Ev demek dirêj e li ser ‘mirovên akîl’ nîqaşek heye. Bê çawa kesek divê nikaribe bêje –wekî Orhan Miroglu-ez ‘rewşenbîr im’ ez bawerim ‘divê’ nikaribe bêje ez mirovekî akîl im jî. Tiştên bi vî rengî ji şexsan bêtir tiştekî civakî ye. Yanî rewşenbîr jî û mirovên akîl jî divê ji ber xwe di nav wijdanê civakê de cih girtibe û di çavê civakê de gihîştibe mertebeyekê.
Îcar mixabin di nav civaka me de gelek kes hene ku ji xwe re lêdixin û ji xwe re dilîzin. Bi taybetî jî li Amedê, li bajarê ku em lê dijîn. Ev bajar mixabin bajarekî zêde ‘polîtik e’. Hûn karin bibêjin ku ma polîtîkbûn tiştekî ew qas nebaş e. Ji ber du sedeman, erê tiştekî nebaş e. Yek jê jiyanek ku xwe ji rihê civaka sivîl û kevneşopiya xwe dûrxistibe û ‘normalîze’ nebûbe ji bo civakê xetere ye, didu polîtîkbûna ku ji bo berjewendiyên şexsî tê bikaranîn.
Li bajarekî wekî Amedê normal e ku karsazek jî polîtîk be. Lê qet nebe min bi xwe hîn kesekî ku ev polîtîkbûna xwe ji bo bajarê lê dijî an ji bo gelê xwe bikar bîne nedîtiye. Kesên li vî bajarî eger di saziyên karsazan de bin nêzîkî desthilatdariyê ne û wekî gelek mînakên em dizanin dawiya dawî di rêxistinên desthilatdaran de xwe bi cih dikin. Ev xetek siyasetê ye.
Li aliyê din saziyên mîna mafên mirovan û hwd. jî di siyasetê de ji ber ku herdem mafên mirovan tên binpêkirin herdem di rojevê de ne û ji bo rêveberên wan saziyan jî cihekî nexareb e ji bo pêşerojê!
Xeteke din heye mîna baroyê ku bi zanebûn ne ji mizgeftê ye û ne jî ji dêrê ye. Lê kesên li vî bajarî dijîn an kesên siyaseta wan baş dişopînin baş dizanin ku mizgeft an dêr kengî derî ji wan re veke bi bazdanê diçin wir.
Îroj di nav vê komisyona ku hatiye avakirin de mixabin ji van sê xetan jî mirov tê de hene. Heta ez dikarim bêjim bi pêşengiya wan dest pê kir. Dibe ku wekî şexs ez heqê hinekan li vir dixwim lê ez qala xetê dikim. Jixwe min dikaribû bi nav jî bikira, lê mesele ne ev e.
Eger em hinekî vê mijarê vekin, ez dikarim bi rehetî bêjim ku ew kes jî dizanin şer bi wan nasekine. Me bi dehan caran çalakiyên bi vî rengî lidarxistin. Cara dawî ji 650 saziyan bêtir me deklerasyonek xwend û me got divê şer raweste. Mesela ez û Yuksel Genç jî di komîsyona rêvebirinê de bûn lê tenê rojek jî ne televîzyonê tirkan û ne jî rojnameyên tirkan pirsek ji me nekir û ev kesên din ku hin ji wan aniha parlementer in ji televîzyonekê diçûn televîzyoneke din. Ev mijareke din e lê xuyabû tiştê me yê bigota wê ne li gorî dilê wan bûya.
Aniha jî ev kes dibejin hey ev mirin didomin û tiştekî em bikin jî zêde tuneye qet nebe em jî bêne naskirin ku di rêxistinên mîna AKP, CHP û BDP’ê de siyasetê bikin. Lê ew siyaset jî ‘encex ve encex’ şaredarî û parlementerî be! Ma wekî din siyaset hebû gelo?
Ya din egoya mirovan ew qasî bi rehetî têr nabe. Birçîbûn tiştekî zehmet e. Dibêjin ya birçîbûna çav ji ya zik xirabtir e. Di yekê de pîvan hebe jî di ya din de tune ye.
Mixabin îroj mirovên me yên rewşenbîr kesên mîna Orhan Miroglu û kesên akîl jî ji xeta ku min li jor behsa wan kiribû ji wan in. Hêvî divê hebe an tunebe nizanim lê hêviyeke min ma ye ew jî civaka me ye. Nizanim ez şaş im an na?