Diyarname
Mebûsê Şirnexê Hasip Kaplan li Cizîrê got: "Divê xebatkarên tenduristiyê yên ku bi kurdî dizanin li herêmê bêne peywirdarkirin."
Li Cizîrê Rojen Çand û Hunerê di navbera 22-24'ê mehê de li dar dikeve. Mebûsê DTP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan ji bo beşdarî çalakiyan bibe hat Cizîrê û çû serdana saziyan.
Kaplan ku çû serdana Odeya Tabîban a Şirnexê jî, da zanîn ku li herêmê kêmasiya dixtorên pispor heye, ji ber vê yekê serî li Muşteşariya Wezareta Tenduristiyê dabû û li ser vê yekê 6 dixtorên pispor hatin herêmê.
Kaplan da zanîn ku li Cizîrê piraniya hemwelatiyan bi tirkî nizanin û wiha berdewam kir: "Li herêmê piraniya gel nikarin bi tirkî biaxivin. Nikarin bi tirkî qala nexweşiya xwe bikin. Ji ber vê yekê me xwest dixtorên ku bi kurdî dizanin bişînin herêmê."'
Her wiha Kaplan xwest ku Keleha Cizîrê ku li kêleka Çemê Dîcleye bê parastin, deriyên wê ji bo gel bêne vekirin û ji bo çalakiyên çandî bê bikaranîn.