Diyarname
Tîma di Premier Lîgê de têdikoşe bi buhayeke rekor, tam bi temamî bi 352 mîlyon Sterlînî hat firotin. Konsorsiyûmeke ku navenda wê li Erebistana Siûdî ye tîma Newcastle United kirî.
Newcastle United di sala 1892'yan de hatiye avakirin. Ew maçên xew li Stadaz St James Park ku cihê 52 hezar û 387 kesî têde heye dilîze. Newcastle United di lîga mezin a Îngilistanê Premier Ligê de dilîze û teknîk dîrektorê wan Steve Bruce ye. Niha tîm ji bo Fona Razemenî ya Dewleta Erebistana Siûdî (PIF) tîm kirî û rêveberiya Premier Lîgê jî ev yek erê kir. PIF'ê sedî 80 hîseyên tîmê kirî. Bi vê firotinê Newcastle United bû klûba herî dewlemend a dinyayê. Mohammed bin Salman ku êdî xwediyê klûbê ew e tê gtoin ku ji bo serdema fûtbolê ya sala pêşiya me dê 1.5 mîlyar Euro butçeyê veqetîne.
Ev nêzî du salan bû Selman dixwest tîmî bikire, niha ev daxwaza wî hate cih.
Ji tîmên îngilîz Manchester City jî di destê ereban de ye û Selman dixwaze tîmeke reqîb ji bo MC'yê çêbike.