Diyarname
TÎHV (Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê) îsal "14'emîn Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan" li dar dixe. Ji bilî nîşandayîna online, li bajarên Îzmîr, Wan û Amedê bi awayekî fîzîkî li dar dikeve.
25 BELGEFÎLM HENE
Armanca çalakiyê balê bikişîne ser mafên mirovan. Di vê çarçoveyê de belgefîlm tên enîşandayîn. Mijara bingehîn a îsal "qedexeya ji bo îşkence û kirinên din ên xirab" e.
Ji nav Tirkiyeyê 12 belgefîlm, ji derveyî Tirkiyeyê jî 13 belgefîlm bi giştî 25 belgefîlm dê bêne nîşandayîn.
JI NAV BERNAMEYÊ HIN BELGEFÎLM
Di nav bernameya îsal de wekî "For Sama" (Sama İçin / Ji bo Sama), "Workers Cup(İşçilerin Kupasi / Kûpaya Karkeran), "Yikintilar Arasinda" (Li Nav Kavilan), "Taste of Hope" (Umudun Tadi / Tehma Hêviyê), "Of Fathers and Sons" (Babalar ve Ogullari /Bav û Kurên Wan), "Kraliçe Lear", "Emel Anne" (Dayika Emel), "Dengê Radyoya Rewanê li ku ye?", "Wergerandina Ulysses", "Ji bo Edaletê", "Dînamo Mesken" û hwd belgefîlm hene.
3 BAJAR Û ONLINE
Bername bi vî rengî ye: Di navbera 10-17'ê mehê belgefîlm bi ser malpera TÎHV'ê online dê bêne nîşadayîn. Belgefîlmên ji derveyî Tirkiyeyê hatine bi 250 temaşevanî hatine sînorkirin, lê yên din sînor li ser wan tune ye.
Li aliyê din li sê bajaran jî belgefîlm bi awayekî fîzîkî têne nîşandayîn. Di navbera 7-10'ê mê de li Navenda Çanda Fransiz a Îzmîrê li dar dikeve. Di navbera 15-17'ê mehê de jî li Wan û Amedê li dar dikeve. Li Wanê li Salona Baroya Wanê, li Amedê jî li Salona Mordem Sanatê dê belgefîlm bêne nîşandayîn.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
- twitter.com/diyarname1
- facebook.com/diyarname
- instagram.com/diyarname1
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com


