Gotine: “Pirs bi pirs meriv diçe mala Xwedê”
Nizam hin çûne yan na, lê em dizanin ne bi pirsan kilîta deriyê zanistên tibî û çêkirina navgînên teknolojiyê bi cerebeyan vedibe û ya zanistên civakî; dîrok-arkeolojî, ol, nijad, çand, ziman, zargotin, huner-wêjeyê jî bi şîrovekirina li ser daneyên lêkolînan vedibe!
Zanyarê tibê bi nebatan cerebeyan dike û encamê de derman çêdike!
Hosteyê navgînan ji hesin, polat, madên, dar û hwd. cerebeyan dike û encamê de navînek teknolojiyê dertê holê…
Ew cerebe tev bo zanistên tibî û navgînên teknolojiyê wisa dibe, lê bo zanistên civakî; yanê bo zanyariya binyata neteweyan, dîroka wan, çand û zimanê wan, ol û baweriyên wan, zargotin û hunera wan?
Em ê bêjin lêkolîn, lê lêkolîn bi serê xwe têrê nake, çimku lêkolîn bes berhevkirin e lê tiştê ji wî berhevkirinê hatî famkirin?
Kilîta ji tiştê hatî berhevkirin famkirin di şîrovekirinê de ye, hêza şîrovekirinê dikare encamekê ji berheviyên lêkolînê derxe holê, bide destê me!
Di nav bawermendan de ev rêbaz heye; dema merivê jidil bawermend lê bi têgihîştina xwe qels ku nikare derbarê tiştekî baweriya xwe de têbigihîje diçe cem seyda, şêx, pîr; pîr jî, şêx jî yan seyda jî bo bawermendê xwe baş serwext bike serî li rêbaza şîrovekirinê dide!
Yanê çawa ku bo zanistên tibî û navgînên teknolojiyê cerebe dibe kilîta deriyê kifşkirinê bo zanistên civakî jî deriyê rastiyê bi kilîta şîrovekirinê vedibe. Li holê çiqas lêkolîn û berhevî hebin bila hebin eger berhevkar nikaribe li ser wan şîroveyên rast bike ew berhevî kêrî tiştekî nayên. Çimku şûnpê û remzên civakan xwe di berhevkirinan de nadin dest, şîrovekirin dikare nasname û rastiya wan derxe holê, ku bi wê yekê re jî zanista civakî heyî dibe.
Bo şîrovekirineke nêzî rastiyê tiştê bala min kişandiye ev e; xwe ji her du hizrên desthilat bêrî kirin; bêalîtî, serbixwe, ji rastiyên hatine qebûlkirin ketina şikê!
Ne bi bandor û armanca hizreke desthilat bi hizir û çavekî serbixwe, bêalî xwe bi ser şûnpê, remz û metneke de xar kirin, helbet bi hevrûkirinan meriv digihîje rastiyên din!...
Mînak, li çiyayê Belî-nemrûdê arkeologan li bin du-sê peykerên yezdanên Komageneyiyan navên yezdanên zerdeştiyan nivîsandine, lê belê, şîrovekarekî baş-heke bi qestî nivîsandibe dê bizanibe ku di serdema Komageneyê de li rojhilat ne Sasanî Partî hebûn û baweriya partiyan jî wekî ya komageniyan ne zerdeştî mîtraîzm bû!
Lê bi şîroveyeke şaş an bi daxwaza dewleta mustemleke navê Ahûra Mazda li bin peykerê yezdanekî komegeniyan nivîsandine ku Ahûra Mazda tu car nebûye yezdanê komageniyan!
Yanê mesele şîrovekirin e. Eger ku ez jî biwêrim mesela dikarim derbarê Meleyê Cizîrî û Remezanê Cizîrî de şîroveya xwe li vir binivîsim, lê newêrim!...
Heke ez ê wê newêribim, qey diwêrim behsa sahneyên metnên Bowkoskî ya di romaneke kurdî de û kopye û texlîtkirina hêmayên Furûxê ya di helbesta kurdî de bikim? Na, newêrim!
Û tew di ser de jî ku rabêm bêjim ‘heke tirkekî spî û kemalîst ku bo pirtûka kurdekî ya bi tirkî nivîsandî gotibe: bi tirkiyeke bêqisûr û bedew nivîsandiye û pesnê wî nivîskarî dabe…’!
…
Yanê bi kurt û kurmancî; lêkolîn, berhevkirin û xwendin bi tena serê xwe rastiyê nadin destê me, lê bi hêza şîrovekirinê meriv dikare xwe bigihîne fam û rastiya ew lêkolîn, berhevî û metn di nava xwe de dihebînin! Bo bidestxistina wê hêza şîrovekirinê jî divê şîrovekarê lêkolîn û berheviyên civakî, yan xwendeyê metnan xwe ji armanceke siyasî û qebûlên civakî yên dîrokî, olî, neteweyî, çandî, zimanî, zargotinî û huner-wêjeyî dûr bixe; ne alî bêalî be, bi handana şikê û bi çavê perde bi ser de danekirî-yan perde li ser rakirî li tiştan binêre.
Yanê hêza şîrovekirinê kilîteke zêrîn a ku deriyê zanînên civakî vedike ye; ew kilîta zêrîn ne bi pesn û qebûlan bi şikê wî deriyî vedike û….