CULEMÊRG
Li Gevera navçeya Culemêrgê welatiyan ji bo ku fatoreya wan ên TEDAŞ’ê bi kurdî bên amadekirin serî li TEDAŞ’ê dan. Hate destnîşankirin ku di rojên pêş de welatî wê serî li şaredarî, Turk Telekom û Maliyeyê jî bidin.
Li Geverê bi daxwaza ku ”Ez fatoreya xwe bi kurdî dixwazim” 300 daxwazname radestî şefîtiya TEDAŞ’ê (Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Tirkiyeyê) hate kirin. welatiyên ku li ber avahiya BDP’a Geverê hatin ba hev û di nav wan de endamê Meclisa Partiyê yê BDP’ê Abîdîn Çogaç, Serokê BDP’a Geverê Osman Dara, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Şaredarê Bajêrganê Hûrşît Altekîn jî hebûn, heta ber şefîtiya TEDAŞ’ê meşiyan.
Kom ji aliyê şefê TEDAŞ’ê Kemal Adiyaman ve hat pêşwazîkirin. Di dema hevdîtinê de Serokê BDP’a Geverê Osman Dara axavitineke kurt kir û got ku ew dixwazin xizmetê bi zimanê xwe bigirin û ji TEDAŞ’ê xwestin ku êdî fatûreyên wan bi zimanê wan kurdî werin amadekirin û ji wan re werin şandin.
Komê 300 daxwaznameyên xwe yên ku dixwestin fatûreyên wan ê elektrîkê bi kurdî ji wan re werin şandin radestî şefîtiya TEDAŞ’ê kir.
Dara diyar kir ku ew ê di rojên pêş de serî li Şaredarî, Turk Telekom û Maliyeyê jî bidin da ku ew jî fatûreyên wan bi kurdî amade bikin û bişînin.
Hate gotin ku piştî radestkirina daxwaznameyan polîs li TEDAŞ’ê geriyane û agahiyên nasnameyên xwediyên daxwaznameyan xwestine.