logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

BERXWEDÊRÊN QIRAN

  • Dîrok: 26/08/2014
Li gorî hinan, 73’yem, li gorî hinan 74’em, li gorî hinan jî 77’em car e ku kurdên êzîdî, li hember êrîşan li ber xwe didin.  Ji ber  ku di vî warî û di gelek mijarên din ên  dîroka kurdan de  lêkolînên zanistî  nehatine kirin, gotinên cur bi cur derdikevine holê.  Lê çendemîn car be, dîrok dîsa dubare dibe, dîsa kuştin, dîsa mişextî, koçberî li zarokên Tawisî Melek ferz dikin.
Eyn mîna gotinên cur bi cur ên derbarê ol û nîjada êzîdiyan de. Bawer dikim, divê di vê mijarê de, lêkolînên zanistî û fireh bêne kirin ku ev jî pêdiviyeke dîrokî û neteweyî ye di warê kurdan de. Haydar Karataş, di nivîsa xwe ya bi navê “Şebekler ve Ezidiler” (*) de bi hin mînakan angaşt dike ku baweriya êzîdiyan, bi gotineke din baweriya “Tawisî Melek” û baweriya elewiyên Dêrsimê mîna hev e. (Di vê nivîsê de, têgihîştin ku xwediyê nivîsê dêrsimî ye.)  
Helbet, ramanên bi vî rengî, bi angaşt û gotinan nayên peyitandin. Ji bo ramaneke rast, pêdivî bi hewldan û spartinên zanistî heye lê wekî kesekî ku beşeke dirêj ji temenê min di nav êzîdiyan de derbas bûye, berî vê angaştê bi çend salan, bêyî lêkolîn û rêbazeke zanistî, tenê ji dirûv û şêweyan, min anîbû ziman ku êzîdî û elewiyên Dêrsimê gelekî dişibin hev û ev yek hêjayî lêkolînê ye. Gotinên birêz Haydar Karataş vê ramana min bêtir şêmber kir di serê min de. Gelek kes, tavilê dê bibêjin, ne tenê elewiyên Dêrsimê, hemû kurd jixwe pêşî êzîdî bûn. Ev yek, jixwe tê zanîn, lê agahiya ku birêz Karataş dide û dibêje di baweriya elewiyên Dêrsimê de jî, Tawisê Melek heye, tê wateyeke din ku, ne bi misilmanbûna kurdan re, di demeke kurt de têkiliyek di navbera êzîdî û êzîdiyên kurd de û belkî jî bi hemû elewiyên din re heye.
Jixwe, wekî ku di efsaneya baweriya êzîdîyatiyê de jî tê vegotin, çawa ku  li ber fermana Xwedawendî, tenê Melekî Tawis serî dananiye û serê xwe netewandiye, wisa jî êzîdiyên îroyîn, li hember zilm û zora êrîşkar û dagirkeran her tim li ber xwe dane û berê xwe dane xewle û lûtkeyên çiyayên welatê xwe. Ji ber vê yekê ku piraniya niştecihê êzîdiyan çiya ne, çiyayê asê û bilind in.
Ev mijar, mijara lêkolînê ye û li benda zanyaran e. Em vê mijarê li vir dihêlin û derbasî rewşa dawî ya ku bi destê hov û bêjiyên emperyalîstên mêtinger ve pêk hatiye. Êrîşên dawî yên li Kurdistanê, êrîşên ku kes nizane çendem êrîş in û gelo dê kengî û li ku derê bêne rawestin.
Li Rojhilata Navîn, ji bo kolonyolîst û mêtingeran, Kurdistan çawa xwediyê cihekî taybet be, li başûrê Kurdistanê jî, herêma Şengalê, ango cih û warê êzîdiyan jî ji bo êrîşan xwediyê gelekî taybetmendiyan e. Çi ne ev taybetmendî gelo?
Êzîdî, di dîrokê de, ne tenê bûne hedefa êrîşên neteweyî, ji bilî tirk, ereb û farisan, ew bi destê kurdên ji nîjada xwe jî hatine perçiqandin. Loma ew hedefa herî hêsan in.
Ku nakokiya neteweyî bikêr nehat, nakokiya olî ji hêla êrîşkaran ve hatiye bikaranîn. Ji hêla hincetan jî êzîdî pariya herî hêsan in.
Di desthilatdariya kurdên Başûr de, êzîdî û herêma êzîdiyan bê xwedî hatiye hiştin. Ne ereb û ne jî kurd kes li wan xwedî derneketiye. Xwediyê vê gotinê êzîdî bi xwe ne, gazin û giliyên xwe li ber şandeya nivîskarên kurd ên ku ji amedê çûbûn, li Laleşê, ne pir berî neh-deh mehan bi dilekî şewitî anîbûn ziman.  
Di her warê ku êzîdî tê de dijin, ji ber cudatiya baweriya xwe, bi çavekî piçûk li wan hatiye nihêrtin, loma jî civaka êzidiyan, Ermenistan ne tê de, ji hêla perwerdehiyê li paş hatine hiştin. Ji ber vê yekê jî, rêxistibûna wan a modern heta van salên dawiyê pir lawaz e. Li hember êrîşan serî danaynin, berê xwe didine bextê çiyan, lê ev yek têrî parastina wan nake. Çavê xwe ji neyar naşkînin lê neyar jî bêtirs bi ser wan de diçin. Ev qelsiyek, kêmasiyeke mezin e.
Ji ber van sedeman, di serpêhatiyên dawî de, ligel hemû mirovahiya giştî, kurd bi xwe jî xwediyê sûcê ne. Kurdên misilman, bi nêzîkatî, bi hezkirin, bi helwesta biratiyê li êzîdiyan nenihêrtine. Rêz ji baweriya wan re nîşan nedane. Bi kurtasî  ji nêzîk ve bawerî û çanda wan a taybet nas nekirine.
Êzîdî wekî ehlê kufir hatine dîtin, wekî miletekî lanetkirî hatine binavkirin. Heta bi rewşenbîr û xwendeyên welatparêz jî, ji bo naskirin-hezkirin û bihevrebûna êzîdiyan kedeke şênber nedane. Ne pir, berî bi çend salan, li Amedê, mamosteyekî kurd ku xwe wekî welatparêzekî bi nav dikir, li ser gotina ku min got, îro dê ji Almanyayê mêvanekî min êzîdî were. Wî mamosteyî ji min re gotibû, tu bi Xwedê kî, gava hat min bi mêvanê êzîdî re bide nasîn. Ew qas sal in, ez dixwazim mirovekî êzîdî bibînim û nas bikim.
Belê ji Şengal heta bi Tirbespiyê, ji Bişêriyê heta bi Deşta Wêranşar û heta bi Çinar û Bismila Amedê, bi hezaran gundê êzîdiyan hebûn demekê, mixabin niha tev vala bûne, êzîdî ji ber tade, zilm û zehmetiyên jiyanê, li welatên dûr belawela bûn, lê hê jî êzîdî nedihatin nasîn, ligel bawerî, çand û nîjada xwe. Hal bi hal, kurdên qedîm bûn êzîdî û her wiha jî baweriya xwe bi zimanê kurdî dikirin û ev yek jî hêmaneke qewîn bû li ber êrîşên bişaftinê. Êzîdî tu carê zimanê xw jibîr nekirine, di her qada jiyanê de, di serî de îbadeta xwe bi zimanê xwe ango bi kurdî kirine. Ne tenê ev, her wiha gava em li taybetmendiyên kîtekîtî yên zimanê kurdî binihêrin, em dibînin ku fonetîka kurdî û her wiha tewanga peyvan jî xwe di axaftina êzîdiyan de parastiye.
Lê divê em vê jî bibêjin ku bi saya têkoşîna azadiyê ya ku gelê kurd li her warî û ji her hêlê ve dide, ol, netew û çanda êzîdiyan bi civaka kurd dane nasandin û di vî warî de hişmendiyeke xurt derkete holê. Gelek derfet derketin holê. Jixwe îro gava goşt gihîşt hestî jî, xwediyê wê hêz û tevgera ku hişmendî derxiste holê, li gelê kurd û bi taybet jî li êzîdiyan xwedî derket.
Helbet ev yek ne ji hemankê çêbû û ne tiştekî tûşî (tesaduf) ye jî. Ev helwesta ku Tevgera Kurd bi her awayî xwedî li kurdan, li êzîdiyan derdikeve, ji taybetmendiya bîrdozî û bingeha wê ya çînî ye. Ji ber vê yekê ye êrîşkar kî dibin bila bibin, dê cih û warê kurdan wêran nebin êdî û di vî bexçeyê rengîn de, êzîdî dê gula herî geş a Kurdistanê bin.
 
* Nivîsa “Şebekler ve Ezidiler” roja 24.08.2014'an di rojnameya Birgunê de hate weşandin 

Hin Nivîsen Nivîskar

ŞÎR HELAL

  • 11 Tebax 2010

Ji bo ku deng bi navê wan bikeve dinivîsin hin nivîskar, navê wan bela dibe li her çar hêlên gerstêrka girover. Hin ji bo dilê xwe yê tije vala û rehet bikin...

JI HEMÛ GULËN MÎNA GULANÊ(*) RE

  • 01 Sermawez 2012

Ku mirov, li ber rûbarekî rûnê û biqîre, “Hawar e hawar, av diherike,” ku mirov li rojê binêre û bibêje, “Ev çi tiştekî sosret e, roj...

Heke ne fen e, ev çi dar û çi ben e?!

  • 23 Rezber 2014

Beriya  îro bi sed  salî, bazirganên emperyalîzmê hatin ligel altaxên xwe yên herêmê, erdnigariya kurdan mîna seriyek penêr bi kêrê qet...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kayûmê navê Parka Mehmet Sîncar xira kir

ad

Juriyên Gûzeka Zêrîn diyar bûn

ad

CDU/CSU û SPD sedî 25-25 dixuyin, SPD dibêje em li pêş in

ad

Nûbiharek nû li ber destên xwendevanan e

ad

Ma qey nivîskarê kurd guh dide hevpîşeyê xwe?.

ad

Dewrey çarîk fînalî dest pa kena

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname