Behsa cîhaneke nû dikin; dibêjin piştî vê nexweşiya bi navê koronayê wê pergaleke nû ya cîhanê bê sazkirin…
Yeka çawa?
Di ajanda wan de çi heye, em pê nizanin; xem û derdê me, şanê di nav ên îro mirî de navê em nebe ye!
Çêkirina mêjûyê zîrek!
Pereyên krîptoyî!
Tovên gedoyî-nexwezayî!
Mirovên robotî!
Û dewletên kompanyayî (şîrketî) û kompanyayên dewletî! Û heta dewletên ku axeke wan tuneyî; Instangram, Facebook, Twitter, Mîcrosoft û hwd. ên ji dewletekê pirtir bi xwedan hêz û maf…
Çi ye ya ew plan dikin an plan kirine? Em pê nizanin, lê yê ku vî welatî bi rê ve dibe dibêje: em ê bi awayekî hê xurt di nav pergala nû ya cîhanê de cihê xwe bigirin. Bi çi awayî, wekî dewlet an wekî şîrket-dewlet û bi navê kîjan nijadê?
Lê em?
Dibêjin li rûyê cîhanê çend dewlet hene, di bin erdê de çandiniyê dikin, ê me ew jî tune…
Tovê heqîqî yê nok, nîsk, genim, garis, tirî û zebeşên me jî ji me stendin, bi hewes û bi kelecana ku li bênderê dê em ê çend kêleyan zêde rakin me bi çirtikan dev ji tovê xwe yî nediqediya, sal bi sal ji nû ve aj dida, berda.
Lê piştî vê nexweşiyê, siberoj heke qeyrana zadî-xeleyek bi ser me de were!?
Niha di destê me de tov jî nîn e, jixwe ku hebe jî, ku herî li seriyê çiyayekî, li geliyekî bi dizî bêjî ez têra qûtê salê yan arvanekî biçînim jî, nikarî.
Wê bi kulî û kêzikan, bi mêş û mozan êrîşî bikin. Qet nebe wê bi ewrekî nexweşiyekê lê bibarînin. Û wê me neçar bihêlin ku bi zadê wan ê çêkirî zikê xwe têr bikin; binexipin lê nebin xwedî bedeneke xurt ku li dijî nexweşiyan li ber xwe bide; jixwe yek jê sedema derketina van vîrûsan ew xwarinên wan ên ku meriv nizane ji çi çêkirine; meriv têr û qelew dike lê xurt nake…
Jixwe, di destê me de tovê gundorekî pelixî jî nîn e.
Bi tenê ew?
Naxêr!
Jixwe di dest me de nifşekî me yê dahûtiyê jî nîn e! Jixwe, bi makîneya di nav destan de û bi perwerdeya pişaftinê wan ew jî ji me stendin; bo wî nifşê min, ne zimanê min girîng e, ne çanda min, ne dîroka min, ne netew û nasnameya min; jixwe dibêjin di wê cihana ku pergalek nû jê re tê amadekirin de girîngiya ew tiştên ez dibêjim nîn e…
Belkî piştî deh-bîst salên din, gotin bes a çend neteweyên ziman, çand, wêje, huner, aborî û dîplomasî xurt û bihêz be. Çimkî li wê cîhanê jî zimanê pêwîst be, lê bo netewên din ên negihîştî mirazê xwe dibe pirsa neteweyê êdî ji ‘tedawîlê’ rabe-bê rakirin û dibe bi heman tarîfeyê miemele li olên evdan jî bê kirin(!)
Lê belê, dibêjin ên nifşê xwe yê pêşerojê bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi neteweya xwe, bi aborî û bi dewleta xwe ya xurt dê di nav a nû de cihê xwe bigrin û yê me, mixabin nifşekî me yê wê pêşerojê nîn e, nifşekî me yê ku bi tiştekî aîdî manewiyeta me li wir hebe nîn e, çimkî ji me stendin.
Çîmkî me go: ‘heke mesref aîdî te be; kerem ke, xulamê te be ezbenî…’!
Û ew nifşê ji me hatî stendin, niha ku fedî neke wê ji çavê dê û bavê xwe binêrê, bêje ‘ay baba, anoş… hûn çi îlkel in, kurdî û ew cîhana bê..’! Û ew ji niha de amade ne li ser navê netew-şîrketeke din daxilî wê cîhanê bibin.
Yê wan dibêje: em ê hêngê jî hebin, wekî aniha bi netewa xwe xurt û li ser piyan û bo netew dewleta xwe, bo netew şîrketa xwe plansaziyên xwe amade dike-dikin.
Lê ya me?!
Ya me ne dewletek me heye ne şîrketek me, ku bo wê cîhanê cihekî ji me re rezerve bike.
Lê me ji bo wê yekê û ji bo vê yekê, çendîn ku li hemberî berdêla hinan dayî ya me hîç’ek be jî, lê me jî li hêviya hilatina wê rojê, li benda wê azadî, sazbûna dewletî û xurtbûnê (ne kêm) nîv-emrek derbas kir…. (a we nizanim lê ya min hê jî ew xeyal e)
Lê na, helbet dê ew qas hêsa nebe û îlam, divê riyeke din jî hebe..?!
Heke na! heke ya dibêjin rast be, nexwe me pê girt, çû çem bi çem!!!
Têbinî: heke sê sal berî vê min nivîsek lêbikira û behsa tiştên îro diqewimin bikira dê hinan bigota de here lo! Dibe bo vê nivîsê jî teqez hinên bêjin ‘here lo, de tu jî…’
Bo wê bila ev nivîs li vir bimîne. Ne piştî sê sal din, piştî neh-deh salî din be, em car din wê bi bîr bînin-bixwînin; belkî ez xwedî pêşbîneke xelet im, xwezika!


