logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
  3. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Çend gotin ji bo hêja Sadînî

  • Dîrok: 03/05/2020
Hêja M.Xalid Sadînî çendek berê nivîseke pesinandinê di derheqê  TRT Kurdî de weşand (1). Çima ket nava tiştek wisa ez nizanim. Min nivîs hinek dereng dît û ev çend roj in her di nav dudiliyê de bûm; binivîsinim-nenivîsin, çûm û hatim. Axir, gere bihata nivîsîn. 
Bêyî bikevim nava nîqaşeke siyasî, ez ê bikim ku ji aliyê rojnamegerî ve çend gotinan bibêjim. Ezê hin ji gotinên wî bi kurtahî wergerînim û di binî de fikir û dîtinên xwe lêkim.
*
Birêz Sadînî ji avakirina Komarê digire heta îro tîne. Dibêje, “Ev televîzyon serketina 70-80 salan a têkoşîna kurdan e”
- Ev rast e, lê dewlet dema vê rastiya te qebûl dike, rê li ber mafên te yên din vedike yan bi vê saziyê te xirab nîşan dide? Xala muhîm ev e bi ya min.
*
"Di sala 2009'an de ez helwesta 'em naxwazin' a li hemberî TRT Kurdî fêm nakim û ne mimkûn e fêm bikim jî."
- Werin em li dîroka vê kanalê binêrin: Hikumetên wê demê destpêka 2000'î de ji bo Tirkiye bikeve Yekîtiya Ewropayê, ji bo çend saetan, weşana bi kurdî (kurmancî, kirmanckî) dan dest pê kirin. Heta em gihîştin 2009'an rewş wisa dom kir. Di adara 2009'an de hilbijartina herêmî hebû, hikumetê ji bo di vir de bi ser bikeve bêyî bingeh hatibe sazkirin, bêyî kesên bernameyan jî çêbikin hebin bi rojek de biryara vekirina vê kanalê da û vekir. Di rewşek wisa de ka kîjan kurd dê biçûna ava xwe bixista ser vê coyê?
Piştî hilbijartinê ku tiştek neguherî, pê re jî rewş nerm bû, dê bê bîra gelek kesî di serî de Ahmet Turk (Wê çaxê Serokê DTP’ê bû) gelek kesên din roportaj dan kanalê. Vê yekê rê li ber normalbûna kanalê vedikir lê çi bû, bi ser re salek derbas nebû ev "TRT 6" teslîmê FETO'yiyan kirin, gelek rêzefîlmên di kanala cemaetê Samanyolu de dihatin weşandin ji bo kurdî hatin dublajkirin û di kanalê de hatin weşandin. Samanyoluyê ku bi van rêzefîlmên xwe bi tirkî çêrên kurdan dikirin, vê carê bi kurdî dest bi çêran kirin. Pirs ev e: Gelo tiştek normal bû kurd ji bo weşaneke wisa bêjin "baş e û em dixwazin?"
*
"Lewra TRT Kurdî li Tirkiyeyê di asta bilind e kurdî meşrû kir."
- Ger xalek baş a kanalê heta îro çêbûbe ew jî ev e û li vir em li hev dikin. Dîsa jî çiqas hewce dike mirov pesnê kanalê ku hê jî normal nebûye bide?
*
“Gelek mebûs û şaredarên HDP'ê bi çargavî dixwazin herin kanalên din lê ji bo TRT Kurdî roportajê nadin. A rast hay ji xwe tune ne ku dijî kurdî ne. Lê ya muhîm peyamdayîn e, ne muhîm e li ku ye."
- Birêz Sadînî dixwaze bibêje herin peyama xwe li wir bidin. Em wisa bêjin: Dê û bav, kal û pîrên me dizanin kanalên tirkî ne ê kurdan in, zêde guh nadinê jî. Dema kurdekî beşdarî kanalên tirkî dibe tenê wê kêliyê bi wê kanalê ve girêdayî dimînin, paşê ji bîr jî dikin. Lê kanalek bi kurdî dema weşanê bike zêdetir nêzî xwe hîs dikin. Ew çêran jî bikin. Bila kanalek bi kurdî weşanê bike, çêrê nirxên te bike û tu jî here li cem wan di heman bernameyê de biaxive. Gelo tuyê wan çêran meşrû nekî? 
*
"Bi rêzefîlm, sînema, çand, spor, şahî, bernameyên dîrokî û belgefîlman ev kanaleke gelek normal e."
- Bifikirin niha di gelek kanalên tirkan de rêzefîlmên kurdan xirab nîşan didin hene û ew bi kurdî jî di vê kanalê de têne weşandin. Ka me çi fêm kir? Birêz Sadînî dîroka kanalê wisa paqij nîşan dide, tu dibêjî qey ew rêzefîlmên Samanyolu nebûn di kanalê de hatin weşandin... Pirs ev e: Birêz Sadînî wan rêzefîlman qebûl dike gelo? Ha, ez nabêjim weşan sedî sed xirab e, lê diyar e ku sedî sed ne baş e û sedî sed ne normal e jî.
*
"Tenê di bernameyên nûçeyên wê û nîqaşên siyasî de hinek cudatî dixuya, ku ev jî tiştek normal e."
- Vê xalê wekî tiştek ji rêzê nîşan dide kekê min Xalid Sadînî. Hêja Sadînî yan tênagihê, yan jî rêyek şaş dide ber me. 
Du gotinên min hene:
1- Ji bilî îstîsnayan piraniya weşanên têne kirin li ser hin fikran têne kirin. Ev weşan jî bi vî awayî û jixwe weşana ku kanalek dike qanaleke "hêja, girîng, balkêş" bernameyên nûçeyan û bernameyên nîqaşê ne. Kanal bi bernameyên çêkirina xwarinê, yan bi pêşbaziyan nabe kanaleke balkêş, kanaleke bi teqdîr; berevajî, bi nûçe û nîqaşên siyasî dibe kanal û xeta wê diyar dibe.
Ez dikarim ji dîrokê jî mînakan bidim lê na, ezê ji îro mînakek bidim. Di roja îro ya Tirkiyeyê de (em jê hez bikin nekin ew tiştek din e) Foks TV (Fox TV) ligel ku ne kanaleke nûçeyan e bi nûçeyên xwe ji kanalên nûçeyan wekî CNNTurk, NTV û kanalên nûçeyan ên nêzî hikumetê zêdetir tê temaşekirin. Ji van kanalan zêdetir gel îtîbarê pê dike. Çawa mirov rabe bernameyên nûçeyan û yên nîqaşê wisa biçûk bibîne û hema bibêje çavên xwe ji bo wan bigirin?
2- Em kurd jî di nav de ev kanal bi baca gelên li Tirkiyeyê weşanê dike. Ji ber ku wisa ye divê bêalî be, li gor pîvanên rojnamegerî, mesela wekî BBC tevbigere ku em jêre bibêjin her bijî. Lê hem bi baca me weşanê bike, hem çêran li me bike ka çawa emê “cudatî”yên wê qebûl bikin û jê re bibêjin her bijî?
*
"Yê weşanê dike dewlet e û dikaribû alîgiriya partiya desthilatdarî normal bihata dîtin. Îro AKP ye, sibê CHP, du sibê partiyek din be jî dê heman tiştî bike."
- Xala yekê ev e, ger îro ev kanal bêedaletî dike divê em dijî vê bêedaletiyê derkevin yan em vê qebûl bikin? Ger îro aliyek e, sibê aliyek din jî bê dê heman tiştî bike em çima dikevin nava ev tiştê ku em rast nabînin? Yan sibê dema em bên desthilatdarî emê jî heman tiştî bikin? Gelo dixwaze vê bibêje?
Gelek nivîskar û rewşenbîrên kurdan belkî naxwazin herin beşdarî kanalê bibin, tu çima di nivîsa xwe de wan wekî alîgirên Yalçin Kuçuk û Dogu Perînçek nîşan didî? Belkî wijdana nivîskar û rewşenbîran ranagire here kanalek/weşanek, ma ji ber ku naçin ew îleh bûne aligirên Kuçuk û Perînçek? Ma ne eyb e mirov însanan wisa bi nav bike?
Di vir de emê dîsa gotinê bibin ser BBC. Mînakek nû heye: Di sala 2015’an de hikumeta Îngilistanê xwest butçeya BBC kêm bike, naveroka bernameyên BBC bide nîqaş kirin, bi gotineke din xwest mudexeleyê naveroka kanalê, bernameyên wê bike û ji bo vê mesele heta meclisê bir. Rêveberiya BBC bi daxuyaniyeke wisa bersiva hikumetê da: "...BBC ne saziya xebatkarên wê yan jî ya siyasetmedaran e, malê gel e. Hîsedarên me gel e. Pereyên rusqetê (weşanê) ew didin. Herî zêde divê em guh bidin dengê wan. Yê ku der barê pêşeroja BBC û radyoyan de biryarê bide jî ne hûn, lê gel bi xwe ye." (2)
Ger weşana TRT Kurdî wekî BBC ba, kîjan partî bihata jî ferq nekira û dîsa jî nivîskar û rewşenbîrên kurd neçûna kanalê me yê bi hev re ew rexne bikira. Lê mixabin ne wisa ye.
Belkî derveyî mijarê ye lê ev fikra hêja Sadînî me ber bi wir de jî dibe: Îro hemû şaredariyên li Tirkiyeyê ji bo rantê ne. Îro partiya A li ser e, sibê B, du sibê D ye, ferq nake, normal e... Partiyên dewletê çawa ji bo rantê dixwazin şaredariyan bi dest bixin, kurd jî bila wisa bikin? Partiyên A,B,C çawa kanalê bo xwe bikar tînin, dema partiya D jî bê ser gere li gor xwe bikar bîne yan wekî BBC li gor xelkê bikar bîne? Em vê rewşa kanalê “normal bibînin”. Guherîn bi vî rengî çêdibe gelo? Edalet li her derê, her cihî, ji bo her kesî, her kanalî ye. Em di saziyan/kanalan de edaletê nexwazin sibê dema em hatin cihê wan emê jî bibin wekî wan.
*
"Saziyeke çapemeniyê ya objektîf a bêalî qet çênebû yan jî ger çêbûbe emrê wê kurt bûye. Lewra gere em TRT Kurdî jî wisa binirxînin. Ji ber ku tenê kurdî diaxive ne rast e em jê li benda tiştên din bin û bendemayîneke wisa neaqilane ye jî."
- Baş e ger em ne li benda tiştek baş in em çima ew qas pesnê wê didin? Ger em ne li benda tiştên muhîm in berde bila jixwe re weşana xwe bidomîne, kî diçe-naçe ew dizane, tu çima însanan sûcdar dikî ku yên naçin wekî alîgirên Kuçuk, Perînçek nîşan didî? Li gor min dîtiye belkî sedî 80’yê nivîskar, rewşenbîrên kurd neçûne vê kanalê, naçin, ma hemû alîgirên Kuçuk û Perînçek in? Ma ne eyb e mirov însanên naçin bi tiştek wisa sûcdar bike?
Xala din jî ev e: Dîsa BBC... Li Îngilistanê BBC bi pereyên ji bacê têne girtin weşanê dike, berevajî gotina Sadînî, emrê wê ne kurt e jî, ji sala 1922’yan ve weşanê dike. TRT Kurdî jî bi baca ji gel tê girtin weşanê dike. Em ji TRT Kurdî weşanek bêalî bixwazin, yan em bêjin "jixwe saziyên objektîf" tune ne, em pesnê wê bidin û bila wisa dewam bike?
*
"TRT Kurdî bi bernameyên xwe li nav hemû kurdên ser rûyê dinê kanala herî zêde tê temaşekirin e."
- Li gor kîjan îstatîstîkê TRT Kurdî herî zêde tê şopandin? Ka nîşanî me bide em jî bizanin.
*
"Her wiha li nav tirkan jî pir tê temaşekirin.Mînak maçên lîgên 2'yemîn û 3'yemîn TRT Kurdî yekser dide. Em bêjin Amedspor ligel Denîzlî Sporê dilîze, dinîzliyî jî bi kurdî re têkiliyek saz dikin."
- Berî her tiştî divê em vê bibînin: Dewlet pere û îmkanên dide TRT Kurdî bila nîvê wê hema bide kanaleke herêmî ew jî dê heman weşanê bike ev yek. Ya diduyan dewlet ev du sal in nahêle temaşevanên Amed Sporê di deplasmanê de herin li maçên wê temaşe bikin. Her maça deplasmanê ji bo van temaşevanan bi sedemên bêsedem qedexe ye. Û bi ser de jî rayedarên sporê yên Tirkiyeyê bêsedem cezayan li Amed Sporê dibirînin, pêşî lê digirin, her wiha rêveberên wan rastî tacîz û lêdanan tên... Weşandina çend maçên Amed Sporê dikare vê bêedaletî ji holê rake? Ha, ev jî heye TRT Kurdî vê weşanê ne ji bo çavên reş û belek ên Amed Sporê diweşîne, ne jî ji bo denîzliyî ji kurdî hez bikin. Ji ber vê ye: Kanalên dewletê yên din (TRT Spor û hwd.) maçên din ên lîgan (Lîga Super, Lîga PTT 1, Lîgên 2’yem) diweşînin, ên Amed Sporê jî di vê çarçoveyê de. Û helbet ji ber kurd bi awayeke din nikarin li maçên Amed Sporê temaşe bikin, kîjan kanal be jî dê temaşe bikin, TRT Kurdî jî vê yekê ji bo xwe bikar tîne. Bi vê yekê mirov nikare bibêje TRT Kurdî xwedî weşanek serketî ye û pir tê temaşekirin. Ev yek nake ku em bi vê pesnê wê bidin. Û bila bawer bike denîzliyî, yan jî rîzeyî ji ber maçan ji kurdî hez nakin, yan jî empatiyê çênakin... 
*
"Wekî gotina dawî weşana TRT Kurdî bi qîmet e, 11 sal in weşana wê çi dibe bila bibe kedek mezin xistiye nava xezîneya kurdî."
- Çiqas tişt li xezîneya kurdî kiriye meseleya nîqaşê ye. Helbet 11 sal ne hindik in. Di 11 salan de 11 hezar dilopên avê bên rijandin dê di nav de hin çilkên paqij jî hebin. Vê meseleyê her kes dikare ji hin aliyan ve lê binêre. Mirov dikare bibêje kedek mezin xistiye nava xezîneya kurdî jî, mirov dikare gotina gel ku dema yek tirkî-kurdî tevlihev dike dibêjin "Kurdiya TRT 6'ê" jî binêre.
Mirov dikare bibêje erê gelek tişt li kurdî zêde kirin, lê mirov dikare bibêje gelek tişt ji kurdan birin jî. Bi kurtahî mirov dikare wisa jî bêje; Dema rewş asan bû gelek kesên xwedî zanîn çûn têde xebitîn, lê dema rewş xirab bû ew kes çima hatin qewirandin, yan jî wan kesan çima dest jê berda? Serdem muhîm in, mirov di kîjan serdemê de dixebite, kîjanê de pesnê dide jî muhîm e.
Ji bo min xala muhîm ev e kek Sadînî dibêje "îro A partî ye, sibê B, C, D partî be dê li gor wan be" û ev yek min gelek diêşîne. Belkî ne hedê min e ez bêjim, lê ez xwe ranagirim: Em kesên xwedî qelem gere ne li gor partiyên A,B,C,D, dîsa ne li gor serdeman, li gor rastiyên meseleyê û li gor edaletê qelema xwe bikar bînin. Yan na îro emê bi gotina xwe piştgiriya partiya A bikin, sibê D were emê li gor wan tevbigerin. Ev yek tiştek li me zêde nake.
***
Gotineke şexsî: Ez ji nivîsên dirêj hez nakim, ger heta vir we xwendibe û min dema we girtibe, min we aciz kiribe biborin...
***
1-Turkiye’de Kurtçe televizyon yayinciligi; TRT Kurdî / M.Xalid Sadînî / Independent Turkçe / 20.04.2020
2- İngiltere hukumeti BBC'yi masaya yatiriyor / BBCTurkçe

Hin Nivîsen Nivîskar

Bêrîvan! Peyvek bêje, Bêrîvan!

  • 05 Sibat 2007

Gelek tesîr li min kiribû vê yekê; Bi dengê ku ji kûrahiya dilê wî derdiket digot: "Bêrîvan! Peyvek bêje, Bêrîvan! Hema bêje A bes e!"...

'The Post'

  • 04 Sibat 2018

Wisa bifikirin: Li welatekî hikumet leşkeran dişîne şer. Ne yek ne didu, ne sed ne hezar... Hema dişîne. Ligel ku dizane di wî şerî de bi ser nakeve jî... Ew hikumet her pêdivî...

Bi vê 'berdan berdan'ê kurd nikarin bibin tiştek

  • 14 Rêbendan 2019

Ger hûn bibêjin "tu li mala xwe rûniştiyî û nivîsî, ji te re çi?" vê nivîsê nexwînin. Ger na, bidomînin.Gotina sereke: Ji bo kurdan edalet,...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Festîvala Çand û Keda Jinan dest pê dike

ad

Al, ala, al çi ye?

ad

Meclisa Tirkiyeyê kurdî qebûl nekir!

ad

Li ser kuştina li Mêrdînê kî çi got?

ad

Fîlmên fransiz li Stenbol û Enqereyê ne

ad

Roj Tv pêl li pêncan kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname