logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Li ser bernameya TRT 6'ê: 'Dengê We' dengê kê ye?

  • Dîrok: 28/01/2010

Raste rast ez wisa bipirsim: "Di TRT 1'ê de kesek bernameyeke çêbike, di tirkiya xwe de daçekan şaş bikar bîne ew bername dê di TRT 1'ê de bê weşandin?"
Lê "Ger digel daçekan hevoksazkirinên pêşkêşvan jî şaş bin dê TRT 1 destûrê bide tirkiyeke wisa?"
Helbet her kes dizane bersiva vê yekê "Na" ye.
Vê carê em wisa bipirsim: "Di TRT 6'ê de kesek rabe bernameyeke çêbike û daçekan şaş bikan bîne ew bername dê bê weşandin?"
Lê "Ger digel daçekan hevoksazkirinên pêşkêşvan jî şaş bin dê TRT 6 destûrê bide kurdiyeke wisa?"
A rast ez nizanim ji bo van pirsan dê bersiva we çawa be, lê ger hûn ji min bipirsin divê bernameyeke wisa neyê weşadin. Bi ya min divê TRT 6 ji wî pêşkêşvanî re wisa bibêje: "Pêşî here kurdî hîn bibe, dûre were bernameyê çêbike."
Lê mixabin TRT 6'ê wisa negot, û ew bername jî niha di TRT 6'ê de didome.

Ez qala bernameya bi navê "Dengê We" dikim.
Dîrok: 24.01.2010, Saet: 12.30. Ez ji ser înternetê re li TRT 6'ê temaşe dikim. Bernameya "Dengê We" dest pê dike. Kesekî bi navê Bulent Koç bernameyê pêşkêş dike. Di vê bernameyê de pêşkêşvan çûye Batmanê, mîkrofon dirêjî mirovên li Batmanê dike û ji wan dipirse ka hilbijartina pêşwext dixazin an na?
Heta vê derê her tişt normal e. Lê dema em guh didin kurdiya pirsên wî, ev normalî cih diguherîne û tiştên ne normal derdikevin holê.
Niha ez ji peyv û hevokên birêz Bulent Koç hin mînakan bidim:
- Peyva "Hemvelatî" bikar tîne. Rastî divê: Hemwelatî be. Yanê pirsgirêka telafuzê heye.
- Dibêje, "Dengên wan bînin ser ekranan"... Deng çawa tên ser ekranan ez nizanim.
- "Em dikarin we nas bikin?"... Vê pirsê ji kesekî dike, ne ji çend kesan. Ger du kes li cem hev bin û pirsa xwe ji her duyan bike rast e, lê na, li hemberê wî kesek heye û hevoka xwe pirjimar bikar tîne.
Kurd tu demê ji kesekî/e re nabêjin "We", dibêjin "tu/te".
Tirk, bi tirkî peyva "Siz" bikar tînin. Li gor texmîna min ev tesîra "You"ya îngilîzî ye. Û kurdên me yên ku nû hînê kurdî jî bûne di bin tesîra tirkî de peyva "we" ji xwe re kirine rêber. Na, wisa nabe.
Her wiha ji "EM"a wî qest çi ye? Gelo ji dêvla "em"ê de "ez"ê bikar bîne ne baştir e? (Meleseya 'ez', 'em' tercihek e)
Bi ya min divê pêşkêşvanê me wisa bipirsa; "Ez dikarim te nas bikim?" (Helbet di vir de terciha "EM"ê jî dibe, yanê "Em dikarin te nas bikin", ne "We") yan jî dikarî wisa bipirsa: "Tu dikarî xwe bidî nasîn?"
- Wisa dibêje, "Hûn ewka muhalefetê çawa dibînin, dibêje; Em herin hilbjartina zû..."
Li ser vê hevokê du tişt:
1- "Muhalefet" dibêje û wekî tirkî telafuz dike, ku ev tişteke şaş e.
2- "Em herin hilbijartina zû"... Heta vê demê û piştî vê kêliyê jî peyva "Pêşwext" bikar dianî lê ji nişke ve bû "hilbijartina zû"... Gelo "Em herin hilbijartina zû" tê çi wateyê? "Hilbijartina zû" ji ku tê? Gelo hilbijartina dereng jî heye?
- Pêşkêşvanê me wisa dibêje, "Ji gor we hilbijartina pêşwext fêdeya wê ji bo Tirkiyeyê heye yan na?"
Dema min ev bihîst min got qey zimanê wî li hev geriya loma daçek şaş bikar anî lê na. Heta dawiya bernameyê min jimart, tam 20 (bîst) caran hevok wisa dest pê kir "Ji gor we..."
Kesekî ku hinek bi ziman dizane ez bawerim wê bizane ku "Ji gor we..." nayê gotin.
- Hevokek din; "Em herin hilbijartina zû hûn çi dibêjin?"... Bila, here, zû, em çi bibêjin.
- Birayê me hevokeke din wisa saz dike: "Serokê partiyê muxalefetê..."
Di vir de ger qest serokek tenê yê partiyeke muxalefetê be, divê hevoka xwe wisa saz bike, "Serokê Partiya Muxalefetê"... Lê ger qest serokên partiyên muxalefetê be, yanê ji yekê zêdetir be divê hevok wisa bê sazkirin: "Serokên Partiyên Muxalefetê"... Mixabin hevoka pêşkêşvan naşibe yekê jî.
- Di bersiva pirsekê de zilamek wisa bersivê dide; "Bibe jî baş e, nebe jî baş e", pêşkêşvan vê carê wisa jê dipirse: "Tu dikarî hinekî vekî çawa baş e û nebaş e?"
Çi vekim? Peyv çawa vedibe? Gotin çawa vedibe? Lê kesek raste rast bi tirkî bifikire, ji bo wî 'veke' jî dibe, tiştên din jî...
- Du hevokên din: "Li Tirkiyeyê hilbijartinên zû çêdibin, tu çawa dibînî?", "Di rojevê de hilbijartina zû heye, hewce dike yan na?"

Her wiha divê ez bibêjim ji bo pêşkêşvanekî axaftina pêşkêşvan ne herikbar bû jî. Ev jî kêmasiyeke din e. Li ser vê hevokê ez dikarim wisa bibêjim: Bila kurdî rast bikar bîne/bînin, bila kurdîya wî/ê ne herikbar be.

Û pirsa ku di serî de min kir, ez vê carê wisa bikim: "Kesek bernameyeke nîvsaetî ji bo TRT 1'ê çêbike û di tirkiya wî de ew qas şaşî hebin wê TRT 1 bernameyê biweşîne?"
Bersiv helbet "NA"yeke mezin e.

Wê çaxê pirsike din: "Ger bernameyeke bi zimanê kurdî, lê ne li gor rêzimanê kurdî bê çêkirin ew dê bibe dengê kê?"

Em bi pirsa sernavê dawî li nivîsa xwe binîn: Li gor kurdiyeke wisa "Dengê We" dengê kê ye?

Bi hêviya ku bernameçêkerên hemû kanalên kurdan dê kurdiyeke rastir bikar bînin...

cemilo@diyarname.com

**

Nivîsên eleqedar ên ku berê di Diyarê Me de hatine weşandin:

- Li ser bernameya TRT 6 'Yekbûn'ê: Ev çi ziman e?!

 

 

Noteke mecbûrî: Hevalekî min li ser vê nivîsa min wisa got; "Me sohbet dikir, çend kesan got, 'Herhal rikeke Cemil bi pêşkêşvanê bernameyê re heye, loma tişteke wisa nivîsiye'. Min te nas nekira minê bigota rast e, lê ez dizanim tişteke wisa nîn e. Min ji wan re got Cemil tişteke wisa nake."
A rast ez tişteke wisa nefikirîbûm. Ez eşkere bibêjim: Pêşkêşvanê vê bernameyê ku min li ser nivîsiye ez nas nakim. Rojekê ne me li ciheke hev dîtiye, ne jî me bi telefonê bi hev re xeber daye. Ez nizanim ji ku ye, li ku rûdine, bi kî re dixebite jî... Tu pêşdaraziya min li hemberî pêşkêşvanê bernameyê nîn e. Di vê nivîsa min de jî, di nivîsên ku min nivîsandine û ezê binivîsim de jî kes min eleqedar nakin, tiştên ku dikin min eleqedar dikin. Min kurdiya bernameyê rexne kiriye. Ev yek min eleqedar dike. Ne ku pêşkêşvan kî ye, bername li ku tê weşandin...
(Ev nivîs di 28.01.2010'an de hatiye weşandin, ev not di 03.02.2010'an de lê hat zêdekirin)

Hin Nivîsen Nivîskar

Tirs

  • 27 Rezber 2019

Ev gotar jî bi qasî serê xwediyê vê gotarê tevlihev e. Her ku mesele tirs e jixwe jiyana wî di nav tirsê de derbas bûye. Lê divê em qebûl bikin ku  ew...

Tabelayên kurdan

  • 28 Sermawez 2006

Her tişt bi daliqandina tabelaya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re dest pê kir. Jêre digotin Ataturk Bulvari. Kolaneke gelek mezin bû; her roj ez bibêjim bi hezaran, hûn bêjin...

Ji bo SezginTanrikulu

  • 14 Avrêl 2008

 Heta niha rû bi rû me qet hev nedîtiye. Ne xem e.Ez nizanim tu xwe nêzî kîjan partiya kurdan dibînin. Jixwe ne xem e jî.Ez nizanim tuyê di pêşerojê de xwe...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Heyecana nîv fînalê dest pê dike

ad

Bi reqeman têkiliya aborî ya Tirkiye û Almanyayê

ad

10 nivîskarên ku herî zêde pere kar dikin

ad

Hin têbînîyên li ser metna bo '100 salîya serhildana Şêx Seîd'

ad

Jin û Êzdayî

ad

'Dilopek' din li kovargeriya kurdî zêde bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname