logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Tabelayên kurdan

  • Dîrok: 28/11/2006

Her tişt bi daliqandina tabelaya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re dest pê kir. Jêre digotin Ataturk Bulvari. Kolaneke gelek mezin bû; her roj ez bibêjim bi hezaran, hûn bêjin bi dehezaran erebe têre derbas dibûn...

18'ê avrêla 1992'yan bû, çend kurdhezên û kurdîhezên navsere, yên ku sal û zeman di vî karî de, ji bo vî karî derbas kiribûn hatibûn cem hev. Avahiyeke ku li wê kolana mezin mêze dikir kirê kiribûn... Dê li wir li ser kurdî xebat bikira, ew der dê biba zanîngeha ziman ji bo gelek ciwanên kurd. Heta vê derê tu problem nîn bû. Cih vebû, tabelaya xwe daliqandin. Ew çi ye? Li ser tabelayê "Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê" dinivîse. Û wê demê problem derket; Pêşî polîs hatin ew tabela daxistin, dûre ew şopandin. Lê di xema kî de bû, ew şopand; wan xebata xwe didomand, lê bê tabela.

Bi ser vê yekê re sal derbas bûn, gelek daran pel weşand, gelek kaniyan ava xwe herikand û gelek rojan xatir ji me xwest. Û bi vî awayî me sedsala 20'an li dû xwe hişt, em ketin sedsala 21'ê... Yanê qirneke mezin ser re derbas bûbû... Û di vê qirnê de careke din tabelayên kurdan xwe nîşan dan.

Pêşî nivîskarên kurd hatin cem hev, komeleya xwe ava kirin di nav dilê Amedê de û daleqandin tabelaya xwe: Kurd Pen.

Dûre, Qursên Zimanê Kurdî,
Dûre, Kurdî-der...
Dûre...
Û yên din di rêzê de ne...

Êdî 'kurd' li kolanan ji dûr ve dixuyan...

Van coşeke mezin xist nav dilê min, ew coş di nava rehên min de herikî...
Her tabelayeke coşeke din e ji bo min, her coşeke rêwîtiyeke, xebateke û serketineke din...

Ez her tabelaya ku li ser 'Kurd' dinivîse dibînim dilê min xurtir lê dide.

Hûnê bêjin ev ji ku derket?

Niha tabelayeke din ku sala 1992'yan de hatibû daxistin tê daleqandin.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku ji wê rojê ve kar û barê xwe li ser navê şîrketekê dikir, niha bû komeleyeke. Bi awayekî fermî navê Komeleya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê girt û wê di kurtedemekê de tabelaya xwe bidaleqînin. Tabelaya ku 1992'yan de hatibû daxistin dê dîsa li ser kolanê dest bihejîne ji rêwiyan re...

Yek ji kesên ku bi vê yekê dilgeş bûye jî serokê enstîtuyê Samî Tan e. Em pêşî wan pîroz dikin, ew dibêje, "Ya yekem emê pêşî tabelayê bidaleqînin, ya diduyan êdî emê bikaribin projeyan amade bikin, endaman bi awayekî fermî qeyd bikin û emê bi karibin bi awayekî fermî dersa kurdî bidin endamên xwe."

Dibe ku hûn bipirsin 'Tabela tenê bes e?'
Ew jî meseleyeke din e...
 

Hin Nivîsen Nivîskar

“The Bank Job”

  • 31 Adar 2008

 Li welatekî, prensesa wî welatî di şevekê de bikeve navbera du mêran û bi wan re bikeve cîhana pevşabûnê qet ne xema min. Ew bi dilê xwe ye û jiyan...

TK-HT

  • 02 Adar 2015

Roja 28.02.2015'an Tevgera Kurd (Ji niha pêve emê TK bikar bînin) û Hikumeta Tirkiyeyê (Ji niha pêve emê HT bikar bînin) li Qesra Dolmabahçeya Stenbolê ku cihê Serokwezîriya Tirkiyeyê ye daxuyaniyek hevbeş...

Fistanê zer, rengê sor û coşa bi stranan

  • 12 Gulan 2019

Li nav kurdan rengê sor her navdar e. Kurdan rengê sor wekî rengê xwe hesibandiye, gotina "Bila sor be, çend qirişên wî zêde be" jî bi ser de. Xwîna kurdan...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Ji bo Oscarê gavek, 'Xelatên Golden Globe' hatin belavkirin

ad

Vê mehê hin konserên bi kurdî

ad

Lemanê Mîhraç Mîroglu xist berga xwe

ad

20 rojnamevanên Kobaniyî yên hatin binçavkirin di greva birçîbûnê de ne

ad

Candan Erçetîn ji bo serokatiya MSG'ê hat hilbijartin

ad

'Okul Tiraşi' Xelata Porteqala Zêrîn girt

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname