logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  2. Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
  3. Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Meseleya wijdanê!

  • Dîrok: 01/11/2014
Her çiqas ku nivîskarê başûrî Ahmet Muxtar Caf ev serenav kiribe navê pirtûka xwe û mijar bi awayekî wêjeyî vegotibe jî, lê belê meseleya wijdanê hê jî meseleyeke wijdanî ya mirovî ye.
*
Çi dem, ku mirov ji kes bû pir kes, ku pir kes bûn kom û girse pêdivî pê bû, ku têkliyên kom û girseyê li gel hev, li ser milkekî hevpar, bi hev re jiyînê.. çi dem ku tekakes di nav girseyê de (hê jî nehatiye fêmkirin ka kes çawa bû xwedan milk) li ser erdekî hevpar ku tekakes jî bû xwedan  milkekî şexsî û bi vî hawî ku çîna zadegan derket holê, mirovê ku ji çend bavan, ji çend zikan berî wê parçeyekî ji keriyê hov bû, ku bû xwedî mal û milk û hinekî jî hêz, hate dîtin ku êdî wijdana mirov bi têra sazkirin û belavkirina heq û mafên girseyê û mirovên ji ehlê cîhanê nake û ji hingê ve pêdiviya danîna zagon û makezagonan çêbû.
Ango, wijdana mirovî ya pak li hêla şekalan dan rûniştandin û ‘li ser esasê hebûnekê, tiştekî, milkekî, lê ne mafekî’ zagon û makezagon li jora odeyê, qaşo li ser koşkê heqiyê dan rûniştandin. Û ji yên li civata haziran rûniştî re hate gotin: ‘heke milkekî te hebe tu xwedan maf î, lê ku milkekî te tunebe?’
Yên li bajarê min dijîn dizanin, hemû dînên ji baqilên hazir çêtir, li ser peyarêyan dimeşin û di ber xwe de dikin pile pil: 
‘ku min pê girt te jî pê girt, min pê girt te pê girt, min pê girt te pê girt…’ 
Li pişt kursiyên dadgerên li Tirkiyê wisa nivîsiye: “Adalet mulkun temelîdîr” ‘Dad bingeha milk e’ û li ser dîwarê dîwana meclisa wan jî wisa nivîsî ye: “Egemenlîk kayitsiz şartsiz mîlletîndîr” yanê ‘desthilatdarî bê şert û merc a gel e’
Niha hûn dibêjin de  here lo! ma tir li ku das li ku û ev’a çi eleqe!?  
Hûn jî dizanin ma ne! Ew her tim bûye sedema pirseke bê bersiv; ‘gelo li Tirkiyê dewlet milkê gel e yan gel milkê dewletê ye’? 
Lê belê, guman jê nîn e, li vî welatî çi tişt û çi milkê ku heye li ser navê tirkan hatiye tapûkirin, ê wan e! Makezagona wan wisa dibêje, wisa nivîsî ye.
Rast e, li welatekî ku mirov her cure bêdadiyê, zilmê, zordariyê, dirûtiyê dike û rûyê xwe yê qirêj (bi zagon û makezagonên ku heta îro tu caran dad û maf nedane kesî) sipî û pak dike, xwe mafdar dinimîne, ku milkê te tunebe, tu kes te tiştekî nahesibîne, dost û heval jî wekî ya ku ji dewleta xwe hîn kirine, ku milkekî te tune be, wekî nîşana hêzê eger ku li ser gurmika te pirpirk tune bin, bawer bikin silavê jî nadin te! We nizanim, lê hatiye serê min, ez dizanim..!
Meseleya wijdanê ne tenê li vî welatî, li hemî welatan; çi sosyalîst, çi kapîtalîst, çi monarşî, çi dîkta, û çi jî yê ku li ser bingeha zagonên-ayetên xwedayî hatine damezerandin û li hemî cihên ku mirovan ji serê xwe zêde kirine û ji xwe re desthilatdarî ava kirine wijdan radestî zagonên-lîstikên rovî-yan hatiye kirin û ew zagon jî li ser hebûna milkekî ku mirov bi darê zorê ji mirov zeft kiriye hatine danîn-nivîsîn…
Û dîsa, hatiye û tê dîtin û jiyîn; ne zagon-ayetên xwedê, ne makezagonên dewletî û ne jî diruşmên Marksî ji çaresekirina maf û arîşeyên mirovan re hê jî nebûne çare. 
Û ku qûş li wijdanê hatibe qetandin, maf û heqê yên ku bo milkekî hevpar ê çînekê, komekê, neteweyekê can dayî can didin axa sar jî dê hûrê hinan biwerimîne-binepixîne!   
Ji ber ku, cîhan a hemî mirov û zîndewaran e û ew di nav hêz û desthilatdariyan de hatiye dabeşkirin; eger ku milkekî te yê ku bi hêz-ekê nehatibe tacîdarkirin tunebe, ji bo te dad jî tune maf jî…
Hûn dibînin ne! Dibêjî qey çîrok a kurdan e û vebijêr wê di şeveke Kobanî ya berxwedêr de vedibêje…
Kobanî! Ma tu ne bajarê li bin ‘banê ko’ yî! Li wan deriyên te yên ku bi qibleya wijdanê ve vedibin, zagonên mirovahiyê yên sedsala 21’emîn ên gerdûnî pûç in, pûşt in.. lê û belê, her kêlîka berxwedêriya te ya kurd û kurdistanî alaleya keskesorê ya wijdanê ji nû ve vedijîne. Û giregirên ser mezin ên vî welatî ha ha dibêjin: Ha Kobanî ket, ha tu nemaye ku bikeve…
Giregirno! eger ku Kobanî bikeve, ku ket, wekî dînê bajarên min gotî ‘ku me carekê pê girt we sed carî pê girtiye’. 
Rast e, li cihê ku milkek heye zagona desthilatdariyekê derbasdar e, lê li cihê ku mirov, rastî û maf heyî… ma li wir makezagona mirovahiyê û cehwera mirov a herî pak û mirovî ku mirov-an delal û xweşik dike, ma nedivê li wir li cihê ku mirov lê heye wijdan jî hebe-hebûya!? 
Bêguman; li wir, li cihê ku mirov lê heye eger ku exleqekî mirovî yê ku ji aliyê hêz û desthilatdariyekê ve hê destdirêjî lê nehatiye kirin û hê nehatî lewitandin hebûya, eger ku mirov wekî mal û milkekî li mirov nenêriya, eger ku mirov ji bo mirov negota ‘ew mal, ev milk ji min re divê, ji min re nadivê! belkî li cihê zagon û makezagonên desthilatdariya zadeganî û yên hemû îdeolojî û çînên dijber ku bûne-dibin mînakên xirabe yên desthilatdariyên berî xwe, wê li cihê wan zagonên xirabe wijdana mirovan hebûya û wê li wir, li ser milkê cîhana ku her bihosteke wê ji alî hêzekê ve destdirêjî lê hatiye kirin û ji me hatiye stendin, dê  meleseyeke mirovî ya wijdanî tunebûya… 
Lê û belê! Dibe ku li hemû paytextên desthilatdaran zagon pêwîst û jêneger bin, lê ji Şengalê heya Kobaniyê, şik û guman jê nîn e, divê ku em kurdên bindest ji dagirkerên xwe pirtir xwedan aqil, wijdaneke mirovî, siyasî û exlaqekî bin… 


Hin Nivîsen Nivîskar

Em nikarin mirovatiyê hînî wan bikin!

  • 16 Tebax 2020

‘çivîk jî çûhin hatin ser erdê me; li şûrê hinan heyvok neqişandî bû li yê hinekên din xaç,ê me, di destê me de bi tenê...

Sed salê carekê!

  • 28 Adar 2016

Dema meriv li ber kompîtur rûdine û dixwaze nivîsekê lêbike, ji ber bûyerên li ser vê xakê diqewimin, ku ji serê nivîsê heya binê wê...

Jê-bir-in, bîr-kir-in

  • 11 Rezber 2014

Jêbira ku di destê mindalekî xwendekar ê dibistanê de dibe navgîna jêbirina xeletiyên nivîsê, ji tevahî pêvajoya wî xwendekarî de êdî...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Nivîskarê rûmete yê TUYAP'ê Cevat Çapan e

ad

Kişanak Îtalyade qey Sûr û Şirnex alîkarî waşte

ad

Li Rojava dibistanan bi boykotê dest pê kir

ad

Ji bo hilbijartina NRW bangek

ad

Mehek derbas bû, hê gavek pêş ve neçûye

ad

Mînakek ji bo xweseriyê: 'Bajardewletên' Swîsreyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • 10 09 2026
news

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

  • 10 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname