logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Rexneya rexneyê

  • Dîrok: 26/12/2021
Di rexne, nirxandin û dahûrandinan de tiştê tê behskirin bi du aliyan ve dibe mijar; bi awayê giştî û bi awayê xweser-taybet!
Dikare behsa daristanê bê kirin, di nav daristanê de her cure dar heye; merx, mazê, berû, guvîj, hirmî û yên din… Heke behs bi giştî daristan be ehlen, lê heke behs bi tenê hirmî be ew ê çawa li gorî dara mazê yan a merxê û bi giştî, bi nirxandina tevahiya daristanê re taybetiya wê derkeve pêş? Û tew ku ew hirmî li welatekî mîna Kurdistanê be; dirûvê wê, tama wê, guliyên wê, heta derûniya wê çawa dê bi hevrûkirina hirmiya li welatekî mîna yê Fransayê yan Brîtanyayê re bê nirxandin? Gelo di navbera Kurdistanê û Fransa û Brîtanyayê de cudahiya axê, siruştê, demsal û baranên tên xarê tune ye? Ma dibe meriv di navbera her duyan de bigihîje heman encamê? Heke em cudahiya mêwe û pelan bidin alîkî gelo em ê cudahiya bejna dara hirmiyê û dara merxê çawa bikin yek...
Di olan de dema bawermendek ji qeîdeyeke olê fêm neke diçe cem şêx an rehîb da wî/ê serwext bike. Dema bo nirxandin, rexne û dahûrandinên civakî, wêjeyî, hunerî tê kirin heman tişt tê kirin; wekî ayetên neguherbar bin, rexnegir nirxandinkar û dahûrandinkar serî li teorî û gotinên kesên sedsalekê beriya vê jiyayî û bi hezaran km li axa xwe dûr dixin… 
Bi taybetî di nirxandin, rexne û dahûrandinên neteweyî û civakî, wêjeyî û hunerî û zayendî de ew yek di rewacê de ye. Bêguman, heya radeyekê divê haya meriv ji cerebe û zanînên civakên din hebe, lê ew yek heya radeyekê ye! Ji radeyekê şûn ve meriv dixwaze hizra nirxandinkar, rexnegir û dahûrandinkar jî bizanibe. Heke na, bo bizanibim Fanon çi gotiye, Sartre çi gotiye, H.Bloom çi gotiye ez ê herim pirtûka wan bistînim çima ya wî/wê ya me…
Di civakên rojhilat de ew yek belkî bûye pîvan, belkî qompleks an pejirandina serweriya qeîdeyên rojava! Her tişt li gorî ya rojava dibe xwedî ast! Tew ku ew rojava, rojavaya ku xwe bi danberhevên metnî hizrî û zanînî yên rojhilatê anîbe vê astê!...
Rojhilat bêast e yan rojavayiyan ew di çavê rexnegir, nirxandinkar û dahûrandinkarê/a rojhilatî de kiriye dereke bê qîmet, an haya rexnegir ji welat û ji rojhilatê xwe tune ye?
Gelo çima hevrûkirina metneke rojhilat bi ya rojhilat re, metneke kurdî bi ya kurdî re nayê hevrûkirin; helbesteke kurdî bi ya kurdî re û civakeke rojhilat-kurd bi yeka din a rojhilatî re…
Îlam divê rojavayî be, îlam divê bişibe ya rojava! Qey nivîskar tornavan in û metn jî tiştê ji heman tornayê derketine? Lê xweserî, lê resenî...
Li gundên paşdemayî hişmendî ev e; zarê filanî bûye dixtor! Yanê ast û pîvana mirovbûnê û bûyîna tiştekî baş dixtorî ye. Zarên din ên nebûne dixtor, çendîn xwedî cewherên mirovane û karînê yên ji yê bûye dixtor baştir bin jî lê di çavê wî bavî wê diyê û wî gundî de…! Wisa ku, min jî bihîstiye gotine-dibêjin filan Kafkayê kurd e û hwd. Bi min ew yek ji kesên bi Kafkayîbûnê tên binavkirin re bêrêzî û neheqî ye. Çiku ew şibandin ne pesn e, ew îşaret bi teqlîdkirinê dike (bûye Kafka lê nebûye Xwe) Balam marîfet ne şibîna Kafkayî, marîfet bi xweserî, resenî, afirandin û bi kûr pê de çûyînê xwebûyîn e, belkî ji nav birina Kafkayî ye… 
Çima naşibînin Şêrzad Hesen an yekî din ê kurd, lê fantaziya bi Kafkayî?!
Helbet di navbera rojava û rojhilat de sedsalek pêşketin heye, belkî zêdetir jî heye, lê ew yek ji aliyê aborî û mafên tekakesî yên navxweyî ve wisa ye ne ku ji aliyê çand, huner û wêjeyê ve jî wisa ye! Çimkî tu têkîliya afirandina wêje û hunerê bi şertên baş re tune, heta belkî başbûna şertan dibe sedema mirin an bêrihbûna huner-wêjeyê jî! Têkîliya huner-wêjeyê bi estetîkê re heye; li rojhilat li rojava li başûr û li bakurê rûzemînê, ‘LI HER CIHÊ MIROV LÊ HEYE ESTETÎK HEYE LI CIHÊ ESTETÎK HEYE JÎ HUNER-WÊJE HEYE’!  
Rêyeke xwebûnê û nasnamebûnê ma ne xwedîbûna hizrên aîdî xwe bûnê ye? Nexwe heya kêngê bi çav û hişê rojava dîtin û behskirina rojhilat û ya kurd, huner û wêjeya kurdî….   
     

Hin Nivîsen Nivîskar

Mîzaha bindestan û barbarî

  • 01 Gulan 2020

Tê bîra min, dema em hê gundî bûn-li gund bûn ji şevbihêrkan bigre ta dawetan, ji şîna bigre ta pêvçûnan û ta çend ciwan û kalepîr li...

Meseleya medreseyan û bersiveke pêwîst

  • 13 Rezber 2020

Ta niha ji çend nivîsên min ên bi mijarên cihê re hin bertek hatine, (bo twitterê filan bikar neynîm) li gorî edîtorê Diyarnameyê ez agahdar kirime min ew...

Xwendinên wêjeyî yên bûrjûvayî!

  • 03 Kewçêr 2021

Di civak û neteweyan de çîna bûrjûvayê ew çîn e ku erênî-neyînî hem bo dema nêz hem bo ev serdema hanê di pêşketina civak û...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Amedê li hemberî Lozanê daxuyanî

ad

Samî Evren bû Serokê KESK'ê

ad

Ji Bo Ked û Demokrasiyê Yekitiya Hêzê hat avakirin

ad

Agahiyên li ser bûyera li Culemêrgê

ad

Li Mexmûrê û Kerkûkê serdema perwerdehiyê dest pê kir

ad

Hikumeta Tirkiyê Deriyê Murşîtpinarê girt

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname