Diyarname
'Spîtama' navê romana nivîskar Rênas Jiyan e. Romana ku îsal derketibû niha bi çapa xwe ya duyemîn derket pêşberî xwendevanan.
Romana Spîtma ji aliyê Weşanên belkî ve hatiye çapkirin. Rênas Jiyan ku xwedî xwendevanek taybet e ji kêm nivîskarên kurd e ku romana wî heman salê çapa wê ya duyemîn tê kirin. Spîtama ku li ser ramanên Zerduşt hatiye avakirin yekemîn romana Rênas Jiyan e. Jiyan berê helbest, metnên şanoyê û gotar nivîsîbûn ku ev wekî pirtûk gihabûn ber destên xwendevanan. Spîtama jî niha bi çapa xwe ya nû, ya duyem li ber destên xwendevanan e. Di çapa duyemîn de berga romanê jî nû kirin.
Vaye beşek ji Spîtamayê:
“Şervanên agiran! Agirên min! Ez dibînin artêşa dijmin a li hemberî me dest mişt hesin û dil qewî hesin e, lê ji bîr nekin ku ew hesin bin hûn jî agir in û tu hesin li ber tu agirî nikare xwe bigire û bi ser bikeve; ji bîr nekin ku agir her hesinî ditewîne, agir her hesinî dihelîne! Agirên min, ev cenga hesin û agiran e! Hesin her çi bibirre jî tu carî nikare tu tiştî bi agiran bike, hesinek nikare tu carî agirekî jê bike; agir jê nabe, lê têr têr hesinan têk dibe û ditewîne, ji bîr nekin di cenga hesin û agiran de agir her tim serfiraz in.” Her wiha pirtûka helbestan a Rênas Jiyan "Diêşiya" ku di sala 2013'yan de derketibû, ew jî xelas bûbû Belkiyê bi çapa wê ya nû, çapa 2'yan ew jî gihand ber destên xwendevanan. Dîsa "Mehzena Xwînê" jî bi çapa xwe ya nû derket.
'Diêşiya'ya nû jî derket
- Spîtama/ Rênas Jiyan / Roman / Weşanên Belkî, Amed / Çapa 1'em û 2'yem 2016 / 244 rûpel