logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Modernbûna kurdan û destê tirkan!

  • Dîrok: 04/07/2021
Di salên du hezarî di nav gengeşiyan de dihate gotin: “Berê kurdan li rojava ye lê ji ber li rojavayê kurdan tirk dijîn bandora wan a li ser kurdan ji ya serdestiya ereb û farsan zêdetir xuya dibe”. Gelo bi rastî berê kurdan li rojava ye?
Bi min çendîn rastiyek wê destnîşankirinê hebe jî, lê îro beşeke mezin a kurdan wê destnîşankirinê berovajî dikin! Wekî berê wan li rojava ye diaxivin lê di nava jiyanê de meriv dibîne ku berê wan ne li rojava li tirkan e.
Çima ne li ereban li farsan lê li tirkan? Cîraniya kurd û ereban, kurd û farsan diçe bi hezaran salan, lê ya bi tirkan re nêzî hezar salî ye. Gelo ji aliyê mirovî û şaristaniyê ve çi yê tirkan ji ya ereb û farisan pêşdetir e, ku ne ereb û fars lê tirk zêdetir bala kurdan dikşînin bandorê li kurdan dikin? Sedema vê yekê gelo bi rastî ji ber tirk li rojavayê kurdan in, an sedemeke derûniyî ya kurdan bi xwe heye?!
Em kurdên haya xwe ji xwe tuneyî, yanê yên nasnameya wan a neteweyî ne girîng, ango kurdên ne polîtîk bidin alikî; ku ji wan hin xwe parçeyekî tirkan dihesibînin, belkî tirk jî dihesibînin, qet nebe tirkan wekî birayê xwe yê mezin dibînin, lê yên wisa nabînin, ên xwe bi hişmend dihesibînin dibêjin haya me ji me heye û em dizanin tirk çi ne kî ne; yanê yên tînin zimên ku tirk neyarê kurdan in!
Ew girse bi mîlyonan e; girseyeke polîtîk û xwezan ku di devê wan de galegala kurdbûnê kêm nabe, ya ku derbarê pirsa berê kurdan li rojava ye de me dixe şikê! 
Yên li bakur bi vî hawî ne kêm in, yên li bajarên tirkan dijîn ew jî wisa! Tew yên li ewropa, ango yên li navenda şaristaniya rojava ya modernbûnê dijîn; bi dehan salan in li wan deran in, di devê wan de zimanê tirkî seriyê wan de rojeva tirkan kêm nabe-nebûye...
Eger li parçeyên din rapisrînek were kirin; ‘hûn dixwazin bi ereban re yan bi farisan re bijîn an bi tirkan re’ encama rapirsînê li cem me tevan e!..     
Ez bixwe ji vî wêneyî vê encamê derdixim; berê kurdan ne li rojava li tirkan e; tirk li rojava bin berê kurdan li rojava ye, li bakur bin ber li wir e, li başûr bin ber li wir e, li rojhilat bin ber li wir e!
Têkîliya kurd û tirkan têkîliyeke ecêb e, naşibe ya bi dagirkeriya ereb û farisan re! Belkî li cîhanê jî mînakên vê têkîliyê tune bin! Nizam ew zaafê kurdan ê li hemberî tirkan ji ku tê!?   
Gelo dibe em berê xwe yê li tirkan bi rojava re tevlihev dikin?!
Qesta modernbûnê ne çarçoveya zemanê nû, di çarçoveya civakên gorî zemanê nû dijîne de ye û di wê çarçoveyê de çend pirsên derbarê modernbûna kurdan a bi şik;
1-kurd modern dibin an dibin tirk?
2-şêwaza modernbûna kurdan dişibe ya tirkan an dişibe ya rojavayiyan?
3-kurd di bin navê modernbûnê de, di sazî û dezgehên tirkan de xwendin, bûyîna xwedî kar û pîşe modern dibin an tevlî plansaziyên tirkan a tirkkirinê dibin?
4-rojavayîbûn bi plansaziya kurdan pêk tê yan kurd jî di nav a tirkan de dimeşin?
5-gelo dibe ku bi armanca rojavayîbûnê em kirasê tirkbûnê li xwe dikin, an li me tê kirin?
6-eger berê kurdan li rojava ye ne li tirkan e, gelo ji siyasetê, sazûmaniya civakî, mode, dirûv, huner, rêbaza hizirînê, hişmendî û wekî dinên me çima ne wekî ya rojavaya rasteqîn lê wekî teqlîd û kopyeyên tirkan in xwe dinimînin?
7-dema em dibên jina kurd a modern, mêrê kurd ê modern an derdora kurd a modern, gelo em wê modernbûnê dişibînin a ku, yan a ku tê ber çavê me?
8-gelo dibe ku qesta kurdan a ji modernbûnê-rojavabûnê xwe gihandina asta tirkan be?
9-li gorî kurdan, gelo şaristanî û modernbûneke tirkan heye yan na?
10-eger ku bersiva pirsa jor na be, ê nexwe çima meriv di navbera kurd û tirkan de pir cudahiyekê nabîne? Çiku pirrr tiştên kurdan ên li ser navê modern xuyabûnê naşibin ên rojavayiyan dişibin yên rojavabûyîna sexte ya tirkan!
Wer xuyaye ji mêtîngerên kurdan tirk ên herî serkeftî ne; bi awayekî dikevin-ketine nav rihê çi ligel çi dijber ê kurdan!
Lê eger bersiva pirsên li jor, berê kurdan ne li rojava li tirkan be; sedem kifş e, çiku ew serdestê kurdan in, gelek asayî ye ku di rewşa bindestiyê de destê tirkan di teşegirtina kurdan de hebe.
Qasî pir kesan jê bi hay im, di rewşa bindestiyê de şibîna serdest kambaxiya bindestan e.
Dîsa jî pirs e; gelo dirûvê modernbûna me şikl û dirûvê kê dide? Yê rojava, yan em wêneyekî tirkan dinimînin?    

Hin Nivîsen Nivîskar

Hizra dibistaneke wêjeyê

  • 25 Gulan 2020

(destpêk)  Aramî, li nava xwe vegerîn û bihîstina dengê xwezayê-nava xwe; sê salan em du kes bo xebatekê di cihekî wekî xewletgeh de, di cihekî...

Meseleya wijdanê!

  • 01 Sermawez 2014

Her çiqas ku nivîskarê başûrî Ahmet Muxtar Caf ev serenav kiribe navê pirtûka xwe û mijar bi awayekî wêjeyî vegotibe jî, lê belê meseleya...

Populerîtiya kurdî a sanal!

  • 06 Rezber 2020

Popîlerîte di rastiya xwe de hewleke xwe heyîkirinê ye. Ew ajoyek e di her mirovî/ê de pir hendik heye; û mafê her kesî ye bixwaze navê xwe were bihîstin, an...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ez mecbûrî zimanî kurdî me

ad

Werêke bi çend 60 hezarî dolarî

ad

Hemû partî li aliyekî, PDK li aliyekî…

ad

Qonaxê Cemîl Paşa veng da

ad

'Di Pêvajoya Çareseriyê de li Kurdistanê Tevgera Sermeyedarî'

ad

Baydemîr ji 'Bilboardên Kurdî' beraet kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname