logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

yeqîn h.

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
yeqîn h.

yeqîn h.

Beytika biçûk: Edîth Pîaf

  • Dîrok: 06/04/2008

“Ezîze Teresa, Îsayê zarok! Terka min mekin, terka min mekin! Hêzê bidine min, dixwazim hê bijîm, hê bijîm! Naxwazim kor bibim, dixwazim birevim birevim birevim wekî berê..!”

Edîth Giovanna Gassion (Edîth Pîaf) ango jiyaneke bi bûhran, hinekî Fransaya kaotîk, hinekî romans û dengekî dinyayî li kolanên Bellevîlleyê, li Parîsê. Keçeke sinoq î ji rehm û dilhebîniya dê û bav yekcar bêpar. Li xewleyên jiyanê bêper û parastin. Mezinbûneke bixweber î bêhemd û derbederiyeke li navê -ku di her jena dil de, wateya tenahiyê ne kêmî ya mirinê ye li ba-la wê.

Bejna qutikî, kurtepista huznê, yan jî beytika peyariyan, beytika biçûk! Deng û bîreweriyeke bêguman têrkarîger û xwedî asoyên nûansîftir; hem ji muzîka fransewiyan û hem jî ji muzîka ewropayê bi giştî. Stranbêja herî navdar a stranên evînî. Di her strana ku strayî de eklên ciyawaz, wateyên dîtir û helbet romantîzmeke Pîafane!

Li hêlekê jiyaneke ku hê di cenînê de lebikî; ku hîç jî ne nola romansên wê romantîk, lê û belê têra xwe huzunbar û nevrotîk. Koranî, evînên merezî, husranên bêemsal, çend zewac û êşa kezebê bi ser de hatin. Helbet çi wekî jinekê, çi jî wekî hunermendekê bi serboriya xwe giha, têr êşiya, têr helak bû lê jê havilî jî.

Li hêla dîtir jineke jinane ku bi qasî jiyanê girîft û xaçepirsane, azad, dirinde, alozîhez, livbaz û zexm, zexm û asî bi qasî kuçeyan. Bohem bi qasî Baudelaire; bêpaxaw bi qasî Nerval û tibabekî asîtir ji Rimbaud! Û danheva pir tiştên dîtir, ku nayên gotinê, galegalê.

Di 1915’an de li Bellevîleya Parîsê hate dinê. Hê 2 salî bû, diya wê ya li kuçeyan stranbêj, ku digot “ez ê bibim strnabêjeke bi nav û deng”, terka wê kir û da dû baboka xwe! Bavê wê kontorsiyonîst bû (şovmenê airobîkê-zilamê lastîkî), ew jî ne kêmî dê bû! Di 4 saliya wê de, menenjîtê lê xist û her du çavên wê hitim kor bûn. 2 sal bi şûnde, ji qewlê wê ve “mûcîzeyeke nebînayî” qewimî û çav lê vebûn! Strana ewil di 12 saliya xwe de stra. Li kabareyan demeke dirêj kar kir, çi stranbêjî, çi paqijî, çi firaxşuştin. 18 salî bû zewicî û keça wê Marcelle çêbû. Marcelle hê 2 salî bû, menenjîta ku li çavên Pîafa hate rehmê îcar li kezeba Pîafê (Marcelleyê) hate xezebê û Marcelle kire ax! Di 20 saliya xwe de, di rojeke ku dîsa li kuçeyê distra de, Louis Leplêe ew keşif kir û nav lê danî Edîth Pîaf.

“Êş û evînê û kolanên Parîsê ew kire Edîth Pîaf!”

Li dûr an li nêz, dera ku dilê wê lê dijene: Parîs; birîna wê ya bêcir î hîç nekewiyayî: mirina Marcelleyê; bîranîna wê ya herî jinane: ramûsana ewil; rengê wê yê herî favorî: şîn; dengê pîanoyê: hemû dengên xwezayî; tişta ku Ew kiriye Ew: êş, eşq û dengê Wê û perdeya dikê ku li hêwanê dinavbere; wateya şevê û nefesê: hezkirin hezkirin hezkirin; temiya wê ya li jinekê, li keçekê, zarokekê: hez bike!

“Ez Edîth Pîaf! Ew jina şêt, dilodîn! Hatim û diçim. Li dû min 48 mûm.

Bi xatirê we perdeyên erxewanî, Parîs û heyv, kolanên tenha û lewlewa Pîafperestan. Bi xatirê we eşq, hezkirin, dengê min, pîano, berê êvaran, Ezîze Teresa, Îsayê zarok, zengilê dêran û Olympia û Olympia û Olympia.”

Edith Pîafa nexweş lê çik î can ku hê payiza paşîn a temen jî lê nedabû ber dêrî, 48 salên mişt (1915-1963) bi xweşî û nexweşiyan, bi berhem û skandalan li dû xwe hêla û xatir ji vê dinyalika gewrik xwest. 40 hezar hezkirên wê beşdarî li merasîma cenazeyê wê kirin.

Îro navê kolana herî mezin a Bellevîlleyê, “Kolana Edîth Pîaf” e. Ji her kafe û bar û kargehên wê, dengê Piafê berz dibe. Her wiha balkêşiya Bellevîlleyê jî ne kêmî Pîafê ye. Li Bellevîlleyê bi piranî ji welatên parzemîna Afrîkayê û welatên rohilat, zêde zêde penaber dijîn. Û tê gotin ku li Bellevîlleyê, ji ziman û dialektên netewe, etnîsîte û kom û qebîleyên cur bi cur, bi nêzî 140 zimanî têt axaftin!

Têbinî: spasiyeke jidil ji vir û Parîsê, ji bo Elîfê, “Xweha Edîth Pîafê!” ku hin agahiyên hêja derbarê Edît Pîafê de dane min.

Hin Nivîsen Nivîskar

Xweha Sêdarê

  • 06 Berfanbar 2008

 Li dû Sêdara MAHABAD’êXweha Sêdarê, zarê min ketiye tevzê. Hûrik hûrik dinehwirîne û wiha jî nermik Zêmara ji ben vebûyî. Ez...

Ji 'şehîda hukmen' re

  • 19 Sibat 2008

 Li dû “dilek”ê, ango Dîlekê dil da axêMebêj “kê gul dîtiye li Sibatê?” Min dît bi serê sibehê, Gulan ma stûxwar....

Sivikrexne-nivîsek: Li Ser Pêşbirka Wêjeyê Ya Huseyîn Çelebî

  • 23 Sermawez 2012

Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê (YXK) li Almanya, îsal 20’emîn Pêşbaziya Wêjeyê ya li ser navê pakrewanê kurd Huseyîn Çelebî li dar xist. 20...

Hemû Nivîsen yeqîn h.

yeqîn h. kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Festîvalê fîlmê ku dê restore bike diyar kir

ad

Hemû awir zivirîn ser Babê

ad

Hevdîtina Zimanê Zikmakî

ad

Klîba Hefteyê: Ayfer Duzdaş

ad

Mala wê jî şewitî!

ad

Belaş av belav kir, ji serokatî hat girtin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname