Gotine, ‘peyv diçe nivîs dimîne’. Eger ku wê bimîne û neçe, divê peyva nivîsê ji ya gotinê girantir û bi watedartir be! Nivîsa rojane ya ji bo quncikekî rojnameyê yan ji bo malperekê ji bo ku bimîne û neçe divê di demeke kurt de bi peyv û hevokên bilêvkirinê bêhtir bi xwedî wate, bi peyv û hevokên bi bandortir were honandin, da nebe gotin bi ber bayî nekeve, neçe, bimîne…
Gotine ‘ga dimre çêrm dimîne, mêr dimre nav dimîne’ bê şik; gotina rast jî ji nivîsa sivik û bêxwê bêhtir li cihê xwe dimîne, girantir e.
Pir berê vebijêr hebûn. Dema ku mirovan bêyî jiyana hevpar-komînalî nedikarîn bijîn, ku dibû êvar, ku stêrk dahatin li bin banê esmên diçirûsîn, piştî xwarina şîvê ya bi goştê seyda wê rojê, ku jin û mêr, kal û pîr, zarok û nevîçirk, seydvanên ciwan û keçên xema yên pêsîr dagirtî li dora agirê pîroz-delîlê ronahiyê dibûn xelek, vebijêrê rû qermiçî, por bi gulî û rûspî dest bi çîrok, serpêhatî û şîretan dikir. Hingê, vebijêrên porspî pirtûka mirovan bûn. Piştre, ku vebijêrên porspî ‘rêberên bi xwedî azmûnên jiyanê’ koça xwe rakirin xatir dan haziran, şifika di destên wan rûspiyan de bû pênûs, xîz û çermê ga bû kaxiz û bi vî hawî cewhereke din a mirovahiyê; nivîs peyda bû. Û pê re, hemî ferdên civakan ên ku alfaba hîn kirin, êdî riyeke ciwantir a xweîfadekirinê-ragihandinê bidestxistin. Pêre pêre, nivîs bû çavkaniya zanînê.
Yên ‘zanîn’ zanîn! lê yên zanîn nezanîn bûn baqê nîskan…
Ên zanîn! Yên ku berê xwe dan nivîsê, yên ku bi nivîsê berê xwe rast kirin, zanîn kifş kirin û îro; ew destê sibê li malê taştêya xwe dixwin, nîvrojkê didin rê diçin li fezayê jî firavînê dixwin. Lê yên ku nivîs qedexe kirin? Ên ku deriyên welatê xwe, bajarên xwe, malên xwe ji nivîsê re qedexe kirin, bawerî bi nivîsa li eniyê anîn, dan dû ya li eniyê nivîsî, qederê!
Ji lew, ên ji nivîsê hez kirin dan pey şewqa nivîsê, guherîn veguherîn, pê nekir, pê re pê re diguherînin vediguherînin!.
Ma derew e! ku dibe berbang ew ên nivîs hez diçin li ofîsekê kar dikin, ên dij-nivîs jî diçin li çayxaneyekê okey dilîzin (li erdnîgariya min wisa ye).
Qey ji bo wê ye! di destê yên nivîs hez de pirtûk, lê di navbera tiliyên ên dij-nivîs de tîzbiya bi nod û neh libên kehrîbarî diheje!
Ji wê hêzê ye; ew ên ku deriyên welatê xwe, bajarên xwe, malên xwe heta piştê ji nivîsê re vekirin; di hişmendiyê de, di çandê de, di jiyanê de sed-dused salek ferq xistin navbera rojhilat û rojavayê cîhanê. Ji loma ye, ku dibe havîn ew bi zar û zêç, bi yar û evîndar diçin qeraxê zeryayekê çermê xwe didin ber tava roja zerîn, sobariyê dikin, lê yên dij-nivîs? Ew jî, eger bi dest bixin diçin paleya nok û nîskan, an jî diçin şerê ol û mezheban, da deriyê bihuşta Mihemedî jê re vebe!
Ji lew, ên ku nivîs kirin çira û pê tariya li erdnîgariya xwe ronî kirin, îro hespê berjewendiya wan li erdnîgariya yên ji ronahiya nivîsê tirsiyan rabûye çargaviyê. Û yên ku bi qasî ji siya xwe tirsîn ji nivîsê tirsiyan jî, ji bo cineta wa-ed kirî kêrê didin qirikê, seriyan ji gewdeyê difirînin.
Qey nehat daxwaz kirin; bi cinet wa-ed kirî ya li bin erdê re! ger hezek, aştiyek, dadek, azadiyek û nivîs jî bexşî cineta li ser erdî-vê erdnîgariyê bihata kirin…
Heke, ku nivîs eynika civakan be, gelo civakên li vê erdnîgariya mîna kefa dêst dûz di eynikek çawa de xwe dibînin (zelal, tarî, bi mij, an şikestî)? Lê, yên ku di eynika xwe de li xwe dinêrin xwe pir delal dibînin, pir li xwe hez dikin hene, diyar in!
Di vê geremolê de, li vê erdnîgariyê, di van demsalên ku xwe ji bo şer terxan kirine de; nivîsa ku xwe digihîne hawara nivîskêr; dibe dilopek av, dibe nefesek jiyan, dibe bêhnvedanek, dibe verişîna jehreke ku nefesê ji nivskêr diçikîne; ku dibe avzêma xwe ji gunehên dîtin û zanînê şûştinê jî; lê çi car nebû tacîdara li ser seriyê vê erdnîgariyê.
Ji lew, li bin vî esmanî, li vê xakê, nivîs êş e, nivîs diêşîne…


