtî yên Baskî jî dixwazin ku weke ku karibin bi hêsanî li gel zarokên xwe têkîlî çêbikin, cihên zarokên wan bê guherîn.
Meşa ku duh êvarê li Bîlbao hatiye lidarxistin roja În ji aliyê Eloy Valesco hakimê lêpirsînê ve hatibû qedexekirin. Valesco îdîa dikir ku meş ji aliyê rêxistina bi navê Herrira ve hatiye organîzekirin, ku ev rêxistin mehên derbasbûyî bi sedema ku bi ETA’yê ve girêdayî ye hatibû qedexekirin.