Ez bawerim hûn Dogu Ergîl nas dikin. Ergîl, di salên 90'î de li ser navê TOBB'ê raporeke bi navê "Pirgirêka Rojhilat, teşhîs û tesbît" amade kir û li ser rapor gelek nîqaş pêk hatin. Ergîl, niha jî raporeke din amade kir ku hê zêde haya kesî jê nîn e. Wî ji me re qala rapora xwe ya nû kir.
Prof. Dogu Ergîl li Zanîngeha Enqereyê Hîndekar e. Bi ya min wî Tirkiye û gelên ku li Tirkiyeyê dijîn baş fêm kiriye. Wê rojê dema me fersend dît pêre sohbet bikin, têr tije bû, her peyvekî wî asoyeke din vedikir di mejiyê mirov de. Bêşik aliyên ku ji pencereyê xwe lêdinêrî jî hebû.
Wî qala amadekirina rapora xwe ya berê û ya nû kir. Piştî rapora berê ku li ser navê TOBB (Yekîtiya Odeya Borseyan a Tirkiyeyê) bi navê "Pirgirêka Rojhilat, teşhîs û tesbît" amade kiribû û niha jî bi navê "“Turkiye Sorunlu Guneydogu: Firtinanin Gozunde Demokrasî (Rojhilatabaşûr a bi Pirsgirêk a Tirkiyeyê: Bi Çavê Firtoneyê Demakrosî)" amade kir ku ev jî hêjayê nirxandinê ye.
Ergîl, berê ku qala rapora nû bike, qala amadekirina ya berê kir. Em guh bidin wî: "Di salên 90'î de ji bo ku raporeke wisa amade bikim pêşî min bi Suleyman Demîrel re xeber da, lê wî guh neda min. Dûre bi Çîller û Înonu re jî min xeber da. Feyde neda. Di rêwîtiyeke di navbera Enqere û Stenbolê de ez rastê Yalim Erez hatim. Min ji wî re jî qal kir. Ew, wê demê serê TOBB'ê bû. Min got; 'Ger em vê kêmasiya Tirkiyeyê çareser nekin dê şer pêk bê' Wî guh da min û qebûl kir. Li her derê, li navçeyekê jî buroya TOBB'ê heye, ji ber vê wî agahî da hemû buroyên xwe û bi vî awayî me karî xwe bigihînin her kesî. Her wiha em diçûn kîjan bajarî, diçûn kîjan navçeyê li wir yek ji wan jî bi me re dihat, me dikarî rehet ji gel pirsan bikin, gel jî bêyî polîs û endamên îstîxbaratê li cem me bin bersiv dida me."
Ergîl, bal dikişîne ser girîngiya rapora "Pirgirêka Rojhilat, teşhîs û tesbît" ku amade kiribû û wiha berdewam dike: "Di vê raporê de yekem car yekî ji kurdan dipirsî hûn kî ne, nasnameya we çi ye, têkiliyên we bi dewletê re çi ne? Di wê rapora ku me amade kir de du tişt derketin pêş; 1- Sedî 10'ê kurdan dewleta kurdan a serbixwe dixwest, sedî 90 dewleteke serbixwe nedixwest. 2- Ew ne li hemberî hemwelatiya Komara Tirkiyeyê bûn, lê dixwestin wekî kurd, bi nasnameyê kurd wekî hemwelatiyê Komara Tirkiyeyê bêne qebûlkirin. Bi ya min ev her du tişt muhîm bûn. Ger hûn polîtîkavanekî biaqil bin, hûnê cih de xwedî li van derkevin, lê di Zanoga Bingehîn a Tirkiyeyê de jî problem hebû û di wir de digot; Her kes tirk e. Mixabin lêkolîna ku me kir pir hate nîqaşkirin lê kesî guhê xwe neda, mixabin heta niha jî hê nehatiye nirxandin."
Niha, Ergîl li ser navê TOSAM (Navenda Lêkolînên Civakî) raporeke nû amede kir. Rapora ku bi navê "Rojhilatabaşûr a bi Pirsgirêk a Tirkiyeyê: Bi Çavê Firtoneyê Demakrosî" hatiye amade kirin du lingên wê hene. Yek jê li bajarên kurdan, li Amed, Şirnex, Batman, Çewlig, Wan û Dêrsimê bi 8 hezar û tiştek kesî re xeber dane, ya diduyan jî li qezaya Çorluya Tekirdagê û li qezaya Salîhliya Manîsayê bi kesan re axivî ye. Û di encamê de ev dane berhev û pêşkêş kirine di raporê de.
Prof. Ergîl berê ku dest bi pêşkêşkirina rapora xwe bike armanca amadekirina raporeke bi vî rengî bi van gotinan tîne ziman: "Gelê başûrê Tirkiyeyê meyla wan li ser şerkirinê ye, yan li ser demokrasî ye. Me du tespît derxistin holê: 1- Dema hûn dipirsin; 'Pirsgirêka Kurd çi ye?' ji bilî gotinên gilover di nav kurdan de vegotineke teqez nîn e, 2- Ji ber desthilatdariya Tirkiyeyê problemek heye. Desthilatdarî, pirsgirêka kurd pir-awayî nabîne. Aliyên wê yên civakî, aborî nabîne, pirsgirêkê tenê bi çavê ewlekariyê dibîne. Ji ber vê jî pirsgirêkê hewaleyê ewlekaran dike. Tiştên din me ev dît: Rojhilat ji Rojava (Li vir qest Rojhilata Tirkiyeyê ango bajarên kurdan û Rojavaya Tirkiyeyê ye) feqîrtir e, Rojhilat ji Rojava kêmtir pêşketî ye, gelê li Rojhilat ji Rojava bi temenê xwe ciwantir e. Me ev jî dît; Mirov şîdetê naxwazin lê ji ber ku rêya anîna ziman a dîtinên xwe nîn e şîdetê bikar tînin. Ger rêya xweîfadekirinê hebe, dê serî li şîdetê nedin."
Prof. Dogu Ergîl dibêje, "Piştî vê lêkolînê hêviyên min zêde bûn û ji ber ku desthilatdariya siyasî ku van bikar agahiyan bikar bîne nîn e, ev yek min ditirsîne."
Di raporê de encam wekî Rojhilat (yanê li bajarên kurdan) û Rojhava hatine dayîn û miqayesekirin.
Hin xalên ji rapora "Rojhilatabaşûr a bi Pirsgirêk a Tirkiyeyê: Bi Çavê Firtoneyê Demakrosî":
- Li ser pirsa 'Hûn xwe bi çi awayî didin nasîn?' Sedî 43 gotin em kurmanc, sedî 22 Zaza, sedî 21 tirk, sedî 9 erebe û sedî 6 ên din (wekî yêzîdî, sûnî û hwd.)
(Li ser vê xalê Egîl bibîr dixe ku wan çawa xwe daye nasîn me wisa nivîsiye, me negotiye ma ev ol e, filan û bêvan...)
- 'Hûn beşdarî birêvebirina welat dibin?' li Rojhilat sedî 44 li Rojava sedî 46 gotine erê.
- 'Kesên ku we ji bo birêvebirina welat hilbijartine, hûn bi wan bawer in? (kurdan ev pirs li ser şaredarên ku hilbijartine fêm kiriye û li ser vê yekê bersiv dane) Li Rojhilat sedî 60, li Rojava sedî 44 bersiva erê dane.
- Bi ya we demokrasî edaletê tîne? Li Rojhilat û Rojava bersiva erê bi sedî 38-39 nêz hev hatiye dayîn.
- Hûn rejimeke demokratîk an rejimeke olî (dînî) dixwazin, li Rojhilat sedî 70 li Rojava sedî 91 bersiva; Em rejimeke demokratîk dixwazin dane.
- Hûn dîktatoreke zana dixwazin? Li Rojhilat sedî 68 li Rojava sedî 66 bersiva; na em naxwazin dane.
- Azadiya fikirîn û ramanê bi qasî kar û bar girîng e? Li Rojhilat sedî 86, li Rojava sedî 74 bersiva erê dane.
- Terorîzm dikare ji mirovan re xizmetê bike? Li Rojhilat sedî 72 li Rojava sedî 67 bersiva nayê dane.
- Divê jin û mêr wekhev bin? Li Rojhilat sedî 85 li Rojava sedî 87 bersiva erê dane.
- Jin divê bibin mebûs (parlementer) û serokwezîr? Li Rojhilat sedî 85 li Rojava sedî 88 bersiva erê dane.
- Sibê wê ji îro baştir be? Li Rojhilat sedî 63 li Rojava sedî 69 bersiva erê dane.


