Digel ku îstatîstîkên fermî di destê min de nebin jî, li gor xuya dike piraniya kurdên li Almanyayê dijîn bûne xwedî derfetên bi awayekî serbest serîlêdana welêt bikin. Kesên salên berê li Almanyayê serî li penaberiyê dane yan niha bûne hemwelatiyên alman an jî pasaportên tirkan standine. Ev yek bûye sedema rêvebûna bi awayekî serbest serîlêdanên welêt.
Piraniya malbatan tenê dikarin di betlaneya havînê de serdana welêt bikin. Ji ber li Almanyayê betlaneya havînê ya dibistanê şeş hefte ne û betlaneyên din kurtir in, çûna welêt ya havînê cazib tê dîtin.
Germa havînê ya welêt dijwar e û ev yek jî her dem dibe sedem ku betlaneya kurdên Almanyayê bi dilê wan derbas nebe. Ji germê nikarin li gor dilê xwe bigerin û di ser halan de jî piraniya zarokên biçûk ji ber guhartina hewayê û kişwera guhartî ya tê de mezûn bûne nexweş dikevin.
Lê belê betlaneya li welêt çawa derbas bibe bila bibe, kurdên Almanyayê hesreta xwe ya salekî pêk tînin. Cih û warê xwe, malbat, xizim, nas û dostên xwe dibînin.
Bi vî awayî vê mehê betlane îsal bi dawî bûn û kurdên Almanyayê jî vegeriyan Almanyayê, yanî welatê xwe yê nû.
Ez dibêjim welatê wan ê nû, ji ber nifşên nû li vir têne dinê û li vir mezin dibin. Ev nifşên nû wê venegerin welêt û bi her awayî plan û projeyên xwe yên pêşerojê li gor mayîna xwe ya li Almanyayê amade dikin. Dê û bav jî bixwazin nexwazin dê ji ber girêdana zarokên xwe ya bi Almanyayê ve bi vî welatî ve werin girêdan.
Belkî ev dîtina min were rexnekirin lê belê tecrubeya Başûrê welêt jî dide nîşandan ku êdî ger li welat mafê kurdan were dayîn jî nifşên nû dê venegerin welêt. Nifşên kurdan ên nû bi çandeke din mezin dibin û bixwazî nexwazî çanda wan ji ya kurdên li welêt cuda ye.
Mêvandariya welêt a kurdên Almanyayê ji bo demeke kurt e. Dema mirov bi demdirêjî mayîna wan a li welêt bifikire, dê di demeke kurt de nakokiyên nifşên li Almanyayê mezin bûyî û jiyana welêt werin dîtin. Ev babet bi serê xwe hêjayî nivîseke dirêj e lê belê bila binîne ji bo demên pêş.
Û di dawiyê de ez dixwazim şîreteke xizmekî xwe yê ku her sal diçe welêt û vedigere bînim zimên. Ew her dem ji kesên cara yekemîn herin welêt re vê gotinê dibêje: “Dema şîva we bû tirşik, baz bidin werin, ev tê wê wateyê ku qedrê we xilas û êdî ne hûn ji bo şîvan têne ezimandin û ne jî berx ji bo we têne serjêkirin...”
Ez jî bixêrhatina kurdên ku ji betlana îsal a li welêt vegeriyane dikim û dibêjim “Herzlich willkommen in eurer neuen Heimat...”


