logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Barzanî dikarin çend Amed Sporan bikirin?

  • Dîrok: 21/06/2021
Li ser Başûr, li ser rêveberiya Başûr heta niha gelek tişt hatine gotin, dê hê bêne gotin jî. Xwediyê vî quncikî jî heta niha gelek tişt gotine û dê bêje jî. Lê îro em ji siyasetê dûr bala xwe bidin xalek din. Ew jî spor e.
Di dema ku maçên Euro 2020 didomin de, li dinyayê bi sed mîlyonan mirov li van maçan temaşe dikin de, em bi ser mînakeke re mijarê bigirin dest.
BUHAYA AMED SPORÊ
Li Tirkiyeyê "transfermarkt.com.tr" (1) îstatîstîkên li ser buhaya tîman belav dike. Li gor vê, buhaya Amed Sporê 2.14 mîlyon Euro ye. 
Amed Spor di Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê de dilîze û ji bajarên Bakur bigire heta bajarên Tirkiyeyê kurd li ku dijîn dilê wan ji bo Amed Sporê lê dide. Kurdên li welatên din jî em lê zêde bikin ev digihîje asta mîlyonan kesî. Tîmek wisa çime neçe Lîga 1’emîn an jî Super Lîgê?
Li gor heman çavkaniyê buhaya tîmeke din a kurdan, buhaya Dalkurdê 2.10 mîlyon Euro, buhaya Diyarbekir Sporê ku îsal ji Lîga 3'yemîn derbasî Lîga 2'yemîn bû jî 475 hezar Euro ye.
XANIYÊN BARZANIYAN
Kovara Variety di sala 1905'an de li New Yorka DYA'yê hatiye derxistin, li ser şahî û ticaretê weşanê dike. Di sala 2019'an de nûçeyeke weşand ku malbata Barzanî li DYA'yê du xaniyên luks bi 47 mîlyon dolarî kirîne. Nûçe hê li ser malperê disekine û berevajî vê yekê tiştek nehatiye belavkirin jî.
Ji bilî wê jî tê zanîn ku rêveberiya Başûr heta niha gelek pere bê ku fêdeyeke wê ji bo gel hebe belav kirine. Niha pirsa me ev e:
Bi ev pereyên ku ji bo du xaniyên luks hatine xerc kirin rêveberiya Başûr dikaribû çend Amed Sporan bikire?
Dikaribû bi vî pereyî û pereyên din dikaribûn çend tîman rake ser lingan?
Mînak, dikaribû Hewlêr Sporê li dinyayê çiqas û heta ku navdar bike?
Ma ne, her kes dibêje rola sporê muhîm e? Ma ne ew Barselona ye ku bi navê wê Katalonya li dinyayê navdar bûye?
Ma li Spanyayê dema Real Madrid û Barselona bi hev re dilîzin li Hewrêlê kurd pevnaçin? 
Binêrin nûçeya Rûdawê (3): "Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Abdulhamid got ku duh 14 kes ji ber piştî maça  Barcelona - Real Madrid bûyer derxistibûn hatin binçavkirin."
Çima ew pereyên ji bo xaniyên luks têne xerckirin ji bo sazkirina tîmeke mezin a li Başûr an li Bakur nayên xerckirin? 
Dema wekî gel em fêdeya wan her du xaniyên luks û sazkirina tîmeke em qal dikin bidin berhev kîjan ji bo fêdeya gel e?
Pirsek din: Dema rêveberiya Başûr tîmek wisa mezin ava bikira dê navdartir biba, yan rêveberên Başûr ji bo şexsê xwe xaniyên wisa luks kirîne navdartir bûn?
Gelo hewce dike em pirsên din lê zêde bikin? Yan hûn dibêjin ne hewceye em pirsan jî bikin?

1-Transfermarket/AmedSpor

2- Îdîa: Malbata Barzanî li Amerîkayê du xanî bi 47 mîlyon dolarî girtin

3- Qeymeqamê Hewlêrê agahî da

Hin Nivîsen Nivîskar

SERTÎFÎKA

  • 30 Rezber 2011

Roja ku min bi kêfxweşî sertîfîka girt, hinên din ji ber sertîfîkayê hatin girtin.Sertîfîka. Di îngilîzî, almanî, fransizî de hema hema...

Têkçûna îstîxbarata Îhsan Bozkurt

  • 13 Rezber 2022

Îhsan Bozkurt dibêje, “Îstîxbarata Îhsan Bozkurt tu demê ew qas têk neçûbû.”Bifikirin ku îstîxbarata welatekî têk diçe,...

Rojekê dengek hat ji Geverê!

  • 16 Pûşper 2008

 10'ê mehê. Serê sibê. Her kes rabû. Kincên xwe yên xweşik li xwe kirin. Berê xwe dan Qada Sporê.Û 25 hezar kes hatin cem hev. Diruşm avêtin:...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di 3 mehan de 15 rojnameger derketin pêşberî dozger

ad

Rojnameger Sezgin Kartal hat girtin

ad

Karên wan ji dest wan hat girtin lê ji ya xwe nehatin xwarê

ad

Navdarên dinyayê piştgirî dan 'Peymana Stenbolê'

ad

Xwendekarekî bi çek êrîş kir: 2 jê bi giranî, 8 birîndar hene

ad

"Mirin û Keçik" hat lîstin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname