Diyarname
Kurdî-Dera Batmanê ku nêzî du salan e xebata xwe ya li ser ziman dike vê mehê kongreya xwe li dar dixe,
Komeleya lêkolîn û pêşvebirina zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) a Batmanê nêzîkî du salan e ku kar û xebatên kurdî dimeşîne. Armanca sereke a komeleyê ew e ku bi xebatên xwe bike ku gelê kurd jî wekî hemû gelên cîhanê xwendin, nivîsandin, axaftin û di hemû qadên jiyanê de zimanê xwe bikar bînin. Bi vê yekê jî pêşî li pişaftin û xwepişaftinê bigrin.
Komeleya ku hê jî di sê astan de bi kurdî dersan dide 20'ê vê mehê kongreya xwe li dar dixe û li bendê ye ku her kes beşdarî kongreya wan bibe, piştgirî bide wan.
Ciyê Kongreyê: Avahiya komelê ye. (Xana Kar a OZYAŞA, Batman)
Dîrok: 20.06.2010, Roja Yekşemê


