logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Ji bo Xwedê! Ka kîjan Ehmedê Xanî ye?!

  • Dîrok: 03/05/2007

Sê fotografên cihê li ber destê min in û ez nazanim ji diya xwe re bibêjim, ha Ehmedê Xanî ev e? Ez nizanim ezê kîjanê di nûçeya xwe de bikar bînim. Ji bo Xwedê, ka ji min re bibêjin kîjan Ehmedê Xanî ye…

Pêşî pirs: Gelo li dinyayê gelekî heye ku nivîskarekî wan ê navdar sê fotografên wî yên cihê cîhê hebin û ew qet neşibin hev?
Gelo gelekî heye ku di nav wêjeya wê de kesekî navdar heye, lê neviyên wî, şopajoyên wî nizanin wekî sîma ew kesekî çawa bû?
Gelo gelekî din heye ku rabûne sê wêneyên cihê yên wêjevanê xwe yê herî navdar xêz kirine û yek jî naşibe yê din?
Û gelek heye ku rojnamegerên wekî min dema nûçeyekê li ser wî çêbikin nizanin dê kîjan wêneyê wî bikar bînin?

Hûnê bêjin mesele çi ye? Belê ev e: Niha sê heb wêneyên Ehmedê Xanî li ber destê min in, lê yek jî naşibe yê din û ji ber vê yekê ez gelek aciz im.
Pêşî em li wêneyan binêrin:
Yê bi nimreya 1: Ev wêne li gor saloxdana xebatkarên Azadiya Welat di salên 1990’î de ji aliyê xêzkarê kurd Ahmet Golbaşî ve hatiye xêzkirin.
Yê bi nimreya 2: Ev wêne li ser pirtûkên Abdullah Varlî de ye ku wî pirtûkek du cild li ser Ehmedê Xanî nivîsî ye.
Yê bi nimreya 3: Ev jî niha wekî tabloyeke mezin li Navenda Çanda Mezopotamyayê daliqandiye lê ez nizanim kî çêkiriye. (Ger navê çêker bikeve destê min ezê li vir lê zêde bikim)*
Ev hêzî 10 salan e wêneyê bi nimreya 1 hebû li cem min. Li mal min daliqandibû, kîjan gundiyê/a me dema dihat mal, ji diya min dipirsî, “Ew kî ye?” Diya min digot, “Ehmedê Xanî ye, yê ku Mem û Zîn nivîsandiye”
Dema tenê bigota Ehmedê Xanî, nas nedikirin, dema Mem û Zîn jî pêve dikir, temam dibû. Her wiha dema Ehmedê Xanî min bi diya xwe dabû nasîn, min jî wisa dabû nasîn, ji ber ku haya wê ji Mem û Zînê hebû ji zarokatiyê ve, lê ji Ehmedê Xanî nebû.

Niha dema sê wêneyên cihê yên Ehmedê Xanî derketin min nikarî ewên din nîşanî diya xwe bidim, min nîşan bida, ka minê çawa bikariba jêre qala meseleyê bikira… Ez tirsiyam nîşan bidim, ger bipirsana “Kurê min, ka kîjan Ehmedê Xanî ye, çima ev wêneyên wî naşibin hev?” minê çi bigota…
Dema ez nûçeyekê li ser Ehmedê Xanî dinivîsim, yan tişteke din dibe ku ez dixwazim wêneyê wî têde bikar bînim, ez dîsa şaş dibim, ez nizanim ezê kîjanê bikar bînim.
Bêşik ez li pirsa wê jî geriyam.
Pêşî min ji Ahmet Golbaşî pirsî çend meh berê ku li gor çi ev wêneyê Ehmedê Xanî (nimre 1) çêkiriye, got; “Ez nizanim, hevalên Azadiya Welat ji min re tarîf kirin, li gor wê min çêkir.”
Golbaşî qala salên 1996-97 wan deman dike.
Wê rojê li NÇM’ê em rûniştîne me mesele dîsa vekir, Zana Farqînî jî li wir bû. Dema Golbaşî ew wêne çêkir Farqînî li Azadiya Welat bû û edîtor bû jî. Farqînî dibêje; “Me wisa dizanî.” Û em li ser tiştekî li hev dikin bi Farqînî re, “Divê lijneyeke bê avakirin, ew li ser lêkolînê bikin û di encamê de wêneyeke ku li gor bejn û bala Xanî bê çêbikin.”
Û çend gotinên din:
- Di dema Ehmedê Xanî de makîneyê fotografan nîn bû, yekem car di salên 1800’î de makîneyê fotografkişandinê hatiye bikaranîn. Ji ber vê em nikarin fotografeke Xanî peyda bikin, ev rastiyek e. Lê em dikarin yekê çêkin, wekî ku me 3 heb çêkirine jî.
- Tiştê bê kirin: Wê demê Xanî di asteke çawa de bû (Ji her alî ve divê bê nirxandin)?
- Jiyaneke çawa dijî, feqîr bû, yan dewlemend bû, li gor vê astê çi û çawa li xwe dikir?
- Di helbest û berhemên wî de ew qet hatiye tarîfkirin yan kesek din di berhemên xwe de ew tarîf kiriye; bejn û bala wî, rû û porê wî çawa bû?
- Fotografeke ku bê çêkirin li gorî kîjan salên wî divê bê çêkirin? Salên ciwanî, extiyarî?
Û pirsên wisa…
Wê kengê komîsyoneke bê çêkirin û tişteke wisa bike ez nizanim.
Rojekê dê fotografeke bi tenê ku em sedî sed bibêjin ê Ehmedê Xanî ye dê ji bo me rojnamegeran bê pêşkêşkirin an na dîsa ez nizanim, lê ez di heman demê de niha di nava tengasiyê de me.
Ne zehmetiya neqandina ji sê wêneyan yek a Ehmedê Xanî tenê ye, tirseke min a din jî heye: Niha xêzefotoyên Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran jî li cem min hene, ger rojekê derkeve holê ku ev jî ne aîdê Cizîrî û Teyran bin emê çi bikin?
Nizanim hûn çi dibêjin?
Gelo ez çi bikim?


* Rohat Alakum maileke şand û got: "Wêne ji aliyê hunermendekî bi Qulîxanê Mehmed hatiye çêkirin. Di
sala 1995'an de cara yekem wekî poster ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskovayê hatiye pircar kirin û belav kirin. Tu zanî di sala 1995'an de de 300 saliya nivîsîna Destana Mem û Zîn dihate pîroz kirin."

Ji ber vê notê ez sipasiyên xwe pêşkêşî Alakom dikim

 

 

Quncik

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Wê peyamê ew belav nakin, tu belav bike!

  • 19 Sibat 2015

Gelo kurd ew qas ehmeq in? Tevgera kurdan jî ew qas ehmeq e?Rojnameyek bi navê Yeni Şafak heye. Di rojnameyê de jî du kesên qaşo "parêzvanên pêvajoya...

Gotinên ez jê hez dikim

  • 27 Sibat 2019

Ev nivîs hema wisa hatiye nivîsîn, ger ne bi dilê we be biborin...Li gundên me zivistanan pir berf dibariya/dibare. Di demên wisa de pir sar bû/e. Di şevên nav vê zivistana...

Tirs

  • 27 Rezber 2019

Ev gotar jî bi qasî serê xwediyê vê gotarê tevlihev e. Her ku mesele tirs e jixwe jiyana wî di nav tirsê de derbas bûye. Lê divê em qebûl bikin ku  ew...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Yekem car tîmek Asyayê zora tîmek Başûrê Amerîkaya dibe

ad

KNK'ê Mesud Barzanî pîroz kir

ad

TRT ji bo spîkeriyê li kurdekî sicîla wî ‘temîz’ digere

ad

Li bin erd stad tê çêkirin

ad

Rojnameger, weşanger û şaredar hatin binçavkirin

ad

Ji bo Meyremxanê çalakiyeke bîranînê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname