AMED
6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê afîşên Newrozê û belavokên pîrozbahiya Newrozê qedexe kir. Di salên borî de tîpên w, x û q dibûn sedema qedexeyan, niha jî dirûşmeya "An azadî, an Azadî hate qedexe kirin.
Li Amedê roja 18'ê mehê dê mîtînga Newrozê li dar bikeve. Ji bo vê afîş hatin amadekirin û li kolanan hatin daliqandin. Lê dadgehê ew qedexe kirin û afîş ji panoyan hatin rakirin.
Dadgehê li gorî Hejmara 3713'an a Zagona Têkoşîna bi Terorê re ya xala 6'an der barê afîş û belavokan de biryara berhevkirinê da. Dadgehê bi hinceta li ser afîş û belavokan diruşma "An azadî, an azadî heye ku ev dişibe şiyara PKK'ê ya Pêngava Raperînê" afîş qedexe kir.
***
Nûçeya eleqedar: