Têgeh gava rast neyên bikaranîn naveroka wan jî qirêj dibin. Yanî gava mirovek li gorî sekin, helwest û mîsyona xwe tevnegere hûn bêjin ‘rewşenbîr’ jî hûn bikin nekin wate û nêrîna mirovan a li dijî rewşenbiriyê diguhere. Tiştekî din jî heye ku ev têgeh li gorî hêz û serdestan diguherin. Kesekî ji bo neteweya xwe, civaka xwe û bi kurtayî ji bo hemû mirovahiyê tevnegere û ji aliyê hin kesan ve wekî ‘rewşenbîr’ werin binavkirin bi xwe reproblemekê ava dike. Wê gavê wê bê pirsîn rewşenbîr kî ye û ji bo çi rewşenbîr? Li aliyê din kesek dikare nivîskarek be, heta dibe nivîskarek pir baş be jî lê ev nayê wê wateyê ku ew kes rewşenbîr e. Sartre ji bo wateya rewşenbîr dibêje; Tiştê ku rewşenbîr dike rewşenbîr ew e ku yê ku ji ber rastiyên demê nareve, pişta xwe nadê û hemû helwestên xwe li gorî van rastiyan diyar dike.
Hewce nake ku ez qala helwestên Sartre yê li dijî politikayên dagirkeran bikim û nexasim jî helwesta wî ya ku gava di sala 1964’an da diyariya Nobelê red kir ji ber ku difikirî ku wê ev tişt zerar bide berhemên wî û jiyana wî ya polîtîk. Demekê jî serokatiya dadgehên Russell kir ji bo qetlîamên li Wîetnamê hatibûn kirin. Îcar ez carinan difikirim rewşenbîrên ‘xelkê’ Nobel red kirin ji bo helwestên xwe ku difikîrin ku zerarekê bide politîkayên wan, yên ‘me’ ji bo vegera welatê xwe ku dîsa ji ber destê vê pergalê ‘revî revî’ reviyabûn li ser piyan li çepikan dixin ji vê dewletê re.
Ev çend rojin çapemeniya Tirkiyeyê dibêje wê ‘rewşenbîrên kurdan’ yên li derve dijîn wê werin ‘welêt’. Di vir de du tişt pir bala min dikişinîn. Û eger xwediyên van gotinên ku ezê li jêr navê wan binivîsim bersiv bidana ezê kêfxweş bibama. Di nav van kesan navê sê kesan pir derket pêş. Yêk jê Yaşar Kaya bû. Camêr di hevdîtina xwe de digot: Ez 74 salî me. Min çar emeliyat derbas kirin. Min ew qas lêdan û îşkence xwar. Lê dîsa jî ez dixwazim vegerim ‘yurduma’ ‘welatê’ xwe.
Min pir meraq dikir ku bêje ev ‘yurt’ e an ‘welat’ e. Tiştê ku min ji sazkirina hevokê fêm dikir ev bû ku digot; Her çiqas we îşkence û lêdan bi min kiribe jî ez hez ‘yurd’ê xwe dikim. Yanî qala yek cihî dikir. Bi gumana min jî ev yek Tirkiye bû. Wekî rewşenbîr êdî navê welateke wan jî tunebû. Yan jî ji bo hatina ‘vir’ newêribûn qala navê welatê xwe jî bikin. Lê ez tu car ji bîr nakim gava Mehmet Sincar hatibû kuştin wekî Serokê DEP ê li ser gora wî bê çawa li pêşiya her kesî sekinîbû!
Yê duyemîn jî Kemal Burkay e. Serokê Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê. Nivîskar. Helbestvan. Siyasetmedar. Aniha ji xeynî serokatiya PSK’ê bi karê nivîsandinê mijûl e. Qet nebe em wisa dizanin. Siyasetmedarên bi dehan salan û li gorî çapemeniya Tirkiyeyê rewşenbîr û nivîskarê mezin Kemal Burkay li ser telefona Serokwezîrê Tirkiyê RTE (ku êdî ev tîp marqe ne, ji ber vê wisa dinivîsim) biryara vegerê stendiye. Wekî hûn jî dizanin mafê her kesî heye ku li her derê bijî. Lê du tişt pêşiyan vê yekê digirin. Yek jê rewşa aboriyê ya diduyan rewşa siyasî ye. Pereyên we hebin jî ji ber ku hûn qedexekirîbin hûn nikarin li welatê xwe bijîn. Gava hûn ji welatê xwe ‘reviyabin’ ji ber destên dijminên xwe û gava hûn vegerin divê ji wan kes nemabin, bi kêmasî feraseta wan. Yan na tu wateya we ya ku we ew qas bedel daye namîne. Tiştê ku îro hatiye guhertin tenê ev e; êdî hûn li ber çavê malbata xwe nayên revandin û nayên kuştin. Wekî din di hêla fermiyetê de çi hatiye guhertin? Statuya kurdan ya siyasî çi ye, tiştên herî sereke yê mirovahiyê mîna perwerdehiya bi zimanê zikmakî di kîjan astê de ye û hwd… Kîjan tişt hatine guhertin? Desthilatdariya Tirkiyeyê ji bo munesebeta Yekîtiya Ewropa hin gavên qaşo demokratîk avêtiye û ev yek ji bo her kesî û her şexsî ye. Jixwe Yekîtiya Ewropa bi xwe jî gava daxwazên kurdan tê rojevê ji bo berjewendiyên wan xera nebin dibêjin; em bikaranîna mafê şexsî diparêzin lê ji yên komî re NO! Jixwe desthilatdarên Tirkiyeyê di serî de jî RTE gava ev mijar vedibin bi awayekî tund dibêje; kurdino hûn dikarin li malê xwe bi kurdî bipeyîvin lê hûn nikarin ji min re qala perwerdahiya zimanê xwe bikin. Ew qas!
Îcar birêz Kemal Burkay dibeje ku ez polîtîkayên AKP’ê dipejirînim û yên BDP’ê jî rexne dikim. Ser çavan. Ew mafê te jî heye lê bi gumana min tu rewşenbîr bû! Çawa ji bo rêxistineke ku îro desthilatdar e hûn bi dilekî rehet dikarin van yekan bibêjin. Pirsa min ya dawî ji cenabê wî heye. Tu dikarî bêjî; Birêz RTE min vexvandiye welatê xwe (min) Kurdistan. Ezê jî herim welatê xwe bi serbilindî bijîm. Bi gumana min kesên rewşenbîr qet nebe dikarin navê welatê xwe jî bi eşkere bêjin (di TRT 6’ê de be jî).
Yê sêyemîn jî Yilmaz Çamlibel e. Bi kurtayî birêz Çamlibel dibêje; îroj du rêxistin hene. Yek Kemalîst û yek jî BDP’a ku dibin tahakuma Ocalan de ye. Bi her duyan jî tiştek çareser nabe.
Ez bawerim wekî rêyeke sêyemîn difikire. Xuyaye ji ber ku ew ne tu hêz in wekî rêxistina sêyemîn ku wê van tiştan çareser bike AKP difikire. Çi bêjim eger ev hersê siyasetmedarên ‘serbixwe û rewşenbîr’ bi hikumeta Tirkiyeyê re wê pirsgirêka kurdan çareser bikin ezê li ser navê xwe kêfxweş bibim. Berî ku werin vir ‘yurd’ê me wekî sê kesan û wekî alternatîfeke ‘sêyemîn’ bi hev re biçin bernameya Helîm Yûsiv ya ‘Gava Sêyemîn’ di der heqê projeyên xwe de me agahdar bikin wê raya giştî jî kêfxweş bibe. Ma kêfxweşî para min tenê ye!
Têbinî; Destê min negeriya li ser Şivan Perwer tiştekî binivîsim. Lê tenê ezê tiştekî bêjim ya ku di dilê min de ma. Eger Şivan bi rastî jî li gorî gotinên xwe bûya gava TRT 6’ê ala Kurdistana Başûr sansur kir -ku di wê vîdeoyê de Şivan bi zanebûn danîbû piş xwe- û Şivan ji bo vê yekê tiştek negot û dîsa jî derket bernameya TRT 6’ê tiştekî ez jî bêjim nema. Ha kevir li cer ket ha cer li kevir ket!


