Diyarname
Dewleta Venezuellayê bi sedema pêlîstok bi "Buhaya adil" nefirotine dest danî ser du şîrketên pêlîstokan. Ajansa Parastina Bikarhêneran a Venezuellayê diya kir ku pêlîstokên ku dest danîne ser dê Noelê de li zarokan belav bikin.
Ajansên bi ser înternetê re daxuyaniyek weşandiye û gotiye, "Zarokên me pîroz in û emê destûrê nedin ku di Noelê de ew ji aliyê şîrketan ve bêne şêlandin." Ajansê ragihand ku 4 mîlyon heb pêlîstokên dest danîne ser dê li zarokan belav bikin.
Di vê navberê de patronên her du şîrketan hatin tewqîfkirin. Piştî tewqîfkirinê leşkeran pêlîstokên li embarê bevhev kirin.
Di serdema Serokdewletê Venezuellayê yê berê Hugo Cavez de destdanina ser gelek şîrketan çêbûbû.