Li cihanê jî wisa dibe! Her tevgera ku li dijî dewlet-pergal desthiladtareke zordest têdikoşe bivê nevê bi rêya saziyên xwe yên wekî enfermasyon û çapemeniyê rojev û çapemeniya wan zordestan dişopîne de ka derbarê têkoşîna wan çi dibêjin, rojeva wan çi ye û bêhtir jî, ka li diyar wan merivekî/ê maqûl heye belkî bi hebûna wî-wê karibin dengê xwe bigihînin hem zordestan hem raya giştî ya wê derê.
Û dest pê dikin gotin, nivîs an hewlên wî/ê kesê dişopînin.
A kurdan jî wisa ye, wisa bûye; kurdan jî gorî xwe çi maqûl çi dijberê pergal û desthilatê hin kes dîtine, xwestiye ew hê zêdetir dengê xwe rakin, wekî rewşenbîr rastiyê vebêjin; pişt re derdikeve holê ku ew ên mixalîf xuya dikin an sîxûr in an mitehît…
Dema sal bi ser du hezaran ketin desthilata nû ew hemû rewşenbîrên berî du hezaran ku şêwirmend û aqildarên serokwezîr û serokomaran bûn, di quncikên xwe yê alaleyî yên rojnameyên bi sed hezaran tîraj de her roj ji têkoşîna kurdan, çi a bakur çi a başûr re pênaseyên cudaxwaziyê û eşîrtiyê rêz dikirin (peyva terorê aîdî piştî 11’ê Rezberê ye) di bin navê peyva cudawaziyê û eşîrtiyê de ji kurdan re didan çêran; desthilata nû ji wan re got erka we qediya, pirpirikên wan jê kirin ew danîn ber derî.
Herhal ew rewşenbîrên ji alî desthilatdarê ve ji tedawîlê hatînî rakirin çûn mal ketin xewê; qey di xewna xwe de dîtin ku kurd hene, zilm li wan dibe, mazlûm û ‘ne netew’ lê civakeke maqûl e!
Çawa bi vê xewnê ji xewê hilpekîn ser xwe, xwe li ber deriyê sazî yan çapemeniya kurd dîtin; di dest wan de yekem nivîsa wan a ku tê de ji kurdan re çêran nake (ne yên lêborînê ha!) û gotin: ‘em jî alîgirên demokrasiyê ne, aştîxwaz in, em jî daxwaza mafên mirovan dikin û heke bi rastî heke hûn ‘ne tiştkî din’ bes aştiyê dixwazin em jî bi we re ne’!..
Gotine; ‘kor xwestiye çavek xwedê daye du çav’
Bi xêr hatin rewşenbîrên me yên nû; jê re panel, semîner, konferans hatin amadekirin, di televîzyon û rojnameyan de kursî û quncikên herî xweşik ji wan re hatin rezervekirin; ên li başûr bûn xwedî îhale, yên bakur bûn xwedî kursiyên mebûsiyê, şarederiyê; rûmet û şerefa çavdirî û nivîsandina ‘meşa dirêj’ jî dan yekî ji wan; jê helal nebe…
Nediqediyan, naqedin, yek diçû yek dihat, her ku desthilatê pîlê kîjanî/ê diqedand, fîşa kîjanî/ê jê dikişand dida ber derî, te didî roja din di wîtrîna kurdan de wekî zane û rewşenbîr poz dide! Û dest pê dike aqilan dide-didin kurdan…
Vê çîrokê çawa dest pê kiribû? ‘ka em binêrin yekî/ê maqûl li wî diyarî heye da dengê me bibihîse! Lê rewş hat cihekî wisa ku; êdî kurdê tirkîaxêf, bi tirkî dihizirî, entegrebûyî sibehê bi gotin û nivîsên rewşenbîrên kemalîzma veşartî dest bi rojê dikir, şev bi gotinên ên mihafezekar diketin xewê; hê jî wisa ye; ji Sulemaniyê bigire ta Bernê ‘kurdê nezanê kurdî’ bes dikare bi rojeva wan ‘rewşenbîran’ bijî û li ser piyan bimîne.
Qey li Kurdistanê rewşenbîr, nivîskar û rojnameger tunebûn! hebûn bi hezaran hebûn, hê jî hene; lê siyaseta li parçeyan bixwe qedir û qîmetek nedaye hizr û ramanên wan ên bi kurdî, ku kurd jî wan bibînin; hizr û nêrînên wan ji xwe re bikin rojev…
Hene, lê ji ber ku dema xweş in; ne hêzekê ne derdorekê ne kesekî/ê qîmetê nedaye wan, ew ji nedîtînê ve tên, piştî dimirin em pê dihesin; hizirvanek, helbestkarek, hunermendek, wêjekarek, aqildarek (wîjdana netewê) ji zemin, ax û jiyana me re debas bûye çûye; bala li der qîmetnezan e…
(Lewma pêşiyan gotiye: ‘giyayê hewşê tahl e, û lê zêde kirine ‘qênc piştî dimirin dibin gulsor’)
Çimkî her serdemê, her tevgera kurd berê kurdan daye rojava, li rojavayê kurdan jî (hem wekî aliyekî pirsgirekê hem wekî erdnîgarî) tirk hene; û ji ber ku zimanê rojeva kurdan a siyasî tim bi tirkî çerx daye xwe pêwîstî bi rewşenbîrên tirkîaxêf hebû ‘îkîncî el’ ketin para me…
Herî xetereyên van bo bakur ên çepgir, nexasim ên jin, (vê dawiyê yên mihefezakar jî lê zêde bûne) bo başûr ên liberal, mihefezakar û mitehît! Tişta ew îkîncî el herî pir jê hez dikin dema bakuriyek ji hêzeke başûr re bide çêran, dema başûriyek ji hêzeke bakur re bide çêran e; ji kêfan binê lêvan re dikenin…
Tişta ew qet jê heznakin, dema kurdek ji safitiya xwe bêje ‘yekîtiya kurdan’, diteqin...
Xwe bi xwe dibêm, gelo ‘çi sewdayî em ev qas mêjîkor kirine’?!
Min li welatê xwe ta niha gelek rewşenbîr nasîne; (…) li dereke din jî lê negeriyame.
Hewceye kurd rojeva xwe bi xwe û bi zimanê xwe diyar bikin; ne ku hişê xwe bi ‘uçuncu sinif û îkîncî el’ rewşenbîrên dohî pifî zirneya entegrasyon û asîmîlasyonê dikirin ku îro ji bo desthilat ji destê wan derketiye cih lê teng bûye xwe diavêjin dawa kurdan, tevilî hev bikin.
Heyfa mirov tê; rabirduyeke bi hezaran salan, ji dema nêz ve ew qas êş û elem, têkoşîn û berdêl; ji wêjeyê bigire heta siyasetê, hemû qadên jiyanê yên afirandin û hilberîne; ger hê jî asoyê kurdî di derbarê tehayûlkirina jiyan û sazkirina wê de têra motîvekirina kurdan nake; heke ew bo wê hê jî pêdivî bi ziman û bi tiştik’ên din ên dagirkerên xwe dibînîn divê em pirsnîşanekê deynin ber vê kine-hevokê ‘em netewek in, potansiyela me’ (?)
Edeteke kurdan a xirab heye, ne yên xwe biyaniyan didin ser serê xwe; mixabin, ligel kêmên baş geleeekên xirab jî dane-didin ser wî seriyî!


