Diyarname
Kanala aîdê Lahûr Şêx Cengî ya bi navê "Zoom TV" ji aliyê Asayîşa Silêmanî ve hat girtin.
Lahûr Şêx Cengî û hevalên wî vê sibê hatin desteserkirin. Dadgeha Lêpirsîna Asayişê ya Silêmanî der barê wan de biryara girtinê derxistibû û ew vê sibê hatibûn desteserkirin. Dor nîvrokî jî hêzên ewlehiyê yên Silêmanî bi ser kanala Zoom TV de girtin û kanal girtin.
Metro Center ku saziyeke sivîl e û li Başûr li ser çapemenî agahiyan belav dike, ev biserdegirtin ragihand. Rêveberê Metro Centerê Rehman Xerîb got, "Ez hêvî dikim destdanîna ser kanalê ji bo demekê be."
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Lahûr Şêx Cengî û 2 birayên wî hatin desteserkirin
- Dixwazin Lahûr Cengî bigirin bin çavan / Lahûr Şêx Cengî kî ye?


