Ev meheke zêdetir e min Diyarê Me vala hiştibû. Helbet sedemên min hene: Ez li ser projeyeke nû dixebitim, her wiha nûçe gelek dema min digirin û ez demê nabînim ku Diyarê Me dagirim.
Lê min dît ku mijarên/notên li ber destên min pir bûne. Min xwest bibêjim çend gotinan li ser wan ku ev hemû mijar jî ji bo min, bi ya min girîng bûn:
Banga DTP'ê
- Diyarname jî têde di nav çapemeniya kurd a bi kurdî de zêde cih negirt vê mijarê: Banga DTP'ê ji bo endam, rêveberên wan ku heta niha ji wan dûrketine.
Heta niha ji HEP, DEP, HADEP, DEHAP'ê bigire heta DTP'ê, gelek kesên wekî serokên rêxistinên navçe û bajaran, endamên Meclisa Partiyê û cîgirên serokan, heta endaman gelek kes ji ber sedemên cur bi cur ji DTP'ê dûr mane. Tam di kêliya ku DTP bi ser ketiye de (di hilbijartina herêmî), di heman demê de tam di dema ku pêdivî bi yekîtiya kurdan heye de, di demeke ku pêvajoyeke zortir li ber kurdan heye de DTP'ê hefteya borî bang li kesan kir ku civîneke bi wan re pêk bînin.
Bang bêbersiv nema. Gelek kesan deng da û civîneke li navenda DTP'ê pêk hat. Û hêviya careke din xurtkirina DTP'yeke xurtir, beşdariyeke mezin ji rêveberên kevn û nû tev derket holê.
Belê ev bû tiştê girîng ji bo min. Bi ya min jî pêdivî bi yekîtiyeke, hatina sev cem hev a wan heye. Bi beşdariya kesên ku heta niha ji DTP'ê dûr mane dê diyar e DTP xurtir bibe, pêre jî têkoşîna kurdan a demokratîk a li Tirkiyeyê.
Lêdana zarokan
Par di Newrozê de çengê zarokek kurd hatibû kişandin li Culemêrgê. Li welatekî tam demokratîk tişteke wisa çênabe. Di rewşeke wisa de kesek wisa kiribe ew ji peywirê tê girtin, tê darizandin û tiştên bi vî rengî. Lê na. Û vê carê li zarokê kurd S.T'yê dan li Culemêrgê û di Roja Zarokan 23'yê Avrêlê de. Yanê di rojan zarokan de li zarokan xistin.
Vê yekê dilê min êşand. Min xwe li şûna wî zarokî hîs kir, serê min êşiya.
Helbet heta niha gelek zarokên me çengên wan, serên wan hatine şikandin; gelek jê jî hatine kuştin. Ev bûyer jî nîşanî me dide ku divê kurd zêdetir kurd bin. Ew zêdetir bibin ew. Ew zêdetir xwedî li ziman, li dengê xwe derên. Û du sal paşê dîsa hilbijartineke heye; Herhal ev yek dê neyê ji bîr kirin. Pêşî jî rewşenbîrên me divê vê yekê ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin.
Di 28'ê mehê de Şêxmûs Sefer di "Taxa Fila"n (1) de got, "Siyasetmedarên me neçûn serdana S. T". Heta wê rojê rast digot. Lê niha, yanê piştî wê nivîsê Şaredarê Culemergê Fadil Bedirxanoglu çû serdana S.T û malbata wî û piştgiriya xwe eşkere kir.
Ev tişteke baş bû, gavek din cih de bû; helbet ev karê rêveberan e û heta ji destê wan bê pêdivî bi xwedîderketina wan heye.
Helîm Yûsiv û Enver Karahan
Di meseleya rewşenbîriya kurdan, TRT 6 de hin nîqaş hatin kirin. Kesên wekî Helîm Yusiv, Bûbê Eser, Envar Karahan tiştin gotin li ser vê. Min xwest tiştek li ser Karahan bibêjim: Helbet mafê Karahan e neçe beşdarî televîzyoneke kurd nebe. Lê dema neçe beşdar nebe û biçe beşdarî televîzyoneke dewletê bibe bêşik dê mirov jî li gor vê tiştinan bînin bîra xwe.
Ger televîzyonê kurdan nîn ba gelo dê televîzyonê dewlete çêbiba?
Çiqas mirov ji hev hez neke jî mirov neçe li cem birê xwe rûnene (ku ew bir zerarê wî ji bo mirov heye nîn e jî dîsa mijara nîqaşê ye) here li cem xelkê rûne dê çawa be?
Em bibêjin birê te li ser rêya şaş be jî ger tu qîmetê nedî û wî venegerînî ser rêya rast dê xelq çiqas qîmetê bidin birê te û dê çiqas qîmetê bidin te? Dê nepirsin tu bi kêrî malbata xwe nayê, tuyê çawa bi kêrî min bê?
Wê rojê Karahan min li Stenbolê dît, li ser lingan me silav li hev kir. A rast min bi mijara ku Helîm Yûsiv (2) qal kir nedizanî, min bizanibiya minê pêre li ser xeber bida, sohbet bikira.
Tevgera bakur têk bibe dê çi be?
Berî niha bi sê çar mehan edîtorekî malpereke kurdan, di quncikê xwe de wisa gotibû: "Tevgera kurd a bakur ber bi têkçûnê ve diçe". A rast min nedixwest bikevim nav meseleya siyasetê loma min li ser nenivîsî; lê îro min xwe negirt, ji ber tişteke wijdanî ez mecbûr im vê gotinê bibêjim: Yek, têk biçe dê çi fêdeya wê bigihê te? Didu, piştî hilbijartina 30'ê adarê derket holê ku ji têkçûnê wêdetir xurtir bûye. Bi vê jî ev derket holê: Ew edîtor (bi taybetî ez nav nadim) xwedî tehlîlên şaş e, nikare pêşiya xwe baş bibîne. Yê ku nikare pêşiya xwe baş bibîne dê çawa bikaribe weşane baş pêşkêşî xwendevanên xwe bike.
Girtina DTP'yiyan
Di 14'ê meha borî de dest pê kir operasyona li hemberî DTP'yiyan. Helbet ev tişteke ku nayê qebûlkirin e. Lê ez vê bibêjim: Bi pasî min dît, DTP'yî ji vê operasyonê qet netirsiyan, belkî em dikarin bibêjin berevajî tesîra xirab, tesîreke zêdetir li wan kir ku ew zêdetir bên cem hev, zêdetir xwedî li têkoşîna xwe ya demokratîk derên.
Dibe ku heta niha wan gelek operasyonên wisa dîten lewma hînbûyî ne.
Greva birçîbûnê
Û wekî nota dawî, Greva Birçîbûnê ya DTP'ê ku li Amedê tevî dehezaran kesî li dar ket. Çalakiyeke balkêş e. Herhal li dinyayê yekemîn car e ku bi ew qas kesî, bi beşdariya hemû mebûs, şaredar û rêveberên partiyeke tê li dar xistin.
Şaredariyên DTP'ê
Gelek kêfa min hat ku DTP'ê li 99 cihan şaredarî bi dest xist. Û dê gelek kêfa min bê ku ew şaredar her yek li ciheke xizmetê ji bo gelê xwe bike.
Ev bar li ser milê wan şaredaran e. Barekî giran e. Çawa ku dibêjen "Her baca ku hûn bidin dê wekî av, elektrîk, rê li we vegere", her karek ku şaredar bikin dê wekî hurmet, wekî pîrozî, wekî dengek di hilbijartinê de li wan vegere. Miheqeq haya wan ji vê heye, lê ez jî ya dilê xwe bibêjim.
1- Şêxmûs Sefer, Derûniyek, Diyarname
2- Helîm Yûsiv, Derdên nivîskariya kurdî - 2, Diyarname


