logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Ma bakurî mecbûr in ji ala Başûr hez bikin?

  • Dîrok: 26/11/2021
Ev nivîs ne ji aliyê hest, dê bike ku ji layê hiqûqê ve li meseleya alê binêre. Ger mimkûn be heta dawî bixwînin. Paşê gotinek we hebe, navnîşana e-maila min li wir heye.
Meseleya Stankovîc
Pêşî meseleya Stankovîçî. Stankovîç li dinyayê tekane lîstikvanê fûtbolê ye ku bi sê alên cuda beşdarî tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê bûye û têde lîstiye: Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê yên salên 1998, 2006, 2010’an. Her carê alek din pêre bû (1). Fûtbol qet neguheriye lê alên wî guherî ne. Di wê nivîsê de min helwesta xwe ya ji bo alê jî hinek diyar kiribû. 
Li Zelandaya Nû ji bo alê referandûm
Aleke Zelandaya Nû heye. Li aliyê jorê alê nîşaneya ala Îngilistanê heye. Ew ji serdema ku Zelandaya Nû di bin destê Îngilistanê de bû ve maye. Hinan xwest vê alê biguherînin, li dor 400 cure xebat ji bo alên nû hatin kirin. Hin jê hatin hilbijartin. Paşê biryar dan ku referandûm çêbikin. Ji bo vê roja 24'ê adara 2016'an referandûm çêkirin. Lê sedî 56,6'ê gel dengê “Na” da û nexwest ala wan bê guherandin. Sedî 6’ên din jî deng bida dê al biguherandana. Referandûm bi 17 mîlyon dolarî bi ser wan de bû mal, lê dîsa jî al neguherî. (2)
Ala "Çar/Bolşevîk/Rus"an
Di destpêka sedsala 20'an de rusan bi ala Rêveberiya Çar dest bi jiyanê kirin. Piştî demekê di sala 1917’an de Bolşevîk derketin holê, Çar têk birin, Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst ava kirin û ala xwe ya bi stêrk danîn. Di sala 1991'ê de Yekîtiya Sovyetê belav bû, vê carê Federasyona Rusyayê çêbû û federasyonê aleke nû derxist meydanê. Li ser wê axê di sed salan de, ne sed sal jî, ji 1917 heta 1991’ê, yanê 74 salan de 3 caran al guherandin. Kesekî 1916'an de hatibe dinê û 1992'yan de miribe, tê wê maneyê ku di 76 salên jiyana xwe de di bin 3 alan de jiyaye.
Li Koreyê meseleya alan
Welatek heye bi navê KORE. Zimanê wan yek e, ax jî ji dîrokê ve yek e. Lê êdî ew ne welatek e, du welat in; Koreya Bakur û Koreya Başûr. Ligel ku ew YEK MILET in, lê niha du welatên wan hene û her wiha du alên wan jî.
Ala Spanyayê
Ji nav welatên Ewropayê jî min xwest ez mînakek hilbijêrim, ew jî bila Spanyayê be. Em ji ser vê mînakên re jî hin tiştan rêz bikin.
Li Spanyayê ala ku niha heye di sala 1981'ê de hatiye bikaranîn. Di salên 1977-81'ê de alek cuda, dema dîktatoriya Franco (1945-1975) de cuda, berî wî, di dema Şerê Navxweyî (salên 1936-39) de aliyan alên cuda bikar anîne. Dîsa di dema Spanyaya Yekemîn (1873-1874) de alek cuda, di dema Spanyaya Duyemîn (1931-1939) de alek cuda bikar anîne. Ew al guherîne lê bi vî awayî: Her sor û zer di ala wan de hebûye (ji sala 1785'an ve, berî wê hemû sipî bû û sembol hebû) lê fîgura li navê guherî ye.
Em ji Ewropayê mînakeke nû jî bidin:
Mînaka niha jî Fransayê ye. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de hêzên fransiz alên cuda bikar anîne. Dema qraliyetan de jî wisa... Gelek caran al bi temamî yan jî rengê wê guherîne. Herî dawî di meha 11’an a 2021’ê de Serokomarê Fransayê rengê ala xwe guhart. Rengê hêşînê zelal kirin tarî. (3)
Ala Agirî
Ala Komara Agirî nêzî ala niha bû. Ferqa wê di rojê de bû. Niha roja li navê bi tîrêjên xwe heye, lê di ala Komara Agirî de ew tîrêj reş in. Ger serhildana Agirî bi ser biketa dê kurdan niha aleke din hilda, ne ala îro.
Ala Mahabadê
Ala Komara Kurdistan a Mahabadê hinek din cuda bû. “Sor, spî û kesk, li navê rojek û li dor rojê du simbilên genim, pişt jî sembola çiyayan.” (William Aegleton)
Li gor çavkaniyeke din ala Mahabadê wisa bû: Rengên sor, sipî û kesk, li navê rojek zer, qelemek û li dorê du simbêlên genim.
Ala Başûr
Ala Başûr (Bi navê xwe yê fermî Herêma Kurdistana Federe) ku niha tê bikar anîn ji rengê sor, sipî û kesk pêk tê, li navê jî rojek zer heye. Piştî ku di sala 1992'yan de li Başûr Parlemen tê avakirin bi demekê parlemen bi awayekî fermî vê alê dipejirîne û heta niha bi awayekî fermî bikar tîne. 
Ala Rojava
Rojava piştî sala 2012'yan gav bi gav ber bi xweseriyê ve çû. Heta niha jî hê ber xwe dide. Rêveberiyeke Xweser heye, lê hê ji aliyê Sûriyeya parçebûyî, yan jî ji aliyê welatên derve ve bi awayekî fermî nehatiye qebûlkirin.
Dîsa jî aleke wan heye: Li jor rengê zer, li navê rengê sor û li jêr rengê kesk.
Guherîna pergalan û alan
Li hemû dinyayê pergal dema diguherin biryara guhartina tiştinên bingehîn jî didin. Dikarin ala xwe jî, sonda xwe jî biguherînin. Niha li Başûr ev nêzî 30 salan e ala heyî tê bikaranîn, sibe roj li wir em bibêjin komunîst an em bêjin îslamparêz bên desthilatdariyê dibe ku alê biguherînin ku li dinyayê mînakên wisa me rêz kirin. Û dibe ku ev al bi vî awayî bidome jî.
Kongreya Neteweyî
Ji bo kurdan niha rewşek parçeyî heye. Ji aliyê hest ve kurd nebûne yek. Li her çar parçeyan jî hezkiriyên parçeyên din hene. Kurd di Ey Reqîbê de bûne yek, di ziman de yek in, lê di alfabeyê de û ji ber mijara me ya niha di alan de ev yekîtî çênebûye. Ji bo di alê de jî yekîtî çêbibe pêdivî bi biryarên giştî hene. Mînak, kurd rojek civîneke wekî Kongreya Neteweyî li dar bixin, li wir ji her çar parçeyan delege hebin û bi yek dengî biryaran bigirin ew biryar dê ji bo hemû parçeyan bin. Mînak li ser alek biryarê bigirin, hemû kurd dê li gor wê tevbigerin.
Heta biryareke wisa hiqûqî hebe ji aliyê hestan ve her yek dê der barê alê de tiştek din hîs bike. Ji aliyê hiqûqî de jî kurdekî/e li ku derê dinyayê dibe bila bibe dikare ala Başûr, dikare ala Rojava wekî ala xwe bilind bike, hîs bike. Dikare her duyan jî bilind bike.
Mînak li Rojava kesekî dikare ala Başûr di mîtîngek de bilind bike ev ne sûc e, lê bilind neke jî ne sûc e. Dîsa kesekî dikare li Başûr ala Rojava bilind bike ev ne sûc e, lê bilind neke jî ne sûc e. Her ku komîteyên amadekar ên van mîtîngan in; ha li Başûr, ha li Rojava dikarin destûrê bidin bilindkirina vê alê, dikarin nedin jî. Ji aliyê hiqûqî ve di vir de problem nîn e.
Hesta min
Ji aliyê hiqûqî tiştên heta niha min anîn ziman ji bo min derbas dibin lê ji aliyê hestê ve ez hê jî wekî nivîsa xwe ya berê difikirim (Binêrin çavkanî 1). Bi ya min dilşadiya mirov, aramiya li welatê dijî, azadiya wî/ê, azadiya ramanê wî/ê, parastin û pêşvebirina zimanê wî/ê ji alan muhîmtir in. Jixwe ev tişt qîmeta alê bilind dikin an kêm dikin. Ji bo mirovan/welatan ziman nikare bê guhartin, ziman her yek e lê al her demê dikarin bêne guherandin. 
Roja Alê
Parlemena Herêma Kurdistanê di sala 1999’an de biryar daye ku roja 17’ê berfanbarê wekî Roja Ala Kurdistanê bê qebûlkirin. Her sal gelek kes vê rojê ji ser tora civakî re peyaman diweşînin. Nizanim bû çend sal min dixwest di vê rojê de nivîseke wisa binivîsim. Îro bû qismet. Îsal dê dîsa wê rojê pîroz bikin. Ev nivîsa min jî bila wekî notek ji bo dîrokê li vir bimîne. 
Û em bi van gotinan dawî li nivîsê bînin:
Al sembola wê pergalê ne. Ala DYA’yê sembola pergela wan, ya Spanyayê dema Qraliyet hebû ala wan tiştek din bû, sembol temsîla qrêl bû, niha tiştek din e. Ala almanan jî sembola pergala wan e. Ê kurdan ku niha parçeyî ne, kîjan parçeyê kurdan bikaribe kurdan biparêze, pergaleke baş, demokratîk û nizanim çi ava bike, ala wê derê her ku here dê di nav kurdan de xurtir, bi qîmetir bibe. Dem dikare hiqûqê jî biguherîne ku mesela me ya di vê nivîsê de hiqûq bû; dem dikare şikil bide hestan jî.
Em hêvî bikin dê kurd bibin xwedî pergaleke baş û paşê jî dê al jixwe ji ber xwe ve bilind bibe.
**
Ha, meseleya sernavê, bakurî hez dikin an na ji min re çi? Yan jî ji xwe re aleke nû dibînin an nabînin, ji min re çi? Belkî wê alê bilindtir bikin. Nizanim. Min xwest bêyî hestan, ji aliyê hiqûqê ve jî li meseleyê binêrim. Welhasil gelek dirêj bû…
 

1- 
Pirsgirêka alê, mînaka Stankoviç
https://diyarname.com/article.php?Idx=771
2- 
Zelandaya Nû ala xwe neguhart!
https://diyarname.com/news.php?Idx=21265
3- 
Fransayê rengê ala xwe guhart
https://diyarname.com/news.php?Idx=52274




Hin Nivîsen Nivîskar

Bêrîvan! Peyvek bêje, Bêrîvan!

  • 05 Sibat 2007

Gelek tesîr li min kiribû vê yekê; Bi dengê ku ji kûrahiya dilê wî derdiket digot: "Bêrîvan! Peyvek bêje, Bêrîvan! Hema bêje A bes e!"...

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • 25 Rezber 2026

Ez dibêjim qey hûnê bêjin çi eleqeya van bi hev ve heye? Werin em bi ser van re li meseleya dilê kurdan binêrin.  Pêşî nûçeya Rûdawê: Roja 15.08.2026’an li Stenbolê 11’emîn Fûara Pirtûkan a Navneteweyî...

Çi eleqeya Merkel û Demîrtaş bi hev heye?

  • 01 Berfanbar 2016

Gelek hevalên min ên biaqil, hinek hem biaqil hem jîr hene. Ez bi saya wan heme. Dawiya hefteya borî, ji rojan roja yekmeşê bû, zingilê telefona min a destan lêda. Yek ji wan...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li dû nûçeyan 14 sal

ad

Li Stenbolê ji bo 35 kurdî nimêj hat kirin

ad

Pîrozbahiya duzimaniyê bû sedema lêpirsînê

ad

Erdogan dê ji bo pirtûka Şik jî lêborînê bixwaze?

ad

PIRTÛKA GIRÊ SPÎ

ad

Seydayê Cegerxwîn tê bibîranîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname