logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nivîskar Yildiz Çakar hat berdan
  2. 3 rojên dawiya hefteyê, çi li ku heye?
  3. Çewlig de Komeleya Ziwanî hamî akerdişî
  4. Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin
  5. 'Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin'
news-details

Agahiyên ji Cizîrê

  • Dîrok: 05/09/2015
  • Beş: Nûçe

DÎHA

Bi rojan e gelek tang, top, wesayîtên zirxî, polîs, leşker û tîmên taybet sewqî Cizîrê kirin û şeva din starta komkujiyê hat dayîn. Tîmên taybet, polîs û leşker piştî biryara "qedexeya kolanan" ji aliyê Waliyê Şirnexê ve pêk hat dest bi tevgerê kirin û gelê Cizîrê jî guhdariya biryarê nekir û derketin kolanan. Parlementerê HDP'ê Ferhat Encu û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmrek çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ku dibin dorpêça polîsan de bû û li gorî agahiyên gihîştine wan 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek birîndar hene û birîndar ji ber dorpêça li nexweşxaneyê nayên nexweşxaneyê. Li taxên êrîş pêk tên berxwedan berdewam dike.

Pişt navçeya Geverê ya Colemêrgê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî çend roj berê bi tank, top û wesayîtên zirxî bi hezaran polîs, leşker û tîmên taybet sewqî navçeyê hatin kirin û li saziyên dewletê hatin bicihkirin û li hemberî gel amadekariyên şer kirin. Tîmên taybet, polîs û leşker li Fermandariya Navçeyê, Koleja Îstîkbal a li taxa Konakê, Lîseya Îmam Hatîp a li taxa Yafesê, dibistanên li derdora Stadyuma Cizîrê, Lîseya Pir bernameyî ya li sînorê Rojava, Lîseya Andolu ya Haci Fettah Kadooglu û dibistanên li derdorên taxa Nur, Sur, Cudî û Yafesê hatin bicihkirin.

300 tîmên taybet li Cizîrê ne

Tê gotin du roj berê 150 wesaytîên zirxî û 500 tîmên taybet hatin bajar û ji wan 300 tîmên taybet li ser Fermana Wezîrê Karên Hundur bi fermana taybet hatin navçeyê. Hate zanîn ku tîmên taybet ên sewqî Cizîrê hatin kirin Qeymeqamtiya Cizîrê ji bo 10 rojan li Lîseya Anadolu ya li taxa Konakê û Lîseya Îmam Hatîbê ya li taxa Yafesê bi cih kirin.

Polîs: Dê gelek kes bimirin

Hat ragihandin ku tîmên taybet ên ji roja hatin bi dehan wesayîtan û otobusên vala li kolanên qelebalix digerin û piştî amadekariyên xwe xilas kirin dê operasyonekî gelek kes bimirin li dar bixin. Welatiyê ku ji bo polîsên hatin xwarin birin wan ji wî re gotiye, "Dê gelek kes bimirin" polîsan baxçeyê dibistanê bi çek û muhîmat dagirtiye. Welatî got polîsan ji wî re gotiye "Heya piştî hilbijartinê em li vir in" û wiha got: "Polîsan got bi fermana taybet a Enqereyê ew hatine û ji gelek bajarên cuda hatini. Gotin 'Piştî me ev der paqij kir em dê piştî hilbijartinê ji vir biçin'"

Amadekariyên komkujiyê

Hat zanîn ku polîsên li yurdên dibistanê bi cih bûn ji bo komkujiyê bikin di çarçoveya îstîxbaratên girtin li nêzî taxan bi cih bûn. Polîsên di dema li nava bajar digeriyan bi lezgîn diçin û dem bi dem derdor raste rast gulebaran dikirin. Guleyên polîsan gelek caran ji avahiyên welatiyan diketin û welatî ji ber ku tu meqamên fermî di aliyê zagonî de çareseriyê pêk naynin serî li dozgeriyê nadin.

Nexweşxane û dermanfiroş di bin dorpêçê de ne

Di şerên li cîhanê de tu deman nexweşxane û dermanfiroş nehatine dagirkirin. Welatiyên li Gever, Sîlopî û Farqînê di êrîşa polîsan de birîndar bûn dema dibirin nexweşxaneyê jî rastî êrîşa polîsan hatin, tenduristkar hatin kuştin û hatin darkirin. Li Cizîrê berî biryara qedexeya kolanan polîsan Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û gelek dermanfiroşên bi wesayîtan hatin dorpêkirin.

Înternet, ceryan û telefon hatin qutkirin

Di seatên êvarê de li bajar înternet, ceyran û telefon hatin qutkirin.

Gel qedexe nasnekir û derketin kolanan

Piştî daxuyaniya walîtiyê ya qedexekirina kolanan gel guhdariya biryarê nekir û derket kolanan. Hemû welatî li taxên Nur, Cudî, Sur û Yafesê derketin kolanan û çalakiya deng li dar xistin. Li hemû taxên bajar polîs, tîmên taybet û sekvanan gel gulebaran kir û gel li hemberî polîsan ber xwe da.

Li hemberî êrîşê parastina cewherî

Welatiyên guhdariya biryara qedexeyê nekirin li kolanan çalakiya deng derxistinê pêk anî û polîsên di ketina tax de tax gulebaran kirin. Li hemberî êrîşa polîsan ciwanên parastina cewherî dikirin jî bersiva polîsan da û destûr nedan polîs bikevin taxan. Welatiyan jî bi tîlîlî û dirûşmeyan piştgirî dan hêzên parastina cewherî. Bi taybet li taxên Nur, Cudî, Sur û Yafesê di navbera ciwan û polîsan de pevçûnên dijwar hatin jiyîn.

Taxa Nûr

Li cadeyên Arîn Mîrkan û Yafesê yên li taxa Nûrê polîsan bi wesayîtên zirxî ve girtin û bi taybetî jî li "Aşk tepesî" sekvan hatine bicihkirin. Ji Fermandariya Garnîzonê û Tabura Tankan gulê tê barandin û li taxê pevçûn didomin. Wesayatekî zirxî ji cadeya BOTAŞ'ê bombe avêt taxê û yek jê giran 3 welatî birîndar bûn. Dîsa welatiyê bi navê Mehmet Emîn Levent ê ku sekvanan gule berdanê xwestin ku wî bibin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Lê ji ber ku polîsan destûr nedan û her der dorpêç kiribûn Levent jiyana xwe ji dest da. 

Taxa Cûdî

Li taxa Cûdiyê gelek cih, cadeya Kobanê û Dortyol ji aliyê polîsan ve bi wesayîtên zirxî ve hatiye dorpêçkirin. Polîsên ku serê sibehê heta niha li cadeyan tur davêjin dem bi rasterast derûdorê gulebaran dikin. Polîs bi wesayîtên zirxî ve dixwazin ji kolanên ku Hasan Nerse û Umît Kurt hatin qetilkirin bikevin taxê lê welatî destûrê nadin û li ber xwe didin. Gelek wesayîtên zirxî li girê Cafer Sadik û taxa Cûdiyê ji jor ve dibîne hatine bicihkirin û ji vir tax tê gulebarankirin, gelek mal û kargeh hatine guleberankirin. 

Taxa Sûr

Wesayîtên zirxî ji aliyê termînalê ve ber bi taxê bi şev heta sibehê gulebaran kirin. Gelek sekvan li qada Çarkendal a ku taxê ji jor ve dibîne hatine bicihkirin. Welatî û ciwanên ku parastina taxê dikin bi hevre li kolanê sekna xwe didomînin. 

Taxa Yafes

Wesayîtên zirxî yên li ser riya hewardorê bi şev heta sibehê tax gulebaran kirin, dema ku xwestin bikevin taxê, ciwanan bi berxwedanê nehîştîn polîs bikevin taxê. Li ser hin avahiyan sekvan hatine bicihkirin. 

Ji ber dorpêçê birînadaran nikarin bibin nexweşxaneyan

Li cadeyên Arîk Mîrkan û Kobanê di teqînên çêbûn de gelek polîs birîndar bûne û dorpêça polîsan a li dora Nexweşxaneya Dewletê berdewam dike. Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret di agahiyên dan de diyar kirin ku polîsan bi wesayîtên zirxî nexweşxane dorpêç kirine û li gorî agahiyên girtine 4 welatiyanj iyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne, ji ber dorpêçê birîndaran nikarin bibin nexweşxaneyê. 

Serê sibehê wesayîtên zirxî li cadeyan digerin û welatiyên ku kargehên xwe venekirin berxwedana xwe didomînin.

Li navçeyê dem bi dem dengê çekan tê. 

Parve Bike

Youtube Me

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 05 2026

'Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin'

news
  • 15 05 2026

Nivîskar Yildiz Çakar hat berdan

news
  • 15 05 2026

Çewlig de Komeleya Ziwanî hamî akerdişî

news
  • 15 05 2026

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê; li hev kirin

news
  • 15 05 2026

Şeva hurmetê ji bo Îsmaîl Beşîkçî hat li darxistin

news
  • 15 05 2026

Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Arjen Arî: Ev derî deriyeke ku bi sê mifteyan vedibe

ad

Li vê stadê 'malbat' heye!

ad

Tolaz azad e!

ad

“Siya dema borî” derket

ad

Vaye logoya Kûpaya Cîhanê ya 2014'an

ad

Ji vîzyonê fîlmên vê hefteyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nivîskar Yildiz Çakar hat berdan

  • 15 05 2026
news

3 rojên dawiya hefteyê, çi li ku heye?

  • 15 05 2026
news

Çewlig de Komeleya Ziwanî hamî akerdişî

  • 15 05 2026
news

Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

  • 15 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname