Hevoksaziya lêkêrên gerguhêz û negerguhêz
Yaþar Eroglu
Dema min wergerin kirin, ji bo hin pêdiviyan serê xwe êþand hevoksaziya kurmancî bala min kiþand. Min dît ku hevoksaziya (sentaks) zaravayê kurmancî tenê bi bi qalibekî ve ne hevgirtî (standart) ye. Ango di kurmancî de du cure hevoksazî hene. Nizanim beriya min kesekî bal kiþandiye, kesek li ser sekiniye yan na (ez heta niha rastî vê nehatime) ezê li ser vê mijarê bisekinim û dîtinên xwe bi we re parve bikim.
Wekî min got di zaravayê kumancî de du hevoksazî hene. Di bikaranîna her yekî de hevok li gorî qalibekî saz dibe û ev yek ne îstisnaî ye. Min dest avêt, ez binivîsim;
Xwendevanê min di Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn de dixwîne
û ez lê vegeriyam min nivîsî,
Xwendevanê min diçe Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn
Min nihêrî du cure hevoksazî derketine pêþ min. Ez li ser van her du qalibên hevoksaziyê fikirîm, ez pê hesiyam ku yek hevokeke ku bi lêkereke gerguhêz ve hatiye avakirin e, ya din a bi lêkera negerguhêz ve hatiye avakirin e. Ji bo ku ez rast tê bigihîjim min hevok wiha çêkir,
Xwendevanê min dixwîne di Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn de
û wiha jî
Xwendevanê min Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn diçe
Lê bi her du ceribandinan jî saziya hevokê xira û serûbin dikir. Hûn jî baþ dibînin ku her du awa jî hene û pêlîstina bi her yekî re hevok xira û bê wate dibe.
Bala xwe bidinê her du lêkerên me ne yek awa ne. Lêkera pêþî xwendin e û gerguhêz e. Ya dû re tê çûn (çûyîn) e û negerguhêz e. Min pir lêkerên gerguhêz û negerguhêz ceribandin heman rêziman heye û yek jî awarte derneket. Mînak,
Min dar þikestand,
Min av vexwar,
Te stran got,
Min ew dît û hwd.
Ji bo negerguhêzan,
Ez diçim bajêr,
Tu direvî mêrgê
Ew radibe ser piyan û hwd.
Wek rêziman divê çawa bê nirxandin? Lêkerên gerguhêz bê birêser nayên bikaranîn. Heke di hevokê de bireser tune be jî dîsa mantiqê hevokê bi birêser e. Ango bê gotin,
Min xwar, di vir de diyar e ku tiþtek hatiye xwarin; sevek, nanek, xwarinek û hwd. Hînga rêzimana hevokên gerguhêz e; her tim birêser dikeve navbera kirde û lêkerê (pêveberê). Em dikarin hevoksaziya lêkerên gerguhêz wiha formule bikin:
Kirde............. birêser............ lêker (pêveber)
Heke we bala xwe dabê ev hevoksazî mîna hevoksaziya zimanê tirkî ye:
Öðrenci kitap okuyor. (gerguhêz). Kirde ...Öðrenci -birêser....kitap - lêker (pêveber) okuyor
Me got, kurmancî bi awa hevoksaziyan pêk tê. Di gelek zimanên biyanî yên pê hesiyane tenê yek hevoksazî heye. Geguhêz û negerguhêz tenê bi yek hevoksaziyê pêk tên. Ji ber ku em ji nêzik ve diþopînin, em baþ dizanin ku du hevoksazî di zimanê tirkî de nîn in. Ya ku ez dizanim zimanê îngilizî û almanî jî wisa ne. Texmînî dibêjim zimanên ewrûpî yên din jî wisa ne. Bi heman zimanan hevokên mînak, lêkerên gerguhêz û negerguhêz,
Öðrenci kitap okuyor. (gerguhêz)
Öðrenci okula gidiyor (negerguhêz)
Der shuler liest das buch. (gerguhêz)
Die schulerin geht in die Schule. (negerguhêz)
The student is going to shool. (gerguhêz)
The student is reading a book. (negerguhêz)
Bala xwe bidinê qalibên hevoksaziyê naguhire; bikaranîna gerguhêz û negerguhêz bi heman hevoksaziyê pêk hatiye. Lê di hevoksaziya kurmanciyê de tenê yek awa nîn e. Bikaranîna lêkerên gerguhêz diþibe tirkî lê ya îngilîzî û almanî diþibe negerguhêzan. Di tirkî, îngilîzî û almanî de hevoksazî bi yek awayî hevgirtî ye.
Di lêkera gerguhêz de birêser hîkariyê li hemû avaniya hevokê dike. Birêser dikeve navberê lêkerê diþîne dawiya hevokê. Ji ber ku tiþtê diqewime bi amûra birêserê pêk tê. Em dikarin bêjin ku teþeyê avaniya gerguhêz di kurmancî de ne teþeyê hevoksaziya bingehîn e. Çendî ku lêkerên gerguhêz di demên din de jî li ser qalibê hevoksaziya Kirde............. birêser............ lêker (pêveber) çêbin, hevoksaziya kurmancî ya bingehîn ne ev teþe ye. Ku li jêr me hevoksaziya negerguhêzan rave kir ji çi ber ev wisa ne, em ê bidin xuyakirin.
Hevoksaziya lêkerên negerguhêz hevoksaziya kurmanciyê ya esas e. Hevoksaziya kurmancî pir diþibe hevoksaziya zimanên îndo- ewrûpa. Di lêkerên negerguhêz de hêmanên esas ên hevokê ev in;
Kirde......... lêker ........ birêser
Dêhna xwe bidine hevokên îngilîzî û almanî yên li jor, hûn ê bibînin ku lêker di dawiyê de nîn e, di navbera hevokê de ye û pîþtî kirdeyê tê. Forma me û ya wan heman awa ye:
Tu diçî malê
You are going home
Du gehst haus
Têgihîþtina vê, bi daneheva xwe ve ez dikarim bêjim taybetiyên zimanê kurdî diþibine malbata zimanê îndo- ewrûpî, ji ber wê jî hevoksaziya esas a kurmancî hevoksaziya lêkerên negerguhêz e. Dibe ku daneyên din jî hebin lê ez tenê dikarim vê yekê derxim pêþ. Ji bo vê jî lêhûrbûneke din divê, ew jî dibe mijara nivîsareke û demeke din, an jî belkî kesên din.
Di bikaranîna lêkerên negerguhêz de kirde lebat (aktîf) e, birêser tebat (pasîf) e. Berevajî vê di lêkerên gerguhêz de kirde tebat e, birêser lebat e. Di hevokên gerguhêzan de, kirde liv û lebatê kifþ dike, di ya negerguhêzan de kirde heman rolê dilîze. Belkî ev fikrekê bide me. Gelo hêmanên hîkariyê li lêkerê dikin nêzî lêkerê cih digirin?
Ez diçim malê.
Ez nan dixwim. Ez misoger nabêjim lê ev yek daneyeke pir xurt e. Jixwe çêkerên hevokê di zimanê îndo- ewrûpî de li ber bifinê kirdeyê ne. Ango çêkerên lêkerê, yekser lêkerê qumande dikin. Nêzikbûna wan wek sedem bê nîþandan ne ji hiþ û aqil dûr e. Madem têgihîþtineke wisa tê bîra mirov hingê em bêjin, ji bo lêkerên negerguhêz nêzikbûna kirde û lêkerê; ji bo lêkerên gerguhêz jî nêzikbûna birêser û lêkerê dikare wek yek ji sedemên du hevoksaziyên kurmancî bê nîþandan. Zelalkirin û encamlêanîna vê yekê maye ser xebatine kûr.
Carinan tiþtin serê mirov tev li hev bikin derdikevin pêþ. Belkî berevajî kifþkirina me dixuyên. Ev hevokên xapînok in, dibe ku mirov pê bixape. Mînak,
1--Ez li nav malê digerim.
2- Ez li malekê digerim.
3- Ez ber bi deþtê dimeþim.
Mînakên wiha dikarin rastî me werin û serê me tev li hev bikin. Di hevoka yekemîn de hevok ne tekûz e. Ango hêmanê hevokê yên esas kêm in (kirde.. lêker. birêser). Di vir de birêser nîn e. Di dewsa wê de hoker heye, cih nîþan dide. Li ku derê digere? Li nav malê digere. Lêker negerguhêz e, hoker ketiye navbera kirde û lêkerê. Ne xema hevoka lêkera negerguhêz e, lebatiya kirdeyê naguherîne, hoker hîkariyê bi lêkerê nake. Li nav malê ne be jî ez digerim, li nav malê be jî, ez digerim. Tesîra gerê tenê li kirdeyê dike. Ez ji bo te digirîm, wek vê hevokê ye. Di vir de te ne birêser e, lebat pê nebûye, tenê sedema girînê diyar dike. Em dikarin mînakan zêde bikin.
Mînaka duyemîn bi lêkera lê gerîn pêk hatiye. Lê gerîn hevokeke negerguhêz e. Wek teþeyê gerguhêzan bi cih bûye. Di vê hevokê de birêser heye lê tebat e, tu hîkariyê li lêkerê nake.
Mînaka sêyemîn jî wek yên din e. Ber bi deþtê hîkarîyê li lêkerê nake. Min ev mînakan dan, bi rastî jî derdikevin pêþ me, lê ev rewþên awarte ne. Esasên hevoksaziyê nîn in.
Ez dikevim þikê ku gelo hevoksaziya rast a van hevokan divê wiha bibe û em wek awayê li jor bi hevoksaziyeke çewt bi kar tînin.
1--Ez digerim li nav malê.
2- Ez digerim li malekê.
3- Ez dimeþim ber bi deþtê.
Ango bi rastî awayekî ne îstisnaî ye, ne xapînok e lê em bi awayê çewt bi kar tînin û xwe dixapînin. Dibe ku di vê formê de hîkariya zimanê tirkî ketibe ser zaravayê kurmancî, haya me ji guherandina hevoksaziya xwe ya bi qalibê tirkî nîn e? Ev jî mijara nîqaþeke din e.
Hin caran di hevoksaziya kurmanciya herêma Botan û Behdînanê de rastî qalibê vê dawiyê min dan hatime. Lê ez teqez nikarim bêjim wisa ye, ji ber bi xasma min li ser wê derê lêkolînek nekiriye. Heke di qalibê vê herêmê de ev hevoksaziya dawî hebe jixwe tu pirs tune ye. Ji ber ku yek ji herêmên hevoksaziya kurmancî ya resen a sereke jî ev in. Dibe ku yên herêmên din di bin hîkariya tirkî de xira bibin.
Zimanê kurdî ji pir aliyan ve hê teqez nehatiye zelalkirin. Hewce ye, di serî de hevoksazî gelek aliyên zimên ji bo ronîkirinê bên zelalkirin û lekolînên zanistî lê bên kirin. Ev mijara ku bala min kiþand jî tenê serê xwe hewceyî lêkolîneke berfireh e. Ev nivîsar tenê balkiþandinek e. Ev qalibê hevokên min dan,
1--Ez li nav malê digerim.
2- Ez li malekê digerim.
3- Ez ber bi deþtê dimeþim.
Jî hewceyî serêþandineke berfireh in. Li gorî rêzimaneke serûber sedemên vê hevoksaziyê çi ne, divê têr û tije bên zelalkirin. Bi awayî em ê rêzimana kurdî bikaribin tekûz bikin û qeydî daneheva zimanê kurdî bikin.
***
Nivîsa Yaþar Eroglu ya ku berê di Diyarnameyê de hatiye weþandin:
- Hin þaþiyên ziman ên Hînkera Enstîtuya Kurdî