Amed
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê Pirtûkxaneya Bideng a Kurdî vekir, kesên çavên wan nabînin, zarok, pîr û kal, jin, kesên li ser zargotinê dixebitin û kesên xwendin û nivîsê nizanin dê ji vê pirtûkxaneyê sûdê wergirin....
Midûrtiya Şaxa Astengdaran a Şaredariya Bajarê Mezin ev xebat da dest pê kirin. Pirtûkxaneya Bideng ku bi qasî 6 mehan binesaziya wê hate danîn, wekî stûdyoya qeydê ya derece yek hate dîzaynkirin. Di pirtûkxaneyê de mîkrofona profesyonel, karta dengî ya qelîteya bilind, kargêra efektê û amfîya berguhkan li xwe digire û di warê dengî de jî li gorî standartên navneteweyî ye. Pirtûkxaneya Bideng a Kurdî ji sermaweza 2014'an ve ye kar dike û heta niha 20 çîrokên zarokan, 2 weşanên zanistî û stranên 5 dengbêjan lê hatine tomarkirin. Demek pêş li ser malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî bi lînkekê dê ev qeyd bêne pêşkêşkirin.
Berpirsê Pirtûkxaneyê Mustafa Demîr diyar kir ku ev pirtûkxane ji bo kesên çavên wan nabînin hatiye vekirin û got, “Hem ji bo dabînkirina pêdiviyên perwerdeyê hem jî ji bo bicihanîna pêdiviyên wekî roman û pirtûkên din me dest bi girtina qeydan kir.”
Demîr, bal kişand ku ji bo bikêrî pêşxistina zimanê dayikê bê, em giraniya vê xebatê bi kurdî dimeşînin û wiha got: “Bi taybetî li bajarên ku zimanê kurdî lê nayê axaftin, her kesê dixwaze dikare xwe bigihîne qeydên me. Heta kes gava di siwareya xwe de bi rê de diçe jî dikare guhê xwe bide van qeydan.” Demîr, eşkere kir ku bi vê xebatê ew dixwazin zimanê dayikê bi pêş ve bibin.
Pêdivî bi dengkerên şareza heye
Demîr da zanîn ku pêdiviya wan bi dengkerên pispor heye ji bo Pirtûkxaneya Bideng a Kurdî û got, her pirtûka tê qeydkirin çêtir e bi tona dengekî cudatir bê xwendin. Demîr, da zanîn ku destpêkê ji bo dengkirinê wan gelek sûd ji şanogerên Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin wergirtiye û got, hê jî piştgiriya wan didome.
Dengdana Dengbêjan digihêje siberojê
Demîr der barê xebatên ser dengbêjan de jî agahî dan û got, “Xebata me ya hevpar bi Mala Dengbêjan re ku bi ser Şaredariya Bajarê Mezin e didome. Em vê xebatê bi navê xebata zargotinî ya dîrokî qeyd dikin. Em di van xebatan de efekt û muzîkê bi kar naynin. Bi vî awayî em ê dengê wan ê resen bigihînin siberojê. Her wiha em serpêhatî û çîrokên dengbêjan jî bi wan didin gotin û digirin bin qeydê.”
Demîr, daxuyand demên pêş de dê hemû qeydên wan li ser malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî bêne pêşkêşkirin û xebatên wan ên ji bo vê yekê berdewam dikin. Berpirsê Pirtûkxaneyê Mustafa Demîr bal kişand ser pişaftina ser kurdî û got ku ji bo kurdî di jiyana rojane de bînin pêş ew vî karî dikin. Demîr, eşkere kir ku ew dikarin ji bo dibistan û krêşên kurdî jî xizmetê bikin û got, ew ê van xebatên xwe bi Zarokistanan re jî parve bikin.
Pêdivî bi çavkaniyan heye
Demîr, destnîşan kir ku ew pirtûkan beramberî mafê telîfê distînin û digirin bin qeydê, ji ber ku şaredarî vî karî bêpere dimeşînin ev bang li nivîskaran kir: “Em ji nivîskar û weşangeran dixwazin ku pirtûkên xwe bi awayekî bêpere bi me re parve bikin.”