Heta ku temen çi qasî mezin bibe jî, cih û meqam ku der be jî; ew hest û kêf û coşa zarokatiyê, pir caran, bi mirovî re dije, heta hetayê. Ev yek jî dibe peyitandina, girîngiya pêvajoya zarokatiyê. Ji ber vê yekê ye ku li welatên pêşketî; zanyar, pedegog, hunermend û her wiha nivîskarên wejeyê, ji her tiştî bêhtir rûmet dane zarokên xwe. Û bi vî awayî, zarok, zarokatî, jiyana zarokan, kêf û coşa wan, hest û ramanên wan, xewnên wan, êşên wan bûne mijara qadên navborî.
Kar û barê ku di vî warî de bibe, ji bo ku bi rêk û pêk be, her cure navgîn û rê jî bikar anîne. Ezmûn, lêkolîn, çavdêrî, lêgerîn; hemû pêvajoyên zanyarî xistine xizmeta jiyana zarokan. Wekî ku ji hêla her kesî ve tê zanîn, gelek taybetmendî, sinc û rewişta ku di dil û mêjiyê mirovî de dirûv digire, bingeha xwe ji wê pêvajoya zarokatiyê werdigre. Hemû, dîwar û avahî li ser wê rikna zarokatiyê bilind dibe. Û jixwe awêneya mirovî û her weha bi tevayî awêneya civakê, serpêhatî, dîmen, kirin û kirûyên wan roj û salan in.
Ku em bala xwe bidin civakên dinyayê, bi taybetî yên rojava, em rastî gelek berhemên hêja yên zarokan tên. Çîrok, roman, çîrçîrokên ku êdî bûne yên hemû miletan. Ji Andersen bigre heta Jules Verne; ji Grîmmên bira bigre heta bi Beydeba û her wiha yên din, gelo li ku dera dinyayê be bila bibe, zarokekî ku van berhêmên van edîban nexwendiye heye? Hest û ramanên nifşên nû, her wiha feraset û taybetmendiyên wan, di nav cîhana berhemên klasîk yên delal de tê strîn û bi vî awayî jî, dahatûya neteweyan, bi berhemên hêja dirûv digre.
Zanayê dûrbîn Ehmedê Xanî jî, bawer dikim bi heman hest û zîziyê tevgeriyaye ku rahijtiye pênûsa xwe û “Nûbara Biçûkan” diyarî zarokên xaka xwe kiriye. Lê çi mixabin e ku ji ber sedemên diyar ên sedsalan, bi tevayî edebiyata kurdî, ji rayên xwe, ji bingeha xwe qetiyaye. Ew bingeha ku dikarîbû li ser bilind bibe, sêwî û pir qels maye. Bêşik, edebiyata zarokan, di nav vê yekê de, ji her tiştî bêhtir kitim maye. Tiştên heyî, kelepora netewî, mîrateya devkî jî, ji hêla dagirkeran ve talan bûye.
Di pêvajoya nûdem a gelê kurd de, çawa di her warî de kevirên heyî ji cihê xwe leqiyabin, edebiyat jî para xwe ji vê yekê wergirt û her wiha kete nav hewldanekê. Lê ji ber ku edebiyata zarokan raste rast bi kar û barê perwerdehiyê ve girêdayî ye, ev ling ji yên dîtir qelstir ma. Her çi qasî, hin saziyên me, bi taybetî jî hin şaredariyên me, bi vê mebestê ketne nav hewldaneke hêja jî, mixabin ev tu caran têrî pêdiviyan nekir. Cîgeyî û teng ma. Bi rêk û pêk nedomiya. Ji bo pêşketineke berbiçav, hewldanên bi rêk û pêk, ên domdar û zanyarî divên.
Ligel berhemên heyî yên devkî ku bi awayekî pergalî ve bêne berhevkirin, berhemên nûjen jî ku raste rast ji nav jiyana gelê kurd, her wiha ji nav cîhana zarokên kurdan bêne afirandin divên. Ev jî, bi ked û hewldana her kesî ve pêkan e. Çi kes, çi sazî bin; ev zeviyê beyar li hêviya xebatê ye. Li hêviya, dilên zîz, destên bikêr, mirovên çeleng û ronak e...
b.zelal@mynet.com


